Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
- rojane
- 10:37 26
Çiyayên Gabar û Cudî jî di nav de ketin û derketina 14 herêman hat qedexekirin.
Çiyayên Gabar û Cudî jî di nav de ketin û derketina 14 herêman hat qedexekirin.
Di çarçoveya lêpirsîna li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de Midûrê Giştî yê ÎSKÎ û Cîgirê Sekreterê Giştî yê ÎBB’ê jî di nav de 47 kes hatin binçavkirin.
Li gundê Cirzê yê navçeya Stewrê gundiyan li dijî prokeya GES ya ku hat xwestin bê çêkirin doz vekiribûn. Dadgehê diyar kir ku ji ber ku li herêmê berhemên dîrokî hatine tespîtkirin û qada SÎT'ê ye rapora ÇED'ê betal kir.
Li gorî rapora Şaxa ÎHD’a Amedê, di sala 2024’an de li bakurê Kurdistanê herî kêm 7 hezar û 431 binpêkirinên mafan hatin jiyîn û mafê jiyanê yê 117 sivîlan hate binpêkirin.
Li 3 girtiyên sewqî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Erzînganê hatine kirin, lêgerîna tazî hate ferzkirin. Girtiyên ku ji bo protestokirina sepanê greva birçîbûnê dane destpêkirin, xistin hucreyê.
Endamê PM’a DEM Partiyê Muhsîn Aydogdu ku li Rihayê hatibû binçavkirin, hate berdan.
Şandeya DBP û DEM Partiyê hevdîtinên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Şandeyê, bi Hevseroka Daîreya Karên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed re hevdîtin kir.
Li lîstikvanê Çorum FK’ê Burak Suleymanoglû ku di maça Amedsporê de hereketên zayendperest kiribû, 4 maç ceza hate birîn.
Korgeneral Yaroslav Moskalik di êrişa bombeyî ya li Moskovê de jiyana xwe ji dest da.
Rêxistinên hiqûq û civaka sivîl ên li Wanê rapora xwe ya têkildarî 9 girtîgehan aşkera kirin. Di raporê de hate gotin ku girtî nikarin ji gelek mafên xwe sûd bigirin û hat xwestin ku Lijneyên Îdare û Çavdêriyê yên tehliyeyên girtiyan bêyî hincetek hebe asteng dikin bên girtin.
Platforma "Şiyar Be! Platforma Tekoşîna Li Dijî Tiryakê" dê sibe meşekê li dar bixe û damezirandina xwe ragihîne. Hevberdevkê Platformê Mûrat Kan, got; “Gotineke her kesî li dijî tiryakê heye” û banga tevlibûna meşê kir.
Li Kutahyayê bi pileyên 4.5 û 4.6’ê du erdhej çêbûn. Piştre jî li du navçeyan li dibistanan navber dan perwerdeyê.
Sibe dê li Qamişloyê bi beşdariya zêdetirî 400 delegeyan “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê” were lidarxistin.
Malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.