ENQERE - Xebatkarên cemaweriyê yên ODTU’yê bi daxwaza mercên jiyanê yên însanî û heqdestê adilane, dest bi grevê kirin.
Endamên Sendîkaya Karkerên Bazirganî, Kooperatîf, Perwerde, Buro û Hunerên Bedew (TEZ-KOOP ÎŞ) ên li Zanîngeha Teknîkê ya Orta Doguyê (ODTU) dixebitin, dest bi grevê kirin. Xebatkaran, diyar kirin ku tevî mohrkirina Protokola Çarçoveyê ya Cemaweriyê jî daxwazên wan nehatine cîbicîkirin. Xebatkaran, bi daxwaza mercên jiyanê yên însanî û heqdestê adilane, dest bi grevê kirin û li pêşiya rektoriyê kon vegirtin. Çalakiya xebatkaran bi lêdana çepik, dahol û zirneyê û bi berzkirina dirûşman didome.