NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyeyê 2’yemîn Konferansa Jenosîda Kurd tê lidarxistin. Beşdarên konnferansê diyar kirin ku divê êşên gelê Kurd di dîrokê de kişandine bi rêya huner, wêje û çapemeniyê bên vegotin.
Li Otela Highcrest ya li Silêmaniyê dibin çavdêriya Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan yê hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê Hemey Heme Seîd de Duyemîn Konferansa Zanistî ya Navdewletî ya Jenosîda Kurd bi tevlibûna bi dehan kesayetan destpê kir. Konferans, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di konferansê de ji ewil Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan ê hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê Hemey Heme Seîd axivî.
Piştre Şêwirmendê Wezîrê Xwendina Bilind Dr. Amanc Seîd jî li ser rol û giringiya wêje, huner û çapemeniyê ya di nasandina jenosîdên li ser gelê Kurd pêkhatine de axivî. Amanc Seîd, got: “Pêwîste bi rêya huner, wêje û çapemeniyê dîrok, rastî û êşên ku gelê Kurd kişandine nîşanî cîhanê û nifşên siberojê bidîn.”
‘DIVÊ JENOSÎDA LI DIJÎ KURDAN DI ASTA NAVNETEWEYÎ DE BÊ NASANDIN’
Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir jî di konferansê de ev tişt anî ziman: “Jenosîd, berhemê zilma ku ferzkirî ye, qebûlnekirina dengên cuda ye ku li beramberî gelê Kurd hatine kirin. Ji bilî tunekirina mirovan, jenosîd li beramberî jîngeha Kurdistanê jî hatiye kirin û hewla bişaftinê hatiye dayîn. Ji bona wê pêwîste bi pênûsa Kurdî li ser asta navdewletî jenosîd bê nasandin. Pêwîste rêz li wan kesên ku tawanê Enfalê li beramberî wan hatine kirin, bê girtin. Her wiha divê dosya enfalê ji beriya hemû karên din kar li ser were kirin.”
‘NABE KU KURD CAREKE DIN RÊ BIDIN KARESATAN’
Di berdewamê de Ebûbekir da zanîn ku bi salan dijminahiya Kurdan hat kirin û cîhan ji bo bişaftina Kurdan hemfikir bû lê Kurdan karî li ser lingên xwe bisekinin. Ebûbekir, wiha domand: “Niha li Başûr, Herêma Federe ya Kurdistanê heye, li Rojava sîstema Rêveberiya Xweser heye û li Bakur jî pêvajoya aştiyê heye. Ji bona wê nabe Kurd carek din rê bidin ku bi rêya nakokiyên navxweyî û şerê birakujî ev karesat dubare bibin. Ji bona wê divê Kurd yekgirtina xwe çêkin.”
‘JI BO JENOSÎD WERE NASANDIN DIVÊ XEBAT BI HEV RE BÊN KIRIN’
Nivîskar Dr. Mihemed Elî Sûltanî jî di konferansê de wiha got: “Divê dewletên dagirker û serdest bizanin ku gelekî xwedî ferheng, wêje û hunerê tu demê nayê bişaftin. Divê hewl bê dayîn li ser asta navdewletî jenosîdên bi serê Kurdan hatine werin nasandin. Pêwîste hewldanên di vê çarçoveyê de tên kirin bihevre bên meşandin û daxwaza qerebûkirina (Tazmînat) gelê Kurd bê kirin. Pêwîste yasayên navdewletî yên ku taybet bi jenosîdê, li zimanê Kurdî bên wergerandin.”
Konferans dê du rojan bidome û gelek mijarên girîng bên nîqaşkirin.