Ji bo Guzel li Meclisê protesto hat kirin
- polîtîka
- 16:02 01/3/2022
Koma HDP’ê beriya hevdîtinên ji bo rakirina parêzbendiya parlamenter Semra Guzel, li Meclisê çalakî li dar xist.
Koma HDP’ê beriya hevdîtinên ji bo rakirina parêzbendiya parlamenter Semra Guzel, li Meclisê çalakî li dar xist.
Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier da zanîn ku di kongreya DBP’ê de rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di çareserkirina pirsgirêka kurd de dîsa hatiye destnîşankirin û wiha got: “Pirsgirêka kurd, bêyî Ocalan çareser nabe.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku pêdiviya Tirkiyê bi rêxistinek demokratîk heye û parlamentoya bihêzkirî bi xeta Rêya Sêyemîn pêkan e.
Biryara rakirina parêzbendiya parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel dê di Lijneya Giştî ya Meclisê de bê nîqaşkirin. Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç dê li şûna Guzel parastinê bike.
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku partiya wan ji bo Tirkiyeyê şensekî mezine û wiha got: “Em bibiryar in ku Rêya 3’yemîn birêxistin bikin û Tifaqa Demokrasiyê ava bikin.”
6 partiyên muxalefetê nivîsara "Pergala Parlamenteriyê ya Bihêzkirî" ku li serê li hev kiribûn, îmze kirin. Di nîvîsarê de qet qala Pirsgirêka Kurd nehat kirin û tenê hat gotin ku di navbera rêveberiya navendî û herêmî de hevsengî bê avkakirin.
MYK'ê HDP'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku vegera li Mutabaqata Dolmabahçeyê pêwistiyeke lezgîn e û bang li hemû aktorên siyasî kir ku li Mutabaqata Dolmabahçeyê vegerin.
Hevserokên Giştî yên DBP'ê Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir, diyar kirin ku wê tu hêz nikaribe gelê kurd ku ber bi azadiyê ve diçe rawestîne û ev tişt gotin: "Ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurd û şertên muzakereya demokratîk rê û çareseriyeke bi tenê heye. Rê Destûra Bingehîn a Demorkatîk; çareserî, birêz Ocalan e."
Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar, di kongreya BDP'ê de diyar kir ku avakirina yekitiya neteweyî ya kurd berpisyariya DBP'ê ye û ev tişt got: "Li Tirkiyeyê aştî û demokrasî jî bi çareseriya pirsgirêka kurd pêk tê."
Kongreya DBP'ê bi axaftin û peyamên siyasetmedarên girtî dest pê kir. Siyasetmedarên girtî, bal kişandin ser berxwedana gelê kurd a li dijî zilma desthilata AKP-HP'ê li wan tê kirin û gotin ku wê gotina dawîn kesên li ber xwe didin bibêjin.
Civîna duyemîn a nûnerên partî û pêkhateyên siyasî, ku bi banga HDP’ê li hev civiyan, destpê kir.
Parlementerê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî, diyar kir ku pergala kapîtalîst, pergala şer e û wiha got: “Paradîgmaya ku vê pergalê hilweşîne li Îmraliyê ye.”
Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek da zanîn ku Rêberê PKK’ê di Abdullah Ocalan pêvajoya piştî belavbûna Sovyetan weke “Şerê Sêyemîn ê Cîhanê” pênas dike û wiha got: “Pêvajoya ku em tê de ne, van tezên Ocalan piştrast dike.”
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, diyar kir ku dê mijarên sereke yên kongreya wan azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, statû, perwerdehiya bi zimanê zikmakî, meseleya kurdî û demokratîkbûyîn be.
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, diyar kir ku şerê Ûkraynayê şerê serdestiyê yê navbera NATO û Rûsyayê ye û banga diyalox û muzakereyan li aliyan kir.