Ji jinan guvenda 'Em xwe di parêzin'
- jin
- 15:05 18/9/2020
TJA'yê li Wanê starta kampanyaya xwe ya bi dirûşma "Em xwe diparêzin" ku wê 4 mehan berdewam bike da. Jinên tevli şahiyê bûn bi kincên xwe yên kurewar li gel govendê gotin "Em xwe diparêzin".
TJA'yê li Wanê starta kampanyaya xwe ya bi dirûşma "Em xwe diparêzin" ku wê 4 mehan berdewam bike da. Jinên tevli şahiyê bûn bi kincên xwe yên kurewar li gel govendê gotin "Em xwe diparêzin".
Komîteya Têkoyîna Cûdakarî û Wekheviyê ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropa piştgirî da Peymana Îstanbul. Platforma Jinan a Îskenderunê jî bang li hemû partiyên li meclîsê kir û xwest di mijara têkoşîna li dijî tundiyê de Nexşerê/Plana Çalakiyê ya hevpar amade bikin.
Li Colemêrgê, bi tevlîbûna Hevserokê KCD’ê Leyla Guven, di çarçoveya kampanyeya “Em xwe diparêzin” de çalakiyek hat lidarxistin.
Dayika Kubra Taşdemîr ku beriya 3 mehan li navçeya Avkevirê ya Agiriyê bi awayekî guman mirî hatibû dîtin Raziye Samanci, diyar kir ku sedemê mirina keça wê xesiya wê û xwest ku berpirsyarên mirina keça wê bên darizandin.
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, diyar kir ku HDP’ê bi “Danezana Banga Aştiyê” bangî hemû beşan kiriye û ev tişt got: “Werin em bibin deng û bêhna vê bangê. Ne ji ber ku em di rewşeke zor de ne daxwaza aştiyê dikin. Beyî ku dereng bikeve em vê xakê bi dîlanên aştiyê bixemilînin.”
Dayika Pakîze Oztaş ku li navçeya Tûtaxê piştî nîqaşa ku bi hevjînê xwe re kiribû, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû Jiyan Başboga, diyar kir ku hevjînê wê ji mirina keça wê berpirsyar e û ji bo ku dev ji giliya xwe berdin pêşniyara pere li wan hatiye kirin.
Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuce jî di nav de li 5 jinan cezayê pereyî hat birîn. Ji ber ku tevlî daxuyaniyên li dijî cinayetên jinan bûna ceza li wan hatiye birîn.
Li navçeya Bûrhaniyê ya Balîkesîrê jina bi navê Çîgdem D. ji ber şerê di navbera malbatê de hat qetilkirin. Malbata Çigdem xwest ku kujerên wê bên cezakirin.
Li Cizîrê Hacer Yîgît, li ber mala xwe sêlek daniye û li ber qêleqijê nanê sêlê çêdike û pê debara malbata xwe dike.
Li Încîrlîova, tekana jina karsaza qehwexanê Duygu Bektaş, diyar kir ku wê tu carî guh neda çavên şaşwazbûyî yên zilaman û got: “Bi dest pê kirina vî karî min karî nêrîna kesên derdora xwe bi guherînim.”
Seroka Komeleya Wekhevî û Piştevaniyê ya SES'ê Gulserene Onanç, diyar kir ku ew ê bi projeya "Jin SES"ê li ser medyaya civakiyî der barê wekheviya zayendî de kampanyayan li dar bixin û li dijî "şideta dîjîtal" bang li jinan kir.
Jinan ji bo amadekariya zivîstanê, dest bi çêkirina salçeya malê û hişkirina berheman kirin. Jin bi vê xebata xwe, hem xurekên malê yên zivîstanê û hem jî piştgiriya aboriya mala xwe dikin.
Endama damezrînera Komeleya Jinan a Rosayê Narîn Gezgoz hat berdan.
Meclîsa Jinan a HDP û aktîvîstên TJA’yê, derbarê tacîz, qetilkirin, tecawîz û tundiya li dijî jin û zarokan daxuyanî dan û gotin: “Em ê kesên faîlên tundî û îstîsmarkaran diparêzin teşhîr bikin.”
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Başaran diyar kir ku îqtîdar xwedî li tecawizkar Mûsa Orhan derdikeve û îqtîdar ji bo Nadîr Kadirova