Gergerlîoglu: Ez teslîm nabim
- polîtîka
- 11:20 24/3/2021
Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu ku wekîltiya wî hat betalkirin û Serdozgriya Komarê ya Engeqerê xwest di nava 10 rojan de teslîm bibe, diyar kir ku ev yek li dijî hiqûqê ye û ew teslîm nabe û got: "Ez ê heta dawî li ber xwe bidim. Ku tên dibin jî bila werin bibin. Ez li vir im."