Ji Îlham Ehmedê piştgirî ji bo 'rakirina mueyîdeyan'

  • rojane
  • 15:33 8 Mijdar 2025
  • |
img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Îlham Ehmed ku di konferansa YRJ’ê de axivî, got: “Meseleya Sûriyeyê gihiştiye Washingtonê. Em piştgirî didin rakirina pêkanînan, lê divê dengê jinan were bihîstin.”
 
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê Îlham Ehmed di konferansa 4’emîn a YRJ’ê de ku li hola Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo tên lidarxistin de axivî.
 
Îlham Ehmedê konferansa YRJ’ê pîroz kir û got: “Di serdema nû de, rola ragihandinê bi taybetî rola jinan xwedî wateyek girîng û jiyanî ye. Di dîroka gelê Kurd û Rojhilata Navîn de, di vê serdema şoreşê de ragihandina jin xwedî roleke girîng e. Di dîroka mirovahiyê de têkoşîna û cihgirtina wê di şoreşan de derneketiye holê. Ji ber ku hêzeke ku dengê heqiyê derxîne holê çênebûye. Eger hîna maf û rola jinan rojev e, sedemek jî ev e. Eger îro jinên di ragihandinê de li vir kom bûne û biryar dane bibin dengê jinan û gelên bindest, ev gelek girîng e. Em jinên ku ji bo têkoşîna jinan şehîd bûne bi bîr tînin, em ê li ser rêya wan a heqîqetê bimeşin. Îro di nava şerên dijwar û qeyrana Rojhilata Navîn de jinan dengê xwe bilind kiriye û gelek caran bûne qurbaniya siyasetên tên meşandin. Lê îro ji ber ragihandin rola xwe dilîze dikare bibe dengê jinan. Îro Sûriye di çareserkirina aloziya Rojhilata Navîn de navend e. Ji ber wê demeke dirêj hêzên derve li ser Sûriyeyê destwerdan kirin. Ne tenê destwerdana derve, eger evqas destwerdan û alozî di hundir de çêbûn, pirsgirêka esasî ya hindirê Sûriyeyê ye. Pirsgirêka destpêkê ya desthilata Sûriyeyê ye ku yekrengî bû, dixwest dengê gelan û jinan tune bike. Sedema bingehîn a aloziya Sûriyeyê kûr kir û hişt hêzên derve destwerdan bikin ev bû.”
 
Îlham Ehmedê bal kişand ser kiryarên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û wiha axivî: “Niha desthilatek nû hat. Herkes li benda nûbûnekî bû. Nûbûn çawa çêdibe, dema ku hevbeşiya rêveberiyê, mafê jinan û gelan bihata mîsogerkirin ev dibû Sûriyeyek nû. Lê heta niha rêveberî û pêvajoyek demkî heye. Li gel ku li Peravê û Siwêyda alozî çêbûn, kesên bi darê zorê hatine koçberkirin venegeriyaye. Pirsgirêkên heyî çareser nebûne, lê hêzên derve dixwazin bi lez û kurtayî çareser bike. Niha pêvajo derbasî Washingtonê dibe. Rêveberên hikumetê di lîsteya terorê de ne, ji lîsteyê derxistin, hewl didin cezayan rakin. Em dixwazin ceza werin rakirin, lê divê guhertin bên kirin. Diyaloga hindirîn gelekî lewaz e. Ji bo vê parlementoyek tê amedekirin, lê hinek beşên Sûriyê beşdar nebûne. Tiştên kêm hene, mafê gelan nehatine naskirin. Ji ber wê gelek tiştên kêm hene. Divê diyalog bê pêşxistin û destûra hatî çêkirin bê sererastkirin. Em van peyaman ji aliyên derve û hindir dibêjin. Em rast dibînin ku ceza werin rakirin, em tevayî ji van cezayan zehmetiyan dikişînin, girînge bên rakirin. Lê divê dengê jinan û gelan bên bihistin. Jin heta niha rastî zordariyê tên. Dengê jinan di Sûriyê de gelek girînge li dijî van kiryaran. Em di derbarê muzekereyan de, danûstandin tên kirin. Gavên girîng hatine avêtin. Dema vegera ji Washingtonê çêbibe, divê diyalog bidomin.”
 
