Di dema AKP'ê de 704 hezar û 831 zarok bi zorê hatin zewicandin
- jin
- 15:52 27/5/2020
Jinên elewî bertek nîşanî hewldana îqtîdara AKP'ê ya ku dixwaze efûya îstîsmara bike qanûn û di meclîsê re derbas bike, dan. Jinên elewî bang li hemû rêxistinên civakî û demokratîk kir û xwest her kes bertek nîşanî vê yekê bidin. Jinan destnîşan kirin ku di salên 2002 û 2019'an en dema AKP'ê de 704 hezar û 831 zarok bi zorê hatin zewicandin.