COLEMÊRG - Rêveberê KURDÎ-DER'ê yê ku bi biryarnameyê hate girtin Aydin Koç piştî qedandina cezayê girtîgehê hate berdan.
Aydin Koç ku rêveberê Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) a şaxa Colemêrgê, ku sala 2016'an bi Biryarnameya Rewşa Awarte (KHK) hate girtin, piştî ku cezayê wî qediya ji Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê hate berdan. Koç di sala 2017'an de hat girtin û 10 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Piştî ku 9 sal û 4 meh li girtîgehê ma, duh êvarê hate berdan. Koç, îro dema gihişt Geverê bi coş hat pêşwazîkirin.
Endamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Rêxistina navçeya Gever a Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û endamên Meclîsa Şaredariya Geverê tevlî pêşwazîkirinê bûn. Koç bi dirûşmeyên 'Bijî berxwedana zindanan' û çepik û tîlîliyan hate pêşwazîkirin û ji aliyê xwarziya wî ya 9 salî ve bi gulan hate pêşkêşkirin.
Koç dema di girtîgehê de bû dayîk û bavê jiyana xwe ji dest dabûn û kesên hatin pêşwazîkirinê li malê ji wî re sersaxî xwestin.