Îlham Ehmedê pêvajoya li Tirkiyê bîr anî û got: “Niha li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê pêvajoyek heye, aliyê Kurd û Rêber Apo gavên girîng, bi bawer avêtin. Lê di aliyê Tirkiyeyê de dudilî û tirsek heye. Ji çi ditirsin. Diyare destwerdan li ser vîna Tirkiyeyê çêdibe ku wan dide rawestandin. Em dixwazin îro bi Şamê de pirsgirêkên xwe çareser bikin. Em ji bo vê cidî ne. Divê Tirkiye jî gavên erênî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê biavêje. Eger li Tirkiyeyê aramiyek hebe, rola Tirkiyeyê di Sûriyê de pir giran û mezin e.” Ji bo vir jî çareser bibe, divê Tirkiyeye li wir jî gavan biavêje. Demokratîkbûn, naskirin mafê jinan û gelan ne Tirkiyê ne jî Sûriyê lewaz dike. Berovajî bihêz dike. Derveyî wê gefên ku ji nû ve rê li şeran veke, ji kesî re sûda wê nebe. Derket holê ku ji şer sûd ji kesî re dernakeve. Bila bê zanîn gel ne berxê qurbanê ye. Vîna gel a parastina xwe derketiye holê. Divê dewlet ji naskirina vîna gel vekirî be. Pêknehatina edaletê, tê wateya şer. Em naxwazin qala şer bikin, em dixwazin aştî pêk bê.”
 
Îlham Ehmedê qala dorpêça li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir û wiha domand: “Niha li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rê hatine qutkirin, armanca çi ye? Desthilata Şamê dixwaze kê lewaz bike, îro dorpêça heyî li ser tevayî gelê Sûriyê ye ne tenê li ser Kurdan e. Eger cezadikin tevayî gelê Sûriyê ceza dikin. Niha wan jî îlan kir tevayî hêzên çekdar ên li Sûriyê di bin sîwana wezareta parastinê de ne. Wê demê tiştên çêdibin di ber pirsyariya wezareta parastinê de ye. Demdirêj rejîma Baas’ê heman tişt dan meşandin, ser neket û niha jî ser nakeve. Em dixwazin li vir bêjin, kes nikare dengê me qut bike. Ragihandina me ya azad heye, dikare xwe bigihîne tevayî cîhanê. Kêmaniyên me hene em di van konferansan de çareser dikin. Rgihandina me di salên şoreşê de rolek pir girîng lîstin û di vê oxirê de canê xwe dan. Îro pir girînge hêjmarek ji jinan ev rol girtiye ser milê xwe. Divê bihêztir beşdarî pêvajoya nû bibe, divê pêvajoyê de dê rêbaz û zimanê ragihandinê çawa be, emê çawa bikarin bibin dengê jinan û gelan bên xurtkirin.”

