Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo zarokan şahî li dar xist
- ciwan
- 12:55
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê di çarçoveya kampanyaya “Em di jiyana sosyalîst de israr dikin, bi Rêbertiya azad xwe birêxistin dikin” de ji bo zarokan şahî li dar xist.
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê di çarçoveya kampanyaya “Em di jiyana sosyalîst de israr dikin, bi Rêbertiya azad xwe birêxistin dikin” de ji bo zarokan şahî li dar xist.
Ji Meclisa Ciwanan a HDK’ê Alî Talay diyar kir ku dê di 15-16’ê Hezîranê de konferansa “Ciwan û Civaka Demokratîk” li dar bixin û got: “Di konferansê de ji bo me ya girîng helwesta hevpar e.”
Ezmûnên LGS û YKS'ê nêz dibin, serokê Şaxa OVDER'ê ya Eskîşehîrê Faîk Alkan pergala ezmûnan rexne kir û diyar kir ku gelek ciwan li vî welatî pêşeroja xwe nabînin û çûyîna derveyî welat xeyal dikin.
Endama Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Eda Kalafat û endamê YDG'ê Metîn Ozken ên ji ber bîranîna pêşengên şoreşger hatin girtin, hatin berdan.
Xwendekarên Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê, di torena mezûnbûnê de Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder bi bîr anîn.
Rêxistinên ciwanan ên li dijî krîzên heyî îtîraza wan heye û ji bo vê têdikoşin, diyar kirin ku ew ê di 1’ê Gulanê de xwedî li banga Abdullah Ocalan derkevin û ji rewşa heyî re bibêjin “bes e.”
Ciwanên HDK’î yên beşdarî meşa Amarayê bûn, diyar kirin ku ji bo civakîkirina “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan dê pêşengtiyê bikin.
Xwendekarên Zanîngeha Teknîkê ya Yildizê ji bo xwendekarên girtî nîşeya “Ev qad ji bo hevalên me yên dema mafên xwe yên destûra bingehîn bi kar anîn hatine veqetandin” danîn ser rûniştekan.
Martîna Florîo ya ji Îtalyayê tevlî meşa 4 rojan a Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ya ji Amedê heta Amarayê bû got, "Abdullah Ocalan rêya divê em bimeşin nîşanî me dide. Ev rêya mirovên ji azadî, mirovahî, rojên bedew, demokratîk û aştiyane bawer dikin e."
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ku bi boneya 76’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Amedê ber bi Amarayê ve meşiy, li Curnê Reş bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.
Meşa Amarayê ku bi pêşengiya Meclsa Ciwanan a DEM Partiyê dest pê kir, gihîşt navçeya Curnê Reş a Rihayê.
Ciwanên enternasyonal diyar kirin ku Abdullah Ocalan bi banga xwe deriyê feraseteke nû ya siyasetê vekiriye û gotin ku perspektîfa wî wê pêşengiya hemû tevgerên şoreşger ên cîhanê bike.
Di êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê de hejmara kesên hatine qetilkirin derket 50 hezar û 357 kesan. Her wiha 114 hezar kes jî birîndar bûn.
Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo meşa ji Amedê ber bi Amarayê ve banga tevlibûnê kirin û gotin: “Em bi ruhê Newrozê li Amarayê bin.”
Xwendekarên Zanîngeha Anadoluyê anîn ziman ku dê çalakiya wan a boykotê ya jui bo demokrasî û azadiyê piştî betlaneyê jî bidome.