Çîroka malbateke ku dîl ketiye destê DAIŞ'ê

NAVENDA NÛÇEYAN - Aqûbeta 5 endamên malbata Xelef ku li Şengalê ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin girtin, 11 sal in nayê zanîn. Berzan û Faris Xelef, birayên ku di temenê xwe yê biçûk de hatin revandin û ji bo neyên kuştin neçar man baweriyên xwe veşêrin, dîlgirtina xwe ya 4 salan vegotin.
 
Ev 11 sal in di ser êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser gelê Êzidiyê ku li Şengalê dijîn ku di 3'yê Tebaxa 2014'an de pêkhatibû re derbas bû. Di êrîşên ku weke Fermana 74'an di dîrokê de tên qeydkirin de bi hezaran kes hatin qetilkirin, bi hezaran kesên din ku piranî jin û zarok in hatin revandin. Malbata Xelef yek ji wan malbatan e ku di dema biryarnameyê de ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine girtin. Di êrîşên li ser gundê Qapûsî yê girêdayî bajarokê Tilezêr de, DAIŞ'ê 7 endamên malbata Xelef girtin: Dayik Kinê Xelef, bav Îdo Xelef û xwişk û birayên Rênas, Rena, Fîraz, Berzan û Faris.
 
Berzan û Faris Îdo Xelef ên revandî piştî zêdetirî 4 salan di esareta çeteyên DAIŞ'ê de hatin rizgarkirin. Berzan Îdo Xelef (21) hê 11 salî bû dema ku hate revandin û sala 2018 'an di serdegirtina gundekî Dêrazor de hate rizgarkirin. Faris Îdo Xelef (18) ku di dema revandina xwe de 7 salî bû, sala 2019'an dema li Kampa Holê bû hate rizgarkirin. Aqûbeta dayika wan Kinê Xelef û bavê wan Îdo Xelef ên di dema Ferman de tevî 3 birayên xwe hatin girtin, ev 11 sal in nayê zanîn.
 
MALBAT HAT PARÇEKIRIN
 
Her du bira piştî ku ji esareta DAÎŞ'ê rizgar bûn hatin Şengalê û tiştên ku hatiye serê wan ji bîr nekirine. Berzan Îdo Xelef wiha axivî: "Dema DAIŞ'ê êrîş kir me li Serêsiba xwe veşart. Em mehekê di nav dara de man. Em li gundê Koço hatin girtin. Li wir serî, mil, dest û lingê gelek kesan hatibûn birîn. Hemû kes birin medreseyekê. Jinên ciwan cûda kirin û birin, hawara dayikên wan bû. Em birin Musulê û ji wir jî birin Tileferê. Bavê min û gelek mêr li kamyonan siwar kirin û birin, ew careke din nezivirîn."
 
Berzan Îdo Xelef got ku DAÎŞ'ê malbata wan ji hev parçe kiriye û wiha axivî: "Ez, birayê min Faris, Fîraz û xwîşka min Rênas ji dayika min hatin dûrxistin. Xwîşka me ya herî biçuk Rena li cem dayika min ma. Em birin medreseyekê. Haci Bakir birayê min ê 4 salî Fîraz bir û got ez ê vî mezin bikim. Wan ez û Farîs birin Musulê. Bi darê zorê qûran hînî me kirin, erebî dan axaftin. Îşkence li kesên ku nimêj nedikirin, dikirin."
 
Berzan Îdo Xelef da zanîn ku salekê li Musulê mane, piştre ew birine Reqayê û wiha got: "Li Reqayê em xistin malekê. Kesên ku qûran jiber nedikin rastî îşkencyê dihatin. Em bi piyên xwe dihatin darvekirin. Piştre em birin konekê li wir perwerdehiya çek dan me. Wan ez birim gundê Cefra. Li wir di pevçûnekê de ez birîndar bûm. Di êrîşa helîkopterê de piyê min parçe bû. Tedawî bûm. Piştre xwestin em bibin misilman, min qebûl nekir. Ji ber ku min qebûl nekir îşkenc li min kirin û bi derziyê hatim razandin. Dema ez hişyar bûm, min dît ku destê min ê rastê hatiye birîn. Destê min hatibû birîn, pir diêşiyam."
 
