NAVENDA NÛÇEYAN - Pirtûka Gurbettellî Ersoz a “Min Dilê Xwe li Çiyayan Neqişand” wergerandin zimanê Yewnanî û pirtûk hate weşandin.
Pirtûka Gerînendeya Giştî ya Ozgur Gundemê Gurbetellî Ersoz a “Min Dilê Xwe li Çiyayan Neqişand” li zimanê Yewnanî hate wergerandin. Pirtûk, ji rojnivîskên Gurbetellî Ersoz ên navbera salên 1995-1997'an pêk tê. Pirtûk, ji aliyê Weşanxaneya Agra ve hate çapkirin ku weşanxaneya herî mezin a Yewnanistanê ye.
Di pirtûka bi Yewnanî de du pêşgotinên cuda hene ku ji aliyê rojnamevan Ferda Çetîn û Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan Eren Keskîn ve hatine nivîsandin.
Wergera pirtûkê bi qasî 7 salan berdewam kir. Ji bo danasîna pirtûkê li Atînayê çalakiyek hate lidarxistin. Akademîsyen Îrînî Antonarahoû, Katîa Zagartîtoû û Mûrat Issi weke qiseker beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de Mûrat Issi pirtûk îmze kir û çalakî bi dawî bû.