Sernavên din

10:13 Îsraîlê pêşnûmeya cezayê 'darvekirinê' ya ji bo filistîniyan da ber dengdayînê
10:09 Hilbijartina li Iraqê dest pê kir
10:01 Bêkarî dibe sedema zêdebûna wê, şaredarî terkexem in: Ma dê wiha pêşî lê were girtin?
09:42 Şîlan Bîngol: Ji bo aştiyeke mayinde bi 'mirinan' re hevrûbûn divê
09:41 'Heta statûya Kurdî neyê qebûlkirin em nikarin qala entegrasyonê bikin'
09:26 Êdî tiryak li ber deriyên dibistanên seretayî ye: Têkoşîn kêm e
09:06 Li Tekîrdagê Kurdî di bin xetereya saziyên dewletê de ye
09:02 Pisporê tenduristiya gel: Ji bo tenduristiyê aştî pêwîst e
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2025'AN
08:52 Tê payin li 22 bajaran baran bibare
08:45 Li Behra Spî bi pileya 4.9 erdhej çêbû
10/11/2025
16:48 Şînên li Amedê bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:40 Li Sêrtê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê hat dayin
16:20 Şaredariya Mûşê avakirina ‘Meclisa Jinan’ ragihand
16:20 Şîna Îshak Tepe bi girseyî hate ziyaretkirin
16:19 Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol didome
15:28 CPT: Tirkiye hejmara baregehên xwe zêde dike
15:10 Dadgeriya Înfazê: Lijneya Çavdêriyê ne ew meqam e ku poşmaniyê binirxîne
14:27 Rêveberiya Amedsporê: Motîvasyona tîma me bilind e
14:22 Hem li dijî zextên hevjînên xwe hem jî yên civakê têdikoşin
13:59 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Aykol name şandin
13:38 Daxwaza sewqa ji bo Îmraliyê kirin hinceta ‘taloqkirina tehliyeyê’
13:18 Bîranîna Komkujiya Garê: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
12:02 Hilbijartina Parlamentoya Iraqê sibê ye
11:58 Bagera Fung-wongê bîlançoyeke giran li pey xwe hişt
11:57 Tevî pêvajoyê jî ferzkirina sîxûriyê didome
11:26 ‘Çareseriya herî rast a li dijî tiryakê, piştevaniya rêxistinkirî ya gel e’
10:44 Vaye rêgeha tiryakê: Serkêşiya wê ‘bajarên biewle’ dikin
09:37 Li Êlihê 2 kes hatin kuştin û 5 kes birîndar bûn
09:21 Xwebûn bi manşeta ‘Jin bajaran ji nû ve saz dikin’ derket
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2025'AN
09/11/2025
16:55 Komên paramîlîter ên Tirkiyeyê 11 kes revandin
14:32 Vê hefteyê dê budçeyên 4 wezaretan bên nîqaşkirin
14:20 DFG’ê xebatkarên Çapemeniya Azad ên hatine qetilkirin bi bîr anî
14:00 Jinan li Erdîşê şitilên berûyê danîn
13:59 Îshak Tepe wefat kir
13:31 TJA’yê starta 25’ê Mijdarê da
12:17 Wezîrê Edaletê: Biryara têkildarî Demîrtaş li ber destê dadgehê ye
12:17 Dengdana taybet a ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dest pê kir
11:59 Kesên nêzî saleke daxwaza aştiyê dikin axivîn
11:30 Sala 20’an a bombekirina Pîrtûkxaneya Ûmûtê: Divê dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe
10:30 Li Îtalyayê ji bo bîranîna Nagihan Akarselê mihrîcan hat lidarxistin
10:26 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:16 Şara li Amerîkayê ye
10:15 Gundê Îbrahîm Kaypakkaya di hedefa sermayê de ye
09:34 Jinên Ocaxa Dêrsimê: Ji bo hêsrên dayikan nebarin divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire
09:32 Di pêvajoya şer de 2 zarokên xwe winda kir: Tekane tişta ku êşên min sivik bike aştî ye
09:30 Welatiyên Wanê: Aştî bi yekalî nabe, divê dewlet gav biavêje
09:02 Li bajarê 24 saetan tê şopandin trafîka madeyên hişbirê
