ŞIRNEX - Birîna daran a li herêma Komatê ya Elkê dest pê kirî û ber bi Kespianîşê ve hatibû berfirehkirin, piştî darên li herêmê xelas bûn, hate sekinandin. Li pey vê talan û qirkirinê, herêmeke veguherî çolistanê ma.
Du sal berê bi destê cerdevanan û bi çavdêriya leşkeran li herêma Komatê ya navçeya Elkê ya Şirnexê birîna daran hatibû destpêkirin û birîna daran ber bi Kespiyanîşê ve hatibû berfirehkirin. Qirkirina li herêmê hatibû destpêkirin, piştî ku êdî darên bên birîn neman, hate sekinandin. Li pey vê qirkirinê, bi sedan donimên erd ên veguherîn çolistanê man.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku birîna daran a li Şirnex û navçeyên wê ev demekî dirêj e didome.