Li Tekîrdagê Kurdî di bin xetereya saziyên dewletê de ye

img

STENBOL - Xebatkarê Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Ziman û Çanda Mezopotamyayê Cevdet Zîlanli, zextên li ser komeleyê nirxand û da zanîn ku bi hinceta "qanûna sûcan" 520 hezar lîre ceza li komeleyê hatiye birîn û got: "Sûcê esasî wan kiriye. Em ê li dijî van zextan têkoşîna xwe bidomînin."

 
Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Ziman û Çanda Mezopotamyayê di 18'ê Gulana 2024'an de li navçeya Çerkezkoy a Tekîrdagê hate damezrandin. Komele bi taybetî li ser Kurdî lêkolîn û atolyeyan li dar dixe û perwerdehiya amûrên muzîkê jî dide.
 
Ji roja hatiye avakirin heta niha komele li ser medyaya dijîtal rastî êrişan tê, li ber deriyê wê her tim polîs û wesayîtên zirxî disekinin. Piştî hedefgirtina komeleyê, komole ji aliyê Şaredariya Çerkezkoyê, Qaymeqamtiya Çerkezkoyê û Midûriyeta Perwerdehiya ya Çerkezkoyê û Midûriyeta Emniyetê ya Tekîrdagê ve rastî tundî, astengî, ceza û gefxwarinan hat.
 
Komeleya ku ji aliyê hemû saziyên dewletê ve rastî êrişan tê, gelek caran ji aliyê zabitayên Şaredariya Çerkezkoyê û ji aliyê Qaymeqamtiya Çerkezkoyê, midûriyetên perwerdehiya bajêr û navçeyan ve bi memûr û polîsên sivîl ve hat ziyaretkirin.
 
11 HEZAR LÎRE CEZA Û DAXWAZA FESIXKIRINÊ  
 
Di dema kontrola di 1'ê Cotmehê de ji aliyê Qaymeqamtiya Çerkezkoyê ve hat kirin de bi îdiaya ku komeleyê kongreya xwe ya asayî di dema pêwîst a qanûnî de li dar nexistiye, di 3'yê Cotmehê de 11 hezar û 977 lîre cezayê lê hate birîn. Rêveberên komeleyê ev cezayê pereyan da.
 
Qeymeqamtiya Çerkezkoyê bi vê yekê sînordar nema û di 3'yê Cotmehê de serî li Dadgeha 1'emîn Cezayê Sulhê ya Çerkezkoyê da. Di daxwaznameyê de hat îdiakirin ku komeleyê kongreya xwe ya asayî di dema qanûnî de nekiriye û daxwaza "fesixkirina" komeleyê hat kirin. Doza têkildarî fesixkirinê didome. Danişîna dozê di 24'ê Adara 2026'an de dê bê lidarxistin.
 
520 HEZAR LÎRE CEZA  
 
Di 17'ê Cotmehê de jî Midûriyeta Perwerdehiyê ya Tekîrdagê, di nivîsa xwe ya ji bo Walîtiya Tekîrdagê de, bi hinceta "bêyî destûra vekirina saziyê û ruxsata vekirin û xebitandina xebatê ya ku ji Wezareta Perwerdehiya Neteweyî hatine wergirtin, bi awayekî bêdestûr xebatên perwerde û hîndekariyê hatine kirin", xwest ku di çarçoveya "qanûna sûcan" de 520 hezar lîre cezayê îdarî yê pereyan li komeleyê were birîn. Walîtiyê di nava 6 rojan de di 23'yê Cotmehê de, ceza di cih de dît û nivîsa têkildarî dayîna pereyan gihîşt komeleyê û daxwaz hat kirin ku ceza were dayîn. Komele dê îtîrazê li cezayê bike.
 
Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Ziman û Çanda Mezopotamyayê Cevdet Zîlanli, mijar nirxand.
 
