HDP'ê rêya çareseriyê nîşanî îqtîdarê da: Çareserî rawestandina şer e
- polîtîka
- 13:39 21/8/2020
Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, diyar kir ku êdî îqtîdar ne muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd e û wiha got: "Heta niha tu partî nebûne muxatabên çareseriyê. Yên ku dixwazin mizgîniyê bidin em rê nîşanî wan bidin. Çareserî rawestandina şer, talankirinê ye. Êdî dest ji tayînkirina qeyûman berdin."