Demîrtaş û Mizrakli ji bo Aykol name şandin

  • rojane
  • 13:59 10 Mijdar 2025
  • |
img

ENQERE - Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizrakli, ji bo rojnameger Huseyîn Aykol peyama piştevaniyê dan û gotin: “Hiş û dilê me bi te re ye.” 

 
Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê yê berê Selçûk Mizrakli ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin, ji bo piştevaniyê nameyek ji rojnameger-nivîskar Huseyîn Aykol ê di beşa çavdêriya awarte de tê dermankirin re şandin. 
 
Di nameyê de wiha hate gotin: “Ji nûnerên Çapemeniya Azad ê fedekar, kedkar û dilnizm Huseyîn Aykol, di demeke tu di nav nivînan de hiş û dilê me bi te re ye. Hêvîdarin ku tu demek beriya demkî baş bibî û dîsda bibî dengê hemû girtiyan, bindestan. Em bi hêvî û sebrekî mezin li benda vê ne. Derbasî be û şîfaya xêrê bo te dixwazin.  Di şexsê te de em silav, hezkirin û hêviyên serkeftinê bo hemû kedkarên Çapemeniya Azad dişînin.”