Zîlanli nerazîbûn nîşanî zextên li ser Kurdî da û got: "Kurdî ji bo me xeta sor e. Lewra ziman çanda mirov e. Hebûna Kurdî tê wateya hebûna gelê Kurd. Em êrişên li ser Kurdî bi dengekî bilind şermezar dikin. Çend heval li hev kom bûn û xwestin li herêma Trakyayê li Tekîrdagê, komeleyek li ser Kurdî vekin û li ser Kurdî lêkolînan bikin. Em bi atolyeyan xebatên xwe didomînin."
 
Zîlanli anî ziman ku komeleya wan ev salek e xebatên xwe dike û ev tişt got: "Dema komele vebû, li ser medyaya civakî ji aliyê hin nijadperest û şovenîstan ve hat hedefgirtin. Piştre çend zabita û memûrên şaredariyê hatin komeleya me. Xebatkarên şaredariyê gotin, 'derheqê we de giliyî hene. Hûn mirovan aciz dikin.' Me got ku em tu kesî aciz nakin û em atolyeyên li ser ziman li dar dixin. Lê piştî çend xebatkarên şaredariyê, polîsên sivîl jî hatin. Dû re Qaymeqamtiya Tekîrdagê li dijî me doz vekir. Hinceta dozê ya qaymeqam ev bû: 'We kongreya komeleyê dereng li dar xistî.' Piştî dozê 11 hezar lîre ceza hat birîn. Hevalên me yên berpirsyar çûn û ev pere razandin. Tevî ku me pere razand jî, qaymeqamtiyê doza xwe domand û got, 'em qebûl nakin'."
 
'WAN SÛC KIRINE' 
 
Zîlanli destnîşan kir ku 2 hefte piştî cezaya Qeymeqamtiyê, kesên ji Wezareta Perwerdehiyê hatin komeleyê û wiha pê de çû: "Li vir li komeleyê lêgerîn kirin. Memûrên Wezareta Perwerdehiyê ji hevalên me re gotin, 'hûn li vir perwerdehiya ziman didin.' Hevalên me jî gotin, 'em perwerdehiya ziman nadin. Em atolye û xebatan li ser Kurdî dikin. Em lêkolînan jî li ser Kurdî dikin. Herwiha em perwerdehiya def û amûrên din jî didin.' Piştî 2 hefteyan nivîsek ji komeleyê re hat şandin û di nivîsê de hatibû nivîsandin ku 520 hezar cezayê pereyan hatiye birîn. Hat îdiakirin ku ev cezayê pereyan bi hinceta 'qanûna sûcan' hatiye birîn. Lê sûcê herî mezin wan kirine."
 
'EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN' 
 
Zîlanli bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û destnîşan kir ku dayîna van cezayan li komeleya perwerdehiya Kurdî dide, cihê xemgîniyê ye û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Divê bala xwe bidin vê pêvajoya ku rêzdar Ocalan dabû destpêkirin. Di vê pêvajoyê de Kurdî xeta sor e. Lê mixabin êrişên hin faşîstan didomin. Lê em ê xebatên xwe yên li ser Kurdî û têkoşînê bidomînin. Em ê ji niha û şûnde xurtir li ber xwe bidin. Em ê bi rêya parêzeran îtîraz bikin. Di sedsala 21'an de nêzîkatiyên bi vî rengî yên li dijî Kurdî nayên qebûlkirin. Divê her kes zextên li ser Kurdî bibîne. Divê van zextan ji nû ve binirxînin. Divê rêzê li Kurdî bigirin. Herwiha divê Kurd li her qada ku lê dijîn, xwedî li ziman, hebûn û çanda xwe derkevin. Lewra hebûn, ziman û çanda me xeta me ya sor e."
 
