NAVENDA NÛÇEYAN - Ji 12 aktîvîstên di keştiya Madleenê de 4 jê ji hêla Îsraîlê ve hatin dersînorkirin û 8 kesên belge îmze nekirin jî hatin binçavkirin.
Keştiya aydê Koalîsyona Fîloya Azadiyê (Freedom Flotilla Coalition-FFC) ku dixwest alîkariyê bigihîne Xezeyê ya di bin êriş û dorpêça Îsraîlê de, duh ji hêla Îsraîlê ve hate desteserkirin û 12 aktîvîst hatin binçavkirin. Keştiya Madleenê piştre jî tevî keştiyên şer ên Îsraîlê birin Bendergeha Aşdodê.
Îsraîlê, ji bo dersînorkirina aktîvîstên di keştiyê de bir Balafirgeha Ben Gurionê. Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê li ser platforma X’ê daxuyaniyek da. Wezaretê, ragihand ku aktîvîsta avhewayê ya Swîsreyî Greta Thunberg jî di nav de 4 kes bi balafireke diçû Fransayê hatin dersînorkirin. Ev agahî, tevî wêneyê Greta Thunbergê hate parvekirin ku destên wê ji pişt ve kelemçekirin.
Li gorî dezgeha weşana cemaweriyê ya Îsraîlê Kan’ê; Wekîla Fransayê ya Parlamentoya Ewropayê Rûma Hassan jî di nav de 8 aktîvîstên din belgeya dersînorkirinê îmze nekirin. Hat ragihandin ku ev kes dê ji bo binçavkirinê sewqî tesîsa binçavkirinê ya li bajarê Gîvonê bên kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot jî li ser platforma X’ê ragihand ku rayedarên konsolosxaneyê bi 6 hemwelatiyên Fransayê yên binçavkirî re hevdîtin kirine. Barrot, diyar kir ku ji welatiyên wan yekî bi dilxwazî qebûl kiriye ku vegere welat û 5 kesên din dê bi darê zorê bên dersînorkirin.
Keştiya Madleenê, ji bo balê bikişîne ser şert û mercên li Xezeyê û alîkariyê bigihîne gel, di 1’ê Hezîranê de li bajarê Catania ya Îtalyayê bi rê ket. Di 9’ê Hezîranê de li nêzî Bendergeha Aşdodê ji hêla hêzên Îsraîlê ve hate desteserkirin.