ZAROKTÎ NEDÎT
 
Berzan Îdo Xelef wiha dewam kir: "Birîna li lingê min ê çepê hînê nehatiye pêçandin. Destê min tune ye. Ez hewl didim bêyî destê xwe bijîm. Dema ku gerîla êrîşî gund kir û DAÎŞ'ê ddest ji gund berda, ez rizgar bûm. Ez vê kêliyê qet ji bîr nakim. Mîna ku ji nû ve ji dayik bûme; ez gelek kêfxweş bûm. Ew rizgarkerên me bûn. Ez birin Hesekê ku 2 mehan lê mam. Piştre hevalên min ên gerîla ez radestî mamê min kirin. 4 salan di destê DAÎŞ'ê de mam. Ji wê rojê ve min ji dê, bav û xwişk û birayên xwe agahî negirt. Ew roj hê tên bîra min. Hesreta min a ji bo dayik, bav û xwişk û birayên min nayê vegotin. Ez careka din qet nikarim bibim zarok."
 
JI TIRSA NEGOT EZIDÎ ME
 
Faris Îdo Xelef diyar kir ku piştî Mûsilê ew birine Sûriyeyê. Faris Îdo Xelef got, "Li Mûsilê ez û 50 kesên din li malekê girtin. Ez 2 salan li wir mam. Ji me re Quran, dua û perwerdeya şer hat dayîn. Piştre ez birin Sûriyeyê. Li Bahozê bi QSD'ê re şer dikirin. Min her tim xwest xwe bigihînim QSD'ê, lê min nekarî birevim. Her hewldana revê bi îşkenceyê bi dawî bû." 
 
Farîs Îdo Xelef anî ziman ku piştî çend hewldanên din reviyaye Tilaferê cem malbatekê û malbatê jî ew şandine Kampa Holê. Faris Îdo Xelef serpêhatiyên xwe yên li wir wiha vegot: "Kurê wê malbatê miemeleya xirab li min kir. Min nasnameya êzidiya xwe veşart ji ber ku gotin , 'eger tu bibêjî wê te bikujin'. Dema ku QSD'ê em rizgar kirin jî, ji tirsa min nasnameya xwe eşkere nekir. Em birin mala Êzidiya ya li Hesekê. Ez 2 mehan li wir mam. Di dawiyê de min karî ez vegerim Şengalê."
 
Farîs Îdo Xelef da zanîn ku dema dil hatine girtin gelek caran cenaze didîtin û bûne şahidê gelek îşkenceyan û wiha got: "Em zarok bûn. Li her derê cenazeyên hatine daliqandin, mil û lingên hatine birîn. Bizmar li lingê hevalekî min xistin. Ew wê hîç ji bîr nakim. 5 salan min nekarî zimanê xwe biaxivim, tenê bi Erebî axivîm. Piştî ku vegeriyam jinûve Kurdî hîn bûm."
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

