WAN - Li Wanê qeza çêbû û di qezayê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.
Îro di danê sibehê de li Wanê qezaya trafîkê çêbû. Di qezayê de 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; qeza serê sibehê saet derdora 06.00’ê li devera gundê Golî yê li ser rêya Wan-Erdîşê çêbû. Wesayîta ku ji navçeya Ebexê ber bi Wanê ve diçû, li 30 km’an nêzî Wanê ji ber sedemeke nediyar wergeriya. Di qezayê de Fecrî Sakizcioglû û Mîran Sakizcioglû jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn. Piştî agahdarkirinê, li cihê qezayê komên tenduristiyê û komên polîs û leşkeran hatin veguhestin.
Piştî mudaxileya ewil, welatiyên birîndar rakirin nexweşxaneyê. Hat zanîn ku ji birîndaran rewşa kesekî giran e. Cenazeyên welatiyên jiyana xwe ji dest dane jî ji bo otopsiyê rakirin Navenda Tipa Edlî. Têkildarî qezayê lêpirsîn hate destpêkirin.