Namzetên hevşaredariyê navçe bi navçe, gund bi gund hedefên xwe vedibêjin
- polîtîka
- 17:02 03/3/2024
Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê navçe bi navçe, gund bi gund digerin û hedefên xwe vedibêjin.
Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê navçe bi navçe, gund bi gund digerin û hedefên xwe vedibêjin.
Ji bajarên ku herî zêde xizanî û feqîrî serî dikişîne yek jê Agirî ye lê bayê pêvajoyê ber bi milê DEM Partiyê ve ye. Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Agiriyê Hazar Aras û Mehmet Akkuş diyar kirin ku li Agiriyê deriyekî ku lê nedin nîne û wiha gotin: “Dema pêvajoyeke nû ye.”
Pêkhateyên Tifaqa Dêrsimê ji bo hilbijartinên herêmî namzetên xwe yên navenda bajêr û navçeyan dan nasîn. Di danasînê de ev peyam hate dayîn: “Dêrsim em in, em ê bi hev re serbikevin.
Tevî ku Qeyûmê berê qerên giran li pey xwe hiştin, Şaredariya Silopiyayê di 5 salên dawî de ji xizmeta gel paş de nema. Namzetên Hevşaredariya yên DEM Partiyê Jiyan Ormanli û Rênas Onûk wiha gotin: “Em ê revebirina bi gelê xwe re bidomînin.”
DEM Partî ya dixwaze Şaredariya Qereçobanê ya ku yek ji şaredariyên qeyum tayînî wê nehatiye kirin careke din bi dest bixe, bi namzetên nîşan dane ji hilbijartinê re amade ye. Namzetên hevşaredariyê Zelal Yîgît û Kazim Erhan diyar kirin ku bi proje û xebatên dane pêşiya xwe, dixwazin navçeyê di warê çandinî û bazirganiya ajalan de bikin navendeke taybet.
Orhan Çelebî yê dema Hevşaredarê Bajaroka Periyê bû qeyûm tayinî şûna wî hat kirin û niha careke din ji DEM Partiyê bû namzet, got ku ew ji bo vîna xwe ya hatiye xespkirin wergirin bi rê ketine.
Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Pirsûsê Muslum Baran û Ayten Kaya wiha gotin: "Em tên dîwarên di navbera gel û şaredariyê de hatine çêkirin hilweşînin."
Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Depê Songul Duzgun û Cafer Ogûr hewl didin şaredariyeke ku ji 1'ê nîsanê ve mafê gotinê yê şêniyên navçeyê be ava bikin.
Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ên Amede yên DEM Partiyê Serra Bûcak û Dogan Hatûn bi nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî yên bajêr re hatin behav. Namzetên hevşaredariyê girîngiya xebata bi hev re ya ji bo jêbirina texrîbata qeyûman a 8 salan destnîşan kir.
Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak di Doza Kobanê de axaftina xwe ya ewil a têkildarî hilbijartinê kir û wiha got: “Me ji bo vekirina rêyek rast, ji bo vekirina rêya aştiyê û ji bo vekirina rêya azadiyan berpirsyartî û peywir li xwe girt.”
Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Milazgirê ku AKP'ê di hilbijartinên 2019'an de bi fen û fûtan ew bi dest xistibû, diyar kirin ku ew ê ruhekî nû ava bikin û gotin: "Serkeftina me wê ne tenê serkeftina şaredariyê be."
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku qeyûm înkarkirina gelê kurd, çand û zimanê kurdî ye û wiha got: “Nikarin bi rê û rêbazên exlaqî bi ser bikevin. Lewma Qeyûman tayîn dikin. Lê em ê wan têk bişînin.”
Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak ên diyar kirin ku dê li Dêrsimê li dijî polîtîkayên bişaftin û bêesilkirina çandî xebatên xwe bimeşînin, wiha gotin: “Li dijî manîpulasyona ‘Tunceliyê’ em ê Dêrsimê li qodên wê yên berê vegerînin.”
Welatiyên Şirnexê bertek nîşanî veguhestina hilbijêran dan û wiha gotin: "AKP derewan dike, diz e. Em ê rê nedin ku AKP careke din vîna me desteser bike."
Welatiyên bertek nîşanî endamê AKP’î Îsmet Olmez ê xwezaya Colemêrgê talan dike û bi belavkirina pereyan dixwaze di hilbijartinê de bi ser bikeve dan û wiha gotin: “Tu heya îro li ku derê bûy? Ev der keleha têkoşînê ye. Reng û partiya me diyar e.”