14:38 SOHR: Di 5 mehan de herî kêm 3 hezar û 278 kes mir
14:27 Aqûbeta 400 kîlo ûranyûmê li Îranê nayê zanîn
14:26 Li Iraqê îxracatê petrolê ya ji bo DYA'yê kêm bû
14:15 Ji Avestayê bertek: Zimanê dayikê xeta me ya sor e
13:21 Êzidiyan berê xwe dan Çiyayê Şengalê
13:09 Kovara Jin bi sernavê 'Jinên Êzidî û Parastina Rewa' derket
13:02 Kurekî wê jiyana xwe ji dest da û yek jî gerîla ye: Dora gavavêtinê ya dewletê ye
12:41 Banga hevrûbûn û naskirina komkujiya Êzidiyan
11:58 Fragmana 'Hey Hawar' ku texrîbata goran vedibêje hat weşandin
11:56 Erdhejê rê li ber vekir: Volkan piştî 450 salî çalak bû.
11:33 QSD: Mafê parastina rewa hat bikaranîn
11:31 Bêrîvan aştiyeke bi rûmet dixwazin
11:20 Çîroka malbateke ku dîl ketiye destê DAIŞ'ê
10:30 Tesîsa dawerînê ye, lê qirêjî dike!
09:51 Ciwanên HDK'î: Çareserî bi guhertina destûra bingehîn mimkun e
09:42 Dadgehê giliyê têkildarî Soylu ji meclisê re hişt
09:00 Parêzer Kahraman: Ji bo pêkhatina mafê hêviyê hemû kes berpirsyar e
09:00 ROJEVA 3'Ê TEBAXA 2025'AN
02/08/2025
16:38 11 rêxistin ji bo komkujiya Şengalê bangî Iraqê kirin
16:24 Li Silêmaniyê jinek hate qetilkirin
16:05 Sezaî Temellî: Dema avakirina rêya 3’yemîn e
15:35 Hat xwestin ku girtiyên nexweş Baltaci û Demîr bên berdan
15:33 Xizmên Windayan li 4 bajaran çalakî li dar xistin
14:50 Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Bila komkujiya Êzidiyan bê naskirin
14:21 Bakirhan: Em bang li civaka sivîl dikin ku di pêvajoyê de bi awayekî aktîf rol bigirin
14:10 Dayikên Şemiyê ji bo Murat Aslan daxwaza edaletê kirin
13:54 Di bîranîna Pirsûsê de binpêkirin hatin aşkerakirin
13:23 KNK: Divê statûya Şengalê bê naskirin
13:10 Nerazîbûna li hemberî xûtbeya Diyanetê ya ku jinan dike hedef
12:59 Di civînên TÎS’ê de lihevkirin pêk hat
12:56 Êrişên li dijî bîrên petrolê tê lêkolînkirin
11:34 Rapora MKG'ê ya meha Tîrmehê
10:38 Nûnera CÎSST’ê: Mafê hêviyê pêwîstiyeke mirovahî ye
10:12 Li Amedê ‘Pêşandanên Fîlman ên li Derve’ dest pê kir
10:01 Navenda li Seravê ji bo jinan bû nefes
09:50 Li Depê konsereke bi coş
09:35 ICOMOS: Pira Deh Derî di xetereyê de ye, plana çalakiyê berpêş bikin
09:15 Dayikên Aştiyê bang li komîsyonê kirin: Girtiyên nexweş û siyasî berdin
09:09 Girtiyê nexweş ê dermanên wî nayên dabînkirin sewqî girtîgeheke din hat kirin
09:05 Hevdîtina ku jiyana mexdûra fermana 74'emîn guherand
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2025'AN
01/08/2025
16:22 Spot di weşanê de ye: Rojeva ewil a Dort 1 Yandan komîsyona Meclisê bû
16:09 Ji MHP’ê ji bo ‘girtiyên nexweş’ bang
16:05 Li Siwêdayê çalakî: Bila hêzên hikûmeta demkî ji bajêr derkevin
15:38 NY: Îsraîlê 1.373 Fîlîstiniyên li benda alîkariyê bûn kuşt
15:11 TÎS’ê daxwazên xwe rêz kir
14:53 Yuksel Koç tehliye bû
14:37 Deriyê Komeleya Awestayê hate mohrkirin
14:24 Der heqê rojnamevanê ku birîna darên li Şirnexê kiribû nûçe lêpirsîn hate despêkirin
14:03 Ji bo girtiyên nexweş li pêşiya Wezareta Dadê çalakî hate lidarxistin
13:18 Îranê cezayê hucreyê da 3 girtiyên jin
