KESK: Bila peymana promosyonê bê nûkirin
- aborî-ked
- 17:48 08/8/2022
Platforma Şaxan a KESK’ê ya Amedê tekildarî peymana promosyonê daxuyanî da û xwest ku peymana promosyonê bê nûkirin.
Platforma Şaxan a KESK’ê ya Amedê tekildarî peymana promosyonê daxuyanî da û xwest ku peymana promosyonê bê nûkirin.
Karkerên li pêşiya Şaredariya Îzmîrê bi daxwaza vegerin ser karên xwe careke din ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Karkeran anî ziman ku soza vegerîna kar dane wan lê nehatiye bicih.
Di navbera rêjeya enflasyonê ya TUÎK û ENAG’ê de 96 puan ferq hene. ENAG’ê rêjeya enflasyonê ya meha tîrmehê weke 176,04 û TUÎK’ê jî weke 79,60 destnîşan kir.
Şaredariya Êlihê ya di bin rêveberiya qeyûm de, lîreyek û nîv zem li heqê otobûsên nava bajêr kir.
Amediyan diyar kir ku sedema krîza aborî polîtîkayên dewletê ye û gotin: “Mirov nikare bêhnê bistîne. Em ne dikarin bijîn ne jî bimirin. Sedema vê dewlet e. Pêdiviya me bi rêya sêyem heye."
Serokê Komeleya Cotkeran Mîkaîl Erbeyî bertek nîşan da ku wezaret di bin navê “teserûfê” de ji şîrketên ceyranê dixwaze ku ceyranan bibire û wiha got: “Ev tê wateya hişkbûna berhemên cotkaran.”
Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû tev li çalakiya rûniştinê ya karkerên ku ÎZBB'ê ji kar avêtine bû û anî ziman ku ji holê rakirina ewlehiya kar dema ji aliyê şaredariyên ji xwe re dibêjin rexnegir tê kirin, gelek nexweş û tirsnak dibe.
Zêdetirî 30 konteynerên karkerên înşaetê yên li ser înşaeta TOKÎ ya Bayrakliyê dixebitiyan, şewitîn.
Di rapora ji hêla Komîsyona Ked û Polîtîkayên Civakî ve hatiye amadekirin de hat gotin ku di navbera mehên çile û hezîranê de ji ber sedemên aborî 38 kesan întîhar kiriye û hezar û 718 binpêkirin jî li dijî kedkaran hatine kirin.
HDP, Serokê Giştî DÎSK'ê Kemal Turkler di salvegera 43'yemîn de bi bîr anî û got: "Em ê di rêya ku Kemal Turkler ronî kiriye de, meşa xwe bidomînin."
Li navçeya Ulubey a Uşakê mînîbûsa karkerên çandiniyê wergeriya û di encamê de karkerekî jiyana xwe ji dest da û 14 karker jî birîndar bûn.
Li Amedê gelek welatî bi berhemên çandiniyê yên Baxçeyên Hewselê debara xwe dikin. Ji van welatiyan Melek Ozdemîr diyar kir ku ji ber krîza aborî êdî gelek zehmetiyan dikişînin û hêza kirînê kêm bûye.
Komek ji 50 kesan pêk diha bi ser Serwîsa Lezgînî ya Nexweşxaneya Dewletê ya Çûkûrovayê ve girt. Kedkarên tenduristiyê ji ber ku ewlehiya canê wan tune bû dest ji kar berdan.
Serokê Odeya Bıjişkan a Rihayê Bulut Ezer diyar kir ku hişyariyên wan ên li hemberî tahdeya li ser tenduristiyê esas nehatine girtin û got: "Dawiya vê yekê tune ye. Tahdeya li tenduristiyê berhema polîtîkayên tenduristiyê ya desthilatê ye."
Şaxa SES’ê ya Amedê bertek nîşanî girtina Hevseroka Giştî yê SES’ê Selma Atabey da.