‘Tu tişt ji jiyana mirovan ne girîngtir e’
- polîtîka
- 12:29 30/3/2020
Serokê CHP’ê yê Edenê Mehmet Çelebî, diyar kir ku pêdivî bi feraseta dewletê ya civakî heye ku pêşî li pêvajoya şewbê bigire û got: “Tu tiştek ji jiyana mirovan ne girîngtir e.”
Serokê CHP’ê yê Edenê Mehmet Çelebî, diyar kir ku pêdivî bi feraseta dewletê ya civakî heye ku pêşî li pêvajoya şewbê bigire û got: “Tu tiştek ji jiyana mirovan ne girîngtir e.”
Parlamenterê CHP’ê Abdullatîf Şener, sererastkirina înfazê ya AKP’ê rexne kir û gotinên Erdogan ên derbarê efûyê de bi bîr xist û got ku sererastkirin hem li dijî gotinên Erdogan bixwe û hem jî li dijî Hiqûqa Îslamê ye.
Hevberdevka HDK'ê ya Stenbolê Gurbet Aydogan, tayînkirina qeyûman a 8 şaredariyên HDP’ê bi tundî rexne kir û anî ziman ku di vê pêvajoya ku şewba vîrûsê belav dibe tayinkirina qeyûman firsendparêzî û hiqûqa dijminatiyê ye. Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Erdal Avci jî helwesta CHP'ê û partiyên din a li hemberî tayînkirina qeyûman rexne kir.
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel ji Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca pirs kir ku çima kîtên teşhîsê naşînin nexweşxaneyên li bajarên kurdan.
Berdevka Koma HDP'ê Ebru Gunay, destnîşan kir ku divê teqez mafê jiyanê yê girtiyan bê parastin û mîsogerkirin. Gunay, bertekên hişk nîşanî "polîtikayên ne wekhev" ên îqtidarê da û wiha got: "Parastina li djî vîrûsê niha tenê rêyek heye. Ew jî divê em li malên xwe bimînin. Xwe û civaka xwe biparêzin."
Hevberdevka Komîsyona Rêxistinbûnê ya HDP’ê Ozlem Gunduz diyar kir ku ji ber vîrûsa koronayê civak bi qirkirinê re rû bi rû maye û got: “Heke pêdiviyên bingehîn ê civakê werin dabînkirin divê qedexeya derketina derve were ragihandin.”
Yek ji avakarên AKP'ê Fatma Bostan Unsal, ji ber tayinkirina qeyûman AKP'ê rexne kir û ji bo qeyûmên dawî got: "Tu hêleke wê ya bê ravekirin tuneye."
Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç, ji bo ku banga “Li Malê Bimîne” di civakê de bersiv bibîne, bang li hikûmetê kir ku pêvajoyê bi awayekî zelal bi rê ve bibe û têkildarî sererastkirina înfazê jî ev tişt got: “Hemû mirovên li girtîgehan mafê wan ê tenduristî û jiyanê heye.”
Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû têkildarî pirsa qedexeya derketina derve de got: “Heke bi van tevdîran em pêşî li şewbê negirin, em ê tevdîrên di asta jor de bigirin.”
Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan baş, diyar kir ku sedema tayînkirina qeyûman a şaredariyên HDP'ê ji ber dijminantiya Kurdan diqewime û wiha got: "AKP vîrûsa corona ji bo xwe wekî lutûfekê dibîne. Piştî Hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê ji bo xwe lutûfa duyemîn dibîne."
Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Alîcan Onlu têkildarî hevdîtina wan a bi AKP’ê re ev tişt got: “Hevdîtin bixwe jî zehmet bû. Sererastkirin, divê destpêkê ji bo vîn û tenduristiya gel, bi hevkariyê bikeve meriyetê.”
Lijneya Giştî ya Meclisê, bi hinceta ku Dîvana Serokatiyê li hev kom nebûye, vebû û hat girtin.
Parastvanên mafên zarokan bertek nîşanî sererastkirina înfazê ya nû dan û diyar kirin ku “efûya îstîsmarkirina zarokan nabe” û xwestin ku rapora ku di meha çileyê de pêşkêşî Komîsyona Edaletê ya Meclisê kirine, li ber çavan bê girtin.
Parlamentera HDP’ê Feleknaz Ûca, tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên partiya xwe ji Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay pirsî.
Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû, derbarê qedexeya derketina kolanan de got; “Ger welatî rewşa xwe ya awarte îlan bike, wê demê pêdivî dê bi tedbîrek zedetir nebe.”