MA / Omer Îbrahîmoglû

Sernavên din

10:13 Îsraîlê pêşnûmeya cezayê 'darvekirinê' ya ji bo filistîniyan da ber dengdayînê
10:09 Hilbijartina li Iraqê dest pê kir
10:01 Bêkarî dibe sedema zêdebûna wê, şaredarî terkexem in: Ma dê wiha pêşî lê were girtin?
09:42 Şîlan Bîngol: Ji bo aştiyeke mayinde bi 'mirinan' re hevrûbûn divê
09:41 'Heta statûya Kurdî neyê qebûlkirin em nikarin qala entegrasyonê bikin'
09:26 Êdî tiryak li ber deriyên dibistanên seretayî ye: Têkoşîn kêm e
09:06 Li Tekîrdagê Kurdî di bin xetereya saziyên dewletê de ye
09:02 Pisporê tenduristiya gel: Ji bo tenduristiyê aştî pêwîst e
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2025'AN
08:52 Tê payin li 22 bajaran baran bibare
08:45 Li Behra Spî bi pileya 4.9 erdhej çêbû
10/11/2025
16:48 Şînên li Amedê bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:40 Li Sêrtê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê hat dayin
16:20 Şaredariya Mûşê avakirina ‘Meclisa Jinan’ ragihand
16:20 Şîna Îshak Tepe bi girseyî hate ziyaretkirin
16:19 Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol didome
15:28 CPT: Tirkiye hejmara baregehên xwe zêde dike
15:10 Dadgeriya Înfazê: Lijneya Çavdêriyê ne ew meqam e ku poşmaniyê binirxîne
14:27 Rêveberiya Amedsporê: Motîvasyona tîma me bilind e
14:22 Hem li dijî zextên hevjînên xwe hem jî yên civakê têdikoşin
13:59 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Aykol name şandin
13:38 Daxwaza sewqa ji bo Îmraliyê kirin hinceta ‘taloqkirina tehliyeyê’
13:18 Bîranîna Komkujiya Garê: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
12:02 Hilbijartina Parlamentoya Iraqê sibê ye
11:58 Bagera Fung-wongê bîlançoyeke giran li pey xwe hişt
11:57 Tevî pêvajoyê jî ferzkirina sîxûriyê didome
11:26 ‘Çareseriya herî rast a li dijî tiryakê, piştevaniya rêxistinkirî ya gel e’
10:44 Vaye rêgeha tiryakê: Serkêşiya wê ‘bajarên biewle’ dikin
09:37 Li Êlihê 2 kes hatin kuştin û 5 kes birîndar bûn
09:21 Xwebûn bi manşeta ‘Jin bajaran ji nû ve saz dikin’ derket
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2025'AN
09/11/2025
16:55 Komên paramîlîter ên Tirkiyeyê 11 kes revandin
14:32 Vê hefteyê dê budçeyên 4 wezaretan bên nîqaşkirin
14:20 DFG’ê xebatkarên Çapemeniya Azad ên hatine qetilkirin bi bîr anî
14:00 Jinan li Erdîşê şitilên berûyê danîn
13:59 Îshak Tepe wefat kir
13:31 TJA’yê starta 25’ê Mijdarê da
12:17 Wezîrê Edaletê: Biryara têkildarî Demîrtaş li ber destê dadgehê ye
12:17 Dengdana taybet a ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dest pê kir
11:59 Kesên nêzî saleke daxwaza aştiyê dikin axivîn
11:30 Sala 20’an a bombekirina Pîrtûkxaneya Ûmûtê: Divê dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe
10:30 Li Îtalyayê ji bo bîranîna Nagihan Akarselê mihrîcan hat lidarxistin
10:26 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:16 Şara li Amerîkayê ye
10:15 Gundê Îbrahîm Kaypakkaya di hedefa sermayê de ye
09:34 Jinên Ocaxa Dêrsimê: Ji bo hêsrên dayikan nebarin divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire
09:32 Di pêvajoya şer de 2 zarokên xwe winda kir: Tekane tişta ku êşên min sivik bike aştî ye
09:30 Welatiyên Wanê: Aştî bi yekalî nabe, divê dewlet gav biavêje
09:02 Li bajarê 24 saetan tê şopandin trafîka madeyên hişbirê
