Partiyên muxalefetê bi boneya cejnê çûn serdana HDP’ê
- polîtîka
- 13:02 22/4/2023
Partiyên Tifaqa Milet bi boneya Cejna Remezanê çûn serdana HDP’ê.
Partiyên Tifaqa Milet bi boneya Cejna Remezanê çûn serdana HDP’ê.
Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Antalyayê Zohre Tedîk diyar kir ku ji hesabê ji faîlên lawê xwe yê di Komkujiya Garê ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da bipirse wê li Meclisê be û wiha got: “Li dijî kesên welat ber bi tarîtiyê ve birin divê weke karker, jin, kedkar zêdetir bixebitin.”
Yek ji namzetên parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Îlknûr Bîrol a ji kevneşopiya têkoşîna kedê tê, diyar kir ku ew li herêma 3’yemîn a ku AKP'ê di hilbijartinên beriya niha de piştgiriyeke xurt wergirtiye bi biryar in û got: “Hilbijêr di nava lêgerîna xelasiyê de ne.”
Keça siyasetmedarê kurd Orhan Dogan rojnameger Ayşegul Dogan bû namzeta Partiya Çepên Kesk a Şirnexê û ala têkoşînê ya bavê xwe girt. Dogan wiha got: "Hêvîdar im ku ez bikaribim layiqî têkoşîna wî bibim, ez bikaribim wî biparêzim."
Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku di serî de pirsgirêka kurd ew dê ji bo çareseriya pirsgirêka jin, ciwan, zarok, karker û kedkaran bixebitin û destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêka kurd wê bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan be.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di hevdîtina bi gel re ya li Samandagê axivî û got ku navnîşana guherînê Partiya Çepên Kesk e û wiha got: “Em ê hem îktîdarê têk bibin û hem jî pergalê biguherînin.”
Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Colemêrgê Vezîr Parlak, ji ber zextên dewletê tevî malbata xwe neçar mabû ku ji bajarê xwe koç bike. Parlak ku niha li bajarê xwe bûye namzet, wiha got: “Em ê berxwedana vî gelî di 14’ê Gulanê de veguherînin cejnê.”
Partiya Çepên Kesk li gelek navendan buroyên hilbijartinê vekirin. Yek ji namzeta Amedê Halîde Turkoglû diyar kir ku dixwazin di Meclisê de herî kêm bi 100 parlamenteran cih bigirin û wiha got: “Em ê yek zilamî bişînin, me soz da hev.”
Elewiyên ku rastî polîtîkayên pişaftinê tên, bang li her kesî kirin ku di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de yekitiya xwe ava bikin.
Namzetên Parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Îdirê destnîşan kirin ku ew bi rêxistinkirinê dikarin dawî li rejîma yekzilamî bînin û wiha bang kirin: "Werin em di bin banê Partiya Çepên Kesk de bibin yek.”
Namzetê parlamenteriyê yê Semsûrê yê Partiya Çepên Kesk Alî Kenanoglu bal kişand ser ewlehiya sindoqan û got: "Li Herêmên erdhejê ya herî girîng ewlehiya sindoqan e. Divê hemû partiyên muxalif bi peywîrdarên sindoqan û muşahidan sindoqan biparêzin û rê nedin şaîbeyan."
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku ew dixwazin parlamenterên xwe gelek zêde bikin û di parlamentoyê de bibin hêzeke diyarker û got: “Banga me li gelê ew e ku dengên xwe bi awayekê stratejîk bidin.“
Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Cengîz Çandar diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê AKP-MHP’ê têk biçin û tecrîda li Îmraliyê were rakirin û wiha got: “Em ne ji bo bibin parlamenter lê ji bo têkoşînê diçin meclisê.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan ku li Torosan di vekirina buroya hilbijartinê de axivî, diyar kir ku wê bi hilbijartinên 14’ê Gulanê, siberoja gelên Tirkiyeyê, kurd û ciwanan diyar bibe û got: “Niha tiştê divê em bikin ew e ku AKP’ê di binê sindoqan de bihêlin."
Li Seyhanê vekirina büroya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk veguherî mîtîngê. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku ew ê her derî bi rengê Partiya Çepên Kesk boyax bikin û got: “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin. Oxir be AKP.”