NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, diyar kir ku Abdullah Ocalan hewl dide ji bo serdemeke nû deriyekê veke. Besta Botan jî got: “Têkoşîneke xwe dispêre siyaseta demokratîk û civaka demokratîk dest pê dike.”
PKK’ê di 5-7’ê Gulanê de 12’emîn Kongreya xwe li dar xist û biryarên kongreyê li welat û derveyî welat deng vedan. Di danezana kongreyê de hate gotin ku PKK’ê xwe fesix kiriye û “xebatên xwe bi dawî dike.”
Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) nirxandinên ji delegeyên kongreyê Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok û ji delegeyan Besta Botan weşand.
Sabrî Ok, anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo serdemeke nû deriyekî veke û got: “Weke PKK me ji her kesî zêdetir digot dewleta serbixwe. Her wiha me digot, dewleta yekbûyî, Kurdistana yekbûyî. Niha Rêber Apo dixwaze bi paradîgmaya nû çar parçeyên Kurdistanê neteweya Kurd, azadiya gelê Kurd bigihîne hevdu. Ne weke dema ku me netewe dewlet ji xwe re kir armanc. Yanî her tişt li gorî demê navekî dide, her navek jî wateyek wî heye. Sosyalîzma civaka demokratîk. Ev gotinên Rêber Apo ne. Berî wî kesî ev bi kar neanîne. Ev nû ne. Ne tenê Tirkiye, Bakur an jî çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn, li tevahiya cîhanê pênaseyên nû ne. Marksîzm nîqaş kir, li şûna wê divê çi bê danîn. Kûrahiya ku Rêber Apo jiyan dike, dixwaze bi me bide jiyankirin, ev fikrandina stratejîk a Rêber Apo divê em bi vî rengî bibînin, bijîn, xwe nas bikin.”
Bi domdarî Ok ev tişt anî ziman: “Em dikarin yên bi înîsiyatîf, îrade û mejiyê me ve girêdayî bikin. Lê belê hinek tişt li derveyî me ne. Eger dewleta Tirkiyeyê israr bike, şer li ser me ferz bike, wê bike. Ew jî ihtimaleke, ew jî mumkun e. Divê mirov rewşa heyî hemûyî bide ber çavan. Dema ku mirov bala xwe didin ser zimanê wan, ne tenê hesasiyeta civaka Tirkiyeyê, ziman di heman demê de nîşaneya mejî ye. Ji destpêka PKK'ê ve ev yek timî hatiye gotin. Dagirkeriya Tirkiyeyê û rewşa Kurdistanê li cîhanê mînakeke xwe nîne. Bi rastî jî nîne. Şêwazê çareserkirina pirsgirêkê jî ne weke ya cîhanê ye.
Felsefekarek, yan jî zanyarek dibêje, pirsgirêkên bi vî rengî ku şer bên çareserkirin, ti mînaka wê weke ya navbera PKK'ê û dewleta Tirk li cîhanê nîne. Çima? Muhaqaq di vê pêvajoyê de hêzeke sêyemîn hebûye. Her tim bûye. Lê belê di ya me de nîne. Serokatî zane çima nîne.
JI XWE BAWER BIKIN
Dewleta Tirk dewleteke wisa ye. Pêş ve diçe naçe, paşve diçe naçe. Ji bo me hemûyan, erkê me hemûyan ku bi moraleke bilind û mezin, bi hezkirineke xurt, bi zanebûneke bilind têkevin pêvajoya nû. Ji xwe bawer bin, ji Rêber Apo bawer bin. Lê em vê jî zanibin. Em di nava şer de ne. Yanî kengî çi biqewime ne diyar e. Refleksê me jî jiyana me jî hewldanên me jî divê li gorî vê be. Em vê jî ji destê xwe bernedin.”
'JI EWIL DIVÊ EM XWE AVA BIKIN’
Besta Botan jî got “Di pêvajoya nû de dê civaka demokratîk bê avakirin.” Besta Botan, wiha domand: “Rêbertî pêvajoyeke guhertinê dabû destpêkirin. Hevalan qalê kirin, di salên 2000'î de dabû destpêkirin. Bi dehan parêzname nivîsand. Bi taybetî ji salên 2010'an ve manîfestoya civaka demokratîk ji aliyê Rêbertî ve hate nivîsandin. Li ser wê esasê nasnameya nû ya PKK'ê bi taybetî di parêznameya 5'an de nasnameya nû ya PKK'ê derxist pêşiya me. Erê têkoşîna çekdarî êdî bi dawî dibe. Lê belê têkoşîneke hîn kûrtir, têkoşîneke hîn zêdetir li ser esasê siyaseta demokratîk, civakbûnê, ji her alî ve kûrbûnekê pêwîst dike. Li gorî wê jî ji bo pêvajoya nû jî li ser bingeha em ê bibin pêşengên avaker, destpêkê em ê xwe ava bikin. Li ser vê esasî em ê civaka demokratîk ava bikin. Bêguman kelecana wê jî heye. Pêvajoyeke dîrokî ye. Lê belê di heman demê de kelecaneke ku em karibin di vê pêvajoyê de rola xwe bilîzin heye."