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2025'AN
08/11/2025
18:36 Abdullah Ocalan: Kurd bêyî ku ji hebûna xwe tawîz bidin, divê pêşengiyê bikin
16:23 Li Agiriyê Komeleya Kurdî-Zana Araratê hat vekirin
15:58 Serdana şîna Yakup Tûncer kirin
15:36 Nobeda Edaletê didome
15:33 Ji Îlham Ehmedê piştgirî ji bo 'rakirina mueyîdeyan'
14:59 Ji bijîşkan banga piştevaniyê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:16 Li çar bajaran ji bo windayan çalakî
14:02 Dayikên Şemiyê ji bo Yurtseven, Ozeken û Saritaş edalet xwestin
13:42 Bi girseyî serdana şîna Lokman Çîftçî hat kirin
13:37 Dermankirina Zeynep Celaliyanê tê astengkirin
13:07 Ji bo meşa li Kolnê gel li qadê kom dibe
13:00 Li Şirnexê qeza: 19 kes birîndar bûn
12:56 Li Amedê konferansa ‘Ber bi bajarên jinan ve’
11:11 Sozdar Avesta: Azadiya Rêber Apo bingeha têkoşînê ye
10:44 Li Girtîgeha Tekîrdagê binpêkirinên mafan: Bingeha provakasyonê tê amadekirin
09:48 'Divê jin ji bo bidawîbûna şer bi hemû hêza xwe bitêkoşin'
09:23 'Êdî axatin têr nake, gavên li gor ruhê pêvajoyê divê'
09:09 Ji ber fiyetê kêm bi hezaran berhem di nava zeviyê de man
09:07 Li bajarê ku 2 hezar û 700 nexweşên çolyakê hene beşa Gastroenterolojiyê tune ye!
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2025'AN
07/11/2025
16:21 Di meha Cotmehê de 217 kes li Îranê hatin bidarvekirin
15:47 Girtiyê qeyrana dil derbas kiribû birin girtîgehê
15:40 Xwendekarên Zanîngeha Hacettepeyê: Em kampusên ewle dixwazin
15:34 Doza Delal Gencer a ku di êrişa nîjadeperst de jiyana xwe ji dest dabû taloq bû
14:57 Ji girtîgehan bo Aykol name: Pêdiviya me bi hevrêtiya te heye
13:15 Dîroknasê Îtalî: Gavên PKK’ê hêviya mirovahiyê geş kirin
12:45 Abdullah Ocalan pênûs diyariyê Suryan û Êzidiyan kir
11:39 Bajarê Annecy hemwelatiya rûmetê da Nêrgiz Mihemedî
11:35 Ayşegul Dogan: Niha dema guhdarîkirina li Abdullah Ocalan e
10:54 Fabian Molina: Ji bo serkeftina pêvajoyê verastkirinên qanûnî şert e
10:42 Bagera Kalmaegiyê ji Vîetnamê ber bi Kamboçyayê ve pêş dikeve
09:58 Li Wanê di 2 salan de 28 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
09:44 Li Balikesîrê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
09:29 'Mayindebûn û parastina pêvajoyê bi mîsogerkirinên hiqûqî pêkan e'
09:27 Dê ‘Bajarên Jinan' bên îlankirin
09:19 Dikandarên biçûk ji ber marketên mezin naxebitin
09:15 Rojnamevan Şêx Nûr: Hikûmeta Şamê di neavêtina gavan de israr dike
09:14 Akademîsyena Aştiyê: Divê dewlet bi reformên qanûnî bersiva pêvajoyê bide
09:00 ROJEVA 7’Ê MIJDARA 2025’AN
06/11/2025
19:54 Bi girseyî serdana Bîlgî hat kirin
15:32 Xwendekarên Zanîngeha Bîlkentê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
14:45 Agahî nedan malbata girtiyê ku qeyrana dil derbas kirî
14:45 Dadgehê biyara AYM’ê bi cih neanî: Ji nû ve darizandina Kahraman red kir
14:16 Hevdîtina xwe ya bi Abdullah Ocalan re vegot: Qîmetê dide cihgirtina CHP'ê ya di pêvajoyê de
13:13 Doza mertalên zindî ji ber cezayê zêde hat betalkirin
12:09 Akgok piştî 31 salan tehliye bû
11:56 Qirkirina daran a di bin çavdêriya leşkeran de didome
11:33 MYK'a DEM Partiyê civiya
11:08 Li Amedê dê ‘Bazara Pevguhertinê’ bê danîn
11:07 Çolterê Siwêdayê hate bombebarankirin