Ji bo 7 kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dan şîn hat danîn
2 jê zarok ji bo 7 kesên ji heman malbatê jiyana xwe ji dest dan, li Taxa Dcîlekent a Peyasê şîn hat danîn.
- 13:21
Bendera Mochayê ya ku Hûsiyan êrişî wê kir hat girtin
Di pevçûnên li Yemenê de komên ji aliyê Erebistana Siûdî tên piştgirîkirin dest bu bikaranîna dronên întiharê kirin û Bendergeha Mochayê ku Hûsiyan ew hedef girt hat girtin.
- 12:52
Îranê Şahram Sadeghi îdam kir
Girtiyê siyasî Şahram Sadeghi hat îdamkirin. Mal û milkê Sadeghi jî hat desteserkirin.
- 12:40
Di operasyona der barê Suleymanciyan de 32 kes hatin girtin
Di lêpirsîna der barê cemaeta Suleymanciyan de serekê terîqetê Alîhan Kurşîn jî di nav de 32 kes hatin girtin. Her wiha 6 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.
- 12:18
Operasyona gendeliyê ya li Iraqê: 20 milyon dolar û 60 kêlo zêr hate desteserkirin
Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê ragihand ku di operasyoneke gendeliyê de ku wezîrê berê, mûstewşar û hejmareke zêde ya rayedaran di nav de ne, dest danîne ser 20 milyon dolar, 60 kîlogram zêr, 200 milyon dînarê Iraqê, erebeyên luks û gelek kelûpelên giranbiha.
- 11:22
Karayilan: Mesele tenê anîn çekberdanê, ev nêzîkatiya teng pirsgirêkê çareser nake
Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel Murat Karayilan got: "Hesasiyetên gelê me, nêrînên tevgera me û nêrînên Rêbertiyê me jî zêde nehatiye dîqetkirin. Meseleyê tenê anîn çekberdana gerîla. Lê ev pirsgirêk, pirsgirêkekî sedsalî ye. Nêzîkatiyeke teng heye. Bêguman, ev nêzîkatiya teng pirsgirêkê çareser nake."
- 10:40
Amedspor ji bo serketinê dadikeve qada Lîga Super
Amedspor ku dê cara ewil di Lîga Super de bilîze, îro dê bi Erzurumsporê re bilîze. Serokê TFF'ê, Wezîrê Karên Navxweyî û Wezîrê Sporê jî dê li trîbunê maçê temaşe bikin.
- 10:34
Girtiyê ku krîzê li dilê wî xist piştî tedawiyê bi rojekê şandin girtîgehê
Girtî Mehmet Huseyîn Maral ku di 14'ê Tebaxê de li Girtîgeha Bûrdûrê krîzê li dilê wî xist, piştî rojeke dermankirinê dîsa ew şandin girtîgehê.
- 10:03
Li Endonezyayê hejmara kesên di erdhejê de mirin gihîşt 51'ê
Li Endonezyayê di erdheja ku duh bi pileya 7.7 pêk hat de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihîşt 51'ê û her wiha hezar û 300 avahî jî xisar dîtin.
- 09:33
Li Mêrdînê cinayeta kar
Li navçeya Artûklûyê, karker Tahîr Çiçek ê 62 salî yê di bin trafoyê ceryanê de ma jiyana xwe ji dest da.
- 09:28
Kongreya ARÎ-DER'ê: Ji bo Kurdî ji destê kê çi tê divê bike
Di 4'emîn kongreya asayî ya ARÎ-DER'ê de ji bo Kurdî banga berpirsiyariyê hat kirin.
- 16:10 15
Çalakiya karkerên madenê ya li ber wezaretê didome
Karkerên madenê ku ji bo destheqê xwe li Enqereyê ne, tevî binçavkirinan jî çalakiyên xwe di rojan 6an de didomînin.
- 15:22 15
Bang ji bo girtiyên nexweş Mînaz û Koç: Bila bên berdan
Di daxuyaniya ji bo girtiyên nexweş de îşaret bi rewşa girtiyên nexweş Davut Mînaz û Necdet Koç hat kirin û banga demildest berdana wan hat kirin.
- 15:18 15
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Nacî Naycî yê 33 sal berê hat windakirin pirsîn
Dayikên Şemiyê di hefteya 1116'emîn de li aqûbeta Nadîr Nayci yê beriya 33 salan di sala 1993'yan de hatibû binçavkirin pirsin.
- 14:25 15
Ji xizmên windayan daxwaza edalet û hevrûbûnê
Xizmên Windayan di çalakiyên xwe yên Amed, Êlih, Riha û Colemêrgê de li aqûbeta windayan pirsîn û daxwaza edalet û hevrûbûnê kirin.
- 14:06 15
Xwarziyê Abdullah Ocalan jiyana xwe ji dest da
Xwarziyê Abdullah Ocalan, Ramazan Ocalan, li Parîsê jiyana xwe ji dest da.
- 13:28 15
Li Amedê mînîbus qulibî: 5 kes mirin
Li navçeya Licê ya Amedê mînîbusek qulibî û di encamê de 3 kesan li cihê bûyerê û 2 kes jî piştî rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan.
- 12:45 15
Îsraîlê êrişî Libnanê kir: 7 kes mirin
Di êrişeke hewayî ya Îsraîlê de ku li nêzî gundê Ansarê yê li başûrê Libnanê pêk hat, 7 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.
- 12:42 15
Xelkê Enqereyê: Dê gavên qanûnî tevkariyê li civakîbûna aştiyê bikin
Welatiyên li Enqereyê ku bal kişandin ser pêwistiya bi zemîna hiqûqî ya ji bo pêvajoyê, destnîşan kirin ku dê gavên bên avêtin bikin ku aştî civakî bibe.
- 10:54 15
Li Sûriyeyê rewşa dawî ya pêvajoya entegrasyon û veguherînê
Li Sûriyeyê di çarçoveya entegrasyonê de gavên dawî tên avêtin. Tasfiyekirina OSO'yê ku di provakasyona Serêkaniyê de hebû didome û ligel vê gavên ji partiyeke siyasî tên avêtin ku dê xîtabî tevahiya gelan bike
- 10:00 15
Li Dîlokê 5 kesên ku dest dirêjî jina astengdar kirin hatin girtin
Li navçeya Şahînbeyê 5 kesên dest dirêjî jina ker û lal kiribûn hatin girtin.
- 09:30 15
Li Endonezyayê bi pileya 7.7 erdhej çêbû
Li herêma Flores a Endoznezyayê, bi pileya 7.7'an erdhej çêbû.
- 09:23 15
- 09:00 15