Doza Narîn Guranê dest pê kir
- rojane
- 10:30 25/4
Danişîna 2’yemîn a 15 kesên di cînayeta Narîn Guranê de ji ber sûcê “sûcdar veşartine” tên darizandin, dest pê kir.
Danişîna 2’yemîn a 15 kesên di cînayeta Narîn Guranê de ji ber sûcê “sûcdar veşartine” tên darizandin, dest pê kir.
Qeyûmê Êlihê, ji bo ku di tedbîrên teserûfê de asê nemîne, 4 milyon û 483 hezar TL ji bo Festîvala Qehwe û Çîkolatayê ya ku di 23'ê Nîsanê Cejna Zarokan de li dar xist xerc kir. Qeyûm îhaleyê da Organîzasyona HBS'ê ku di heyama qeyûmê de bi milyonan pere qezenc kiribû.
Parêzer Servet Ozen diyar kir ku divê sererastkirinên qanûnî yên têkildarî “Mafê hêviyê” tavilê bên kirin û got: “Hewceye pozîsyona birêz Ocalan ji hêla qanûnî ve bê misogerkirin û her tim weke şantaj neyê bikaranîn.”
Dayika girtiyê nexweş Salman Akpinar Koçer Akpinarê xwest ku hemû girtî serbest bên berdan û got: "Kurê min neyê berdan jî em dixwazin sewqî girtîgeheke li Stenbolê bê kirin."
Li navçeya Sîmavê ya Kutahyayê bi pileya 4,5 erdhej çêbû.
Şandeya DEM Partî û DBP’ê ji bo rêzehevdîtinên xwe û tevlî Konferansa Neteweyî bibe derbasî Bakur û Rojhiatê Sûriyeyê bû.
Hat diyarkirin ku girtiyê nexweş Emrecan Demîr ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa S ya Semsûrê tê girtin, tevî nerihetiya çavê wî û reaksiyonên alerjîk ên di laşê wî de jî sewqî nexweşxaneyê nayê kirin.
DEM Partiyê li Bismilê silha malbatên Erol û Onat kir ku di navbera wan de dijminatî hebû.
Midûrê Xizmetên Veguhastinê yê Şaredariya Şirnexê Dogan Bariş Kilinç ku nelirêtiyên wî yên şaredariyê derketibûn holê, îdia kir ku berevajî daxuyaniya şaredariyê ew li ser peywira xwe ye.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku rejîma Îranê 3 melayên Kurd binçav kirine.
Hevjîna girtiyê nexweş Enver Yanik, Şukriye Yanik da zanîn ku gelek nexweşiyên hevjînê wê hene û banga darizandina adilane û tehliyeyê kir.
Keça girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam, Şîmel Çam çû serdana bavê xwe. Şîmel Çam, got ku bavê wê bi alîkariya hevalên xwe hatiye hevdîtinê, rewşa wî nebaş bû û divê demildest were berdan.
HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku Tirkiyeyê di nava 4 rojên dawî de 691 caran êrişî hêzên wan kirine.
Şaredariya Rezanê rapora xwe ya xebatê ya salekê aşkera kir û projeyên ku dê di pêvajoya pêş de bixin meriyetê aşkera kir.