Li Colemêrgê starta hilbijartinê hat dayîn
- polîtîka
- 14:10 19/4/2018
Rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên Colemêrgê starta hilbijartina pêşwext dan û gel vexwendin civîna “Kordînasyona hilbijartinê” ya dê sibê bê lidarxistin.
Rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên Colemêrgê starta hilbijartina pêşwext dan û gel vexwendin civîna “Kordînasyona hilbijartinê” ya dê sibê bê lidarxistin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku tirsa desthilatdariyê bi xwe re hilbijartina pêşwext anî û got: “Vê tirsa wan hêviya demokrasiya pêşwext afirand. Ecelê bizinê nanê şivên dixwe.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî starta hilbijartina zordest bi ziyaretkirina esnafên Halê ya Mêrsînê da. Temellî li tengezarî û pirsgirêkên esnafan guhdar kir û destnîşan kir ku ji bo rojên xweştir divê desthilatdariya heyî biçe û esnaf jî xwedî heman fikir e.
Bersûcên ku di Doza Nisêbînê de tên darizandin, di parêziya xwe de li hemberî girêkoriya netewdewletan, xweseriya demokratîk a li ser asasê jiyana komunal parastin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, di civîna hevserokên bajar ên partiya xwe de axivî û got: “AKP-MHP ji hilbijartinên pêşwext bi hêvîne, lê emê wan bavêjin çopdanka dîrokê."
Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan, diyar kir ku ew naxwaze derbarê hilbijartina pêşwext de bi axive û bi israr bal kişand ser guhertina qanûna bingehîn a 16'ê Nîsanê û wiha got: "Înşallah guhertinên qanûna bingehîn yên 16'ê nîsanê dê di mijdara 2019'an de têkevin meriyetê."
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di komcivîna partiya xwe ya li Meclîsê de axivî û got: “Ez hêvîdarim û daxwaz dikim ji îro pê ve deswerdanek herî biçûk jî ku li dijî gelê kurd pêk were, dê bibe sedema yekîtî û hevgirtina gelê kurd. Pêwîste gelê kurd li dijî zilmê helwesta xwe deyne holê.”
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî pêşniyar kir ku hilbijartina serokomariyê û parlamenteriyê di salvegera Şerê Melazgîrtê 26’ê tebaxa 2018’an de bê lidarxistin.
Wekîla Seroka Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu têkildarî parastina Selahattîn Demîrtaş vê bangê kir: “Di axaftina birêz Demîrtaş de navê Ahmet Davutoglu, Hakan Fîdan, Yalçin Akdogan û Efkan Ala derbas dibe. Birêz Demîrtaş bi hemû samîmiyeta xwe bûyeran vegot. Hûn biçin şahidiyê bikin. Heke ku hûn ji vê birevin dîrok dê we bidarizîne.”
Rêxistinên CHP’ê bi minasebeta 16'ê Nîsanê salvegera guhertina Qanûna Bingehîn û 18 mehên OLAL'ê li 81 bajaran daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyan de gotin "Ne OHAL em demokrasiyê dixwazin." Li gelek bajaran HDP û DBP'ê jî piştgirî dan çalakiyan.
Parlamenterê HDP’a Amedê Îmam Taşçier ê di şandeya HDP’ê de cih girt, baş kişand ser ziyareta xwe ya Herêma Kurdistana Fedara û got: “Ji bo konreya neteweyî em gavên pêşîn diavêjin. Em armanc dikin ku refleksên me yên neteweyî pêş bikin.”
Rêxistina DBP'ê ya Bajar a Edeneyê kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Nihat Akdogan, diyar kir ku wekî gelê kurd li dijî zextan li ser piyan in û wiha got: "Ne HDP, pirsgirêka AKP'ê ya bendê heye.
Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, li Êlihê beşdarî civîna gel bû û bal kişand ser şerê li Sûriye. Ozturk, diyar kir ku DYA, Rûsya, Tirkiye û welatên din li Sûriye ketine nava çiravê û êdî nikarin ji nav derkevin û wiha got: "Ji ber ku der barê gel de plan û projeyên wan tune û vîna gel nayê dîtin ketiun çiravê."
Parlamenterê HDP’ê Dengîr Mîr Mehmet Firat diyar kir ku beriya hilbijartinan “destpêkirina pêvajoyek nû ya çareseriyê” ne raste û got: “AKP di dengên kurdan de windayihek mezin dijî. Şîrîkatiya bi MHP’ê re, operasyona Efrînê û gotinên rojane yên der barê kurdan de, her aliyê kurd bi bandor kir û li ber çavan e.”
Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen, geşedanên dawî nirxand û diyar kir ku çareseriya li Sûriye dawîlêhatina şer û desthilatdariyê ye û wiha got: “Çareserî dawîlêhatina şerêserdestiyê ye. Hilbijartina demokratîk û azad a vîna gel e."