12:48 Erdogan cezayê bersûcê komkujiya Madimakê rakir
12:46 Şîna Bîşeng Kabakê bi girseyî hate ziyaretkirin
12:34 Dîroka civîna komîsyonê diyar bû
12:23 Bi roj li nav zevî bi şev jî di kon de dixebitin
11:52 DEDAŞ bêyî ku biçe gund ji bo 35 malan di navbera 60 û 450 hezar TL fatûre birî!
11:02 Klîba Derwêş û Edûlê hate weşandin
10:46 Li dijî birîna daran kampanya: Parastina xwezayê parastina welat e
10:45 Prof. Kieser: Êdî Kurdên li Lozanê nîn in!
10:28 Nûnera KCDP’ê: Ji bo aştiyeke mayînde em em amade ne ku piştgiriyê bidin komîsyonê
10:03 Ji bo xwezayê duqat xetere: Li aliyekî agir, li aliyê din jî maden
09:43 ‘Ji dêleva hebskirinê divê li ser sedemên sûc bê sekinandin'
09:17 Li Pira Deh Derî dagirkerî û keysprestî
09:10 Şahidê Fermana 74'an: Me terka axa xwe nekir
09:06 Dayikên ku çûn Casenê: Dê êşa me bi aştiyê sivik bibe
09:03 Deriyê ber bi Xwedê ve: Deriyê Aşûr
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2025'AN
08:53 Tax bi tax civînên gel hatin lidarxistin
31/07/2025
16:39 Belavkarê rojnameyê Bayram nehate berdan
16:24 Dîmenên nû yên Siwêdayê
16:16 Endamên komîsyona Meclîsê yên AKP’ê diyar bûn
15:37 Rojnamevan Yilmaz li bajarê xwe hate definkirin
15:26 Rojnamevan Erzument Akdenîz nehate berdan
13:49 Piştî 31 salan tehliye bû: Kêfxweşiya min nîvco ye
13:07 Partiya Yenî Yolê endamên xwe yên komîsyonê diyar kir
13:05 Ayşegul Dogan: Cihgirtina li ser maseyê beşdariya sedsala duyemîn a komarê ye
12:11 Ozel têkildarî endamên komîsyonê: Ne diyar in
12:09 Beriya darizandina rojnameger Akdenîz daxuyanî: Rastî nayê bêdengkirin
11:21 Li Afyonê 5 hektar daristan şewitî
10:48 Ger dilop bikira dê di 25 salan de bibûya gol!
10:28 Di şîna xûşka xwe de axivî: Bila her kes piştgiriyê bide pêvajoyê
10:26 Mirina biguman a Rojîn Kabaîşê 308 roj in nehatiye ronîkirin
09:58 33 sal in li ber deriyê girtîgehê ye: Bila bêhiqûqî bi dawî be
09:35 Erdogan greva karkeran qedexe kir
09:32 Krîza avhewayê mezin dibe: Hem ji ber germê hem jî ji ber baranê mirov dimirin
09:16 Kedkarên ku qeyûm ew ji kar derxistin dest bi çalakiyê dikin
09:06 'Şirnexê bi polîtîkayên eko-qirkirinê tê qirkirin'
09:04 Parêzer-nivîskar û netewperestekî tirk: Dê modernîzasyona kurd dirûv bide Rojhilata Navînê
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2025'AN
30/07/2025
21:35 Li Elkê civîna gel: Em ê bi hev re barê pêvajoyê hilgirin
21:32 Di civîna MGK'ê de îşaret bi pêvajoyê hat kirin
20:29 Li Siwêdayê hezar û 350 nexweşên pênceşêrê bê derman in
20:22 Hêzên rejîma Îranê kolberekî kurd birîndar kirin
20:14 Kûrtûlmûş: Xebatên komîsyonê wê hefteya ewil a Tebaxê dest pê bikin
16:48 Cenazeyê rojnamevan Nîzamettîn Yilmaz anîn Stenbolê
16:29 Qeyûmê Wanê welatiyên astengdar ji kar derxist: Ev cara duyemîn e em mexdûr dibin
16:28 Ji bo sersaxiya Zîlan Esen serdana girseyî
16:06 Gardiyanan hem îşkence lê kirin hem jî giliyê wî kirin
15:17 Ozel: Serokê meclisê daxwazên me qebûl kirin, em ê di komîsyonê de cih bigirin
15:14 DEM Partiyê endamên malbata Dedeogullari bibîr anî