Fuat Alî Riza: ‘Qanûna Çarçoveyî’ çawa dikare pêk were?
Fuat Alî Riza di gotara xwe de diyar kir ku qanûna çarçoveyî ji aliyê dewletê ve hatiye derxistin ya ku divê vê qanûnê bixe meriyetê jî dewlet bi xwe ye û got: “Divê were qebûlkirin ku gelê Kurd bi hebûn û nasnameya xwe bikare siyasetê bike. Di heman demê de weke pêdiviyeke stratejiya entegrasyona demokratîk, divê veguherîna li gorî siyaseta demokratîk a rêxistiniya Kurd jî were qebûlkirin.”
Li Tekîrdagê li dijî komeleya Kurdî êrişa çekdarî pêk hat
Li Çerkezkoyê li dijî Komeleya Pêşveberina Zimanê Kurdî êrişa çekdarî hate kirin.
Îranê êrişî kampa Komeleyê kir
Îranê, êrişî kampa Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ya li Sûrdaşê kir. Ji ber êrişê agir bi hin xaniyan ket.
Azadiya Welat bi manşeta ‘Divê bênavbeynkar bigihîje gel’ derket
Hejmara 35’an a Rojnameya Azadiya Welat vê hefteyê bi manşeta ‘Divê bênavbeynkar bigihîje gel’ derket pêşerî xwînerên xwe.
Prof. Kiliçaslan: Rêya aştiyane ya ji bo çareseriyê pir hêja ye
Damezrînerê SAHÎ'yê Prof. Dr. Zekî Kiliçaslan ku got "Aştî ji bo mirovan û hemû bûneweran e" wiha got: "Ji xeynî çareseriyê tu çareyeke me ya din tune ye. Tevî pirsgirêkan jî, em ê ji bo domandina pêvajoyê bitêkoşin."
11 sal in ji qatilên Cemîle Çagirga hesab nehatiye pirsîn
Dayika Cemîle Çagirga ya 10 salî ku di dema qedexeya derketina derve ya li Cizîrê de hatibû kuştin û cenazeyê wê di sarincê de hatibû rawestandin Emîine Çagirga, ji bo pêkanîna edaletê banga ji nû ve vekirina lêpirsînê kir.
Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari carekê din hatin hilbijartin
Di 5'emîn Kongreya Mezin a Asayî ya DEM Partiyê de Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan carekê din weke Hevserokên Giştî hatin hilbijartin.
Hevşaredarê Agiriyê Akkuş hate oxirkirin
Hevşaredarê Agiriyê Memet Akkuş ê ku ji ber nexweşiya penceşêrê ku ev demeke dirêj e lê tedawî dibû duh jiyana xwe ji dest dabû, bi beşdariya hezaran hate oxirkirin.
Li Hesekê dibistanan bi protesto dest pê kir: Em 3 dersan qebûl nakin
Li Hesekê sala perwerdeyê destpê kir. Li Qamişlo xwendekaran hin dibistanan, biryara Wezareta Perwerdeyê ya ji bo zimanê Kurdî red kirin.
Tuncer Bakirhan: Em ji bo rêvebirina Tirkiyeyê talib in
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku wan Tevgera Komara Demokratîk îro dane destpêkirin û got: “Em ji dema nû re amade ne û em ji bo rêvebirina Tirkiyeyê talib in.”
DFG û MKG: Divê dengê aştîxwazan ji yê şerxwazan bilindtir be
MKG û DFG'ê têkildarî Roja Çapemeniya Azad daxuyaniyek hevpar da û got: "Niha peywireke din li pêşiya çapemeniya azad e: bûyîna dengê civaka demokratîk. Tenê ne li Kurdistanê li tevahiya cîhanê ji bo jiyaneke azad û wekhev pêdivî bi civaka demokratîk heye. Çapemeniya azad jî di vê demê de bi berpirsiyariya rojnamegeriya aştiyê tevgeriya."
Tulay Hatîmogullari: Ev kongre qonaxek e, em amadekariya veguherîneke nû dikin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di kongreyê de axivî û diyar kir ku kongreya wan di heman demê qonaxek e û ew ji bo veguherîneke nû amadekariyê dijin û wiha got: “Em ji bo avakirineke demokratîk amade ne. Dibe ku îtîraz hebin, provakasyon jî derbikevin û bawerî qels jî bibe. Lê peywîra me jî di vir de destpê dike. Pirsgirêkên sed salan di rojekê de çareser nabin. Divê em vê demê baş bikar bînin."
Ji JINNEWS'ê çeteleya tundiyê ya Tebaxê
Li gorî çeteleya meha Tebaxê ya JINNEWS'ê herî kêm 22 jin û 3 zarok hatine qetilkirin, 19 jin û 7 zarokî jî biguman jiyana xwe ji dest dane.
Dayikên ku zarokên xwe winda kirine: Em bawer dikin ku dê aştî bê
Ji dayikên ku di têkoşîna azadiyê de zarokên xwe winda kirine Perîşan Kayayê got: "Kurê min neheqî qebûl nekir", Hatîce Tekînê jî got: "Ez cenazeyê kurê xwe dixwazim."