• img

    Canbaz: Bi qeyûm dixwazin civakê tecrîd bikin

    Parlamentera HDP'ê Stenbolê Dilşat Canbaz, diyar kir ku îktidara AKP'ê bi tayînkirina qeyûman dixwaze hemû civaka Tirkiye tecrid bike û wiha got: “Divê her kes ji bo Amed Mêrdîn û Wanê rabe ser piyan. Divê her her kes eniya Tirkiye li dijî qeyûm rake ser piyan.

  • img

    Wekîlê CHP’ê, siyasetmedarên HDP’î yên li Kandira ziyaret kir

    Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê Yildirim Kaya, siyasetmedarên HDP’î û nivîskarên Cûmhûriyetê yên li Girtîgeha Kandira girtine ziyaret kirin. Kaya diyar kir ku li dijî tune hesibandina vîna gel û qetilkirina demokrasiyê, ewê demokrasiyê tim bidin jiyîn.

  • img

    Temellî: Li dijî bloka faşîst pêngava herî girîng Tifaqa Demokratîk e

    Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê di serdana Malagel de axivî, wiha got: “Bi tayînkirina qeyûman, gelên Tirkiyeyê hatiye hedef girtin. Tifaqa Demokratîk, îro li dijî bloka faşîst a AKP û MHP’ê pengava herî girînge.”

  • img

    Turan: Çima Wezîr pirsan bê bersîv dihêle?

    Parlamenterê HDP'ê yê Mêrsînê Dr. Ridvan Turan, diyar kir ku Wezirê Daristan û Çandiniyê Bekir Pakdemîrlî, ji 900 pirsan 208 pirs piştî dema wê boriye bersivandine û hêj 228 pirs jî bersîv nedaye.

  • img

    Temellî: Aqilê 28'ê Sibatê bi destê AKP'ê di meriyetê de ye

    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, ODP ziyaret kir. Temellî, di ziyaretê de diyar kir ku ji bo îtîraza bi stratejiya HDP'ê ya 31'ê Adarê derket holê berdewam bikin dest bi xebatan kirine. Temellî, anî ziman ku piştî vê hewldana wan îktîdarê qeyûm tayîn kiriye.

  • img

    Mijara 1'ê Îlonê ya HDP'ê dê 'qeyûm' be

    Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Salîm Kaplan diyar kir ku heta hevşaredarên wan vegerin ser peywira xwe dê çalakiyê xwe bidomînin û got ku dê 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, bi rojeva qeyûm pêşwazî bikin.

  • img

    CHP: Plana AKP’ê ya desteserkirina Stenbolê bi xwedîderketina Amedê wê pûç bibe

    Parlamenterên CHP'ê yên Stenbolê Bariş Yarkadaş û Ozgur Karabat, diyar kirin ku ger AKP firsendê bibîne wê dest dîne ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û gotin: "Plana îktîdarê ya desteserkirina şaredariyên Enqere û Stenbolê tenê bi xwedîderketina şaredaiyên Mêrdîn, Amed û Wanê wê bê pûçkirin."

  • img

    Paylan: Di serdema Davutoglu de 'Plana Çokdanînê' xistin meriyetê

    Parlementerê HDP’ê Garo Paylan diyar kir ku ew Serokwezîrê Berê Ahmed Davûtoglû weke “Qutiya reş a dewletê“ dibinin û di serdema wî de mekanîka darbeyê ya li dijî pêvajoya çareseriyê dînamît kirin û got: “Serdema Davûtoglû weke ya Mehmet Agar e. Di serdema Davûtoglu de 'Plana çokdanînê' xistin meriyetê. were li Meclîsê biaxive.”

  • img

    Temellî: Em dixwazin pêvajoya muzakereyan bidin afirandin

    Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di çarçoveya hevdîtinên “Destûra Bingehîn a Demokratîk”, “Pakêta Darazê” û “Îtîfaqa Demokrasiyê” ewil KESK’ê ziyaret kir. Temellî di serdanê de got: “Em dixwazin ji bo her kes dikaribe bi her kesî re biaxive pêvajoyek muzakereyan bidin afirandin.”

  • img

    Oluç bersiv da Erdogan: Diyariyên ku qeyûm şandin te girt?

    Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Saruhan Oluç, bersîv da gotina Erdogan a “Pereyan dişînin Qendîlê" û wiha got: "Derewan dikin. Şaredariyê me yek Quriş nelirêtî nekiriye. Diyariyên ku qeyûm ji were şandin we girtin ya na?"

  • img

    Ozgokçe: Qeyûm bi 700 hezar lîreyî kinc kirîn, wê gel hesab bipirse

    Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Bedîa Ozgokçe ku qeyûman wekî "heydût, rêbir" binav kir, diyar kir ku wê bloka AKP-MHP'ê bi têkoşîna gelê kurd biçe û got: "Wê gelê Wanê hesab ji kesên pereyên wan dizîne bipirse."

  • img

    HDP: Divê meclîs gotinên Davutoglu lêkolîn bike

    HDP'ê ji meclîsê xwest ku gotinên Serokwezîrê Berê Ahmet Davutoglu ya “Ger der barê têkoşîna terorê de defter bên vekirin, wê gelek kes êdî nikaribe têkevin nava mirovan" lêkolîn bikin û Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê ava bikin.

  • img

    Nakokiyên Erdogan ên sindoqan: Duh û îro hev nagire

    HDP’ê di hilbijartina 31'ê Adarê de bi dengekî pir zêde şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê qezenç kir. Lê hêj 5 meh neqediyan Wezîrê AKP'ê yê Karên Hundir Suleyman Soylu qeyûm tayîn kir. Tayînkirina qeyûman gotinên Serokê Giştî û Serokomar Tayyip Erdogan ên têkildarî hilbijartinê anî hiş û aqilan. Erdogan duh tiştek û îro tiştekî din dibêje.

  • img

    Kiliçdaroglû: Qeyûm bêhurmetiya li vîna gel e

    Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû têkildarî tayînkirina qeyûman a şaredariyên HDP'ê got ku pirsgirêk ne pirsgirêka HDP û partiyeke din a siyasî ye, bêhurmetiya li vîna gel e.

  • img

    Ji Soylû daxuyaniya qeyûm

    Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû têkildarî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên HDP'ê daxuyanî da û got ku wek dewlet tayînkirina qeyûman peywira wan e.

LÊGERÎN