Ozgul piştî 31 salan hate berdan: Em amade ne berpirsyartiya xwe pêk bînin
- rojane
- 16:48 24/6
Ecevît Ozgul ê ku 31 salan girtî bû, ji Girtîgeha Tekîrdagê tehliye bû û got: “Divê em ji têkoşîna xwe, ji rêbertiya xwe û ji tevgera xwe bawer bin.”
Ecevît Ozgul ê ku 31 salan girtî bû, ji Girtîgeha Tekîrdagê tehliye bû û got: “Divê em ji têkoşîna xwe, ji rêbertiya xwe û ji tevgera xwe bawer bin.”
Wekîla DEM Partiyê Pervîn Buldan ku weke Serokwekîla Meclisê hatibû hilbijartin, di axaftina xwe ya ewil de Sirri Sureyya Onder bi bîr anî û got: “Girîng e ku Meclis berpirsyartiya xwe ya dîrokî bi cih bîne.”
Serokkomar ê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan beriya Lûtkeya NATO'yê li balafirgehê daxuyanî da û der barê pêvajoyê de wiha got: "Ev pêvojoya ku wek polîtîkayek dewletê ye, em ji bo serketina wê amade ne.”
Di şewata li navçeya Dêrikê derketibû de welatiyê bi navê Adîl Çelîk ê 80 salî jiyana xwe ji dest da.
Enver Yanik ê li Girtîgeha Hejmar 1 a Kiriklarê tê ragirtin, 22 roj in di greva birçîbûnê de ye û nexweşê Wernicke-Korsakoff ê ye. Rewşa Yanik giran bû û rakirin nexweşxaneyê.
Parêzer Rezan Sarica di daxuyaniya têkildarî Çetîn Arkaş ê tehliyeya wî hate taloqkirin de axivî û got ku ev polîtîkaye li dijî pêvajoya heyî ye.
Tehliyeya Mehmet Bahattîn Oncu ku li Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê tê ragirtin û 30 sal in girtî, hate taloqkirin. Lijneya ku tehliye taloq kir, bêyî ku xwe li benda encama îtirazê bigire, bi lez û bez biryar bi dadgehê da erêkirin.
Ji bo rojnameger Derya Ren ku bi îdiaya “heqaretê” dihat darizandin, biryara beraetê hate dayin.
Ulaş Bayraktar diyar kir ku pêdivî bi pêvajoyeke her kes li ser hînbûnên xwe bifikire heye û girîngiya hatina ba hev a kesên xizmên xwe di şer de winda kirin wiha vegot: "Divê mirov bi hêviya îradeyê tiştekî bike. Em hinekî hînbûnên xwe ji bîr bikin û guhdar bikin."
Nûrdan Kiliç a OHD’î diyar kir ku veguherîneke demokratîk tenê dikare bi zemîneke hiqûqî bibe û got: “Beriya Meclis were girtin, divê bi beşdariya hemû pêkhateyên siyasî komîsyonek were avakirin.”
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku her kes dê ji aştiyê qezenc bike û tundî dê kêm bibe û got: “Hewceye destûreke bingehîn a ku hemû nasnameyên vê xakê xwe tê de pênase dikin bê çêkirin.”
Bi salan e pirsgirêka av û rê ya gundê Kerengan a ku di sînorê bajarên Mûş û Amedê de çareser nabe. Welatiyan ji bo çareseriya pirsgirêkê bangî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê yê berê Tunç Soyer diyar kir ku pêvajoya heyî girîng e û got ku ji bo serkeftina wê divê muxalefeta civakî xurt bibe û aştî civakî bibe. Serokê Giştî yê CHP’ê yê berê Hîkmet Çetîn jî got ew amade ye destê xwe deyne bin kevir.
Furkan Ugur ku li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê tê ragirtin, li ser telefonê ji malbata xwe re got ku tundiya psîkolojîk li wî tê kirin.
Di daxuyaniya ofîsa Binyamîn Netanyahu de hate gotin ku “gefa li dijî hebûna wan” a li Îranê ji holê rabûye û wan pêşniyara agirbestê ya Trump qebûl kiriye.