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2025'AN
08/11/2025
18:36 Abdullah Ocalan: Kurd bêyî ku ji hebûna xwe tawîz bidin, divê pêşengiyê bikin
16:23 Li Agiriyê Komeleya Kurdî-Zana Araratê hat vekirin
15:58 Serdana şîna Yakup Tûncer kirin
15:36 Nobeda Edaletê didome
15:33 Ji Îlham Ehmedê piştgirî ji bo 'rakirina mueyîdeyan'
14:59 Ji bijîşkan banga piştevaniyê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:16 Li çar bajaran ji bo windayan çalakî
14:02 Dayikên Şemiyê ji bo Yurtseven, Ozeken û Saritaş edalet xwestin
13:42 Bi girseyî serdana şîna Lokman Çîftçî hat kirin
13:37 Dermankirina Zeynep Celaliyanê tê astengkirin
13:07 Ji bo meşa li Kolnê gel li qadê kom dibe
13:00 Li Şirnexê qeza: 19 kes birîndar bûn
12:56 Li Amedê konferansa ‘Ber bi bajarên jinan ve’
11:11 Sozdar Avesta: Azadiya Rêber Apo bingeha têkoşînê ye
10:44 Li Girtîgeha Tekîrdagê binpêkirinên mafan: Bingeha provakasyonê tê amadekirin
09:48 'Divê jin ji bo bidawîbûna şer bi hemû hêza xwe bitêkoşin'
09:23 'Êdî axatin têr nake, gavên li gor ruhê pêvajoyê divê'
09:09 Ji ber fiyetê kêm bi hezaran berhem di nava zeviyê de man
09:07 Li bajarê ku 2 hezar û 700 nexweşên çolyakê hene beşa Gastroenterolojiyê tune ye!
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2025'AN
07/11/2025
16:21 Di meha Cotmehê de 217 kes li Îranê hatin bidarvekirin
15:47 Girtiyê qeyrana dil derbas kiribû birin girtîgehê
15:40 Xwendekarên Zanîngeha Hacettepeyê: Em kampusên ewle dixwazin
15:34 Doza Delal Gencer a ku di êrişa nîjadeperst de jiyana xwe ji dest dabû taloq bû
14:57 Ji girtîgehan bo Aykol name: Pêdiviya me bi hevrêtiya te heye
13:15 Dîroknasê Îtalî: Gavên PKK’ê hêviya mirovahiyê geş kirin
12:45 Abdullah Ocalan pênûs diyariyê Suryan û Êzidiyan kir
11:39 Bajarê Annecy hemwelatiya rûmetê da Nêrgiz Mihemedî
11:35 Ayşegul Dogan: Niha dema guhdarîkirina li Abdullah Ocalan e
10:54 Fabian Molina: Ji bo serkeftina pêvajoyê verastkirinên qanûnî şert e
10:42 Bagera Kalmaegiyê ji Vîetnamê ber bi Kamboçyayê ve pêş dikeve
09:58 Li Wanê di 2 salan de 28 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
09:44 Li Balikesîrê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
09:29 'Mayindebûn û parastina pêvajoyê bi mîsogerkirinên hiqûqî pêkan e'
09:27 Dê ‘Bajarên Jinan' bên îlankirin
09:19 Dikandarên biçûk ji ber marketên mezin naxebitin
09:15 Rojnamevan Şêx Nûr: Hikûmeta Şamê di neavêtina gavan de israr dike
09:14 Akademîsyena Aştiyê: Divê dewlet bi reformên qanûnî bersiva pêvajoyê bide
09:00 ROJEVA 7’Ê MIJDARA 2025’AN
06/11/2025
19:54 Bi girseyî serdana Bîlgî hat kirin
15:32 Xwendekarên Zanîngeha Bîlkentê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
14:45 Agahî nedan malbata girtiyê ku qeyrana dil derbas kirî
14:45 Dadgehê biyara AYM’ê bi cih neanî: Ji nû ve darizandina Kahraman red kir
14:16 Hevdîtina xwe ya bi Abdullah Ocalan re vegot: Qîmetê dide cihgirtina CHP'ê ya di pêvajoyê de
13:13 Doza mertalên zindî ji ber cezayê zêde hat betalkirin
12:09 Akgok piştî 31 salan tehliye bû
11:56 Qirkirina daran a di bin çavdêriya leşkeran de didome
11:33 MYK'a DEM Partiyê civiya
11:08 Li Amedê dê ‘Bazara Pevguhertinê’ bê danîn
11:07 Çolterê Siwêdayê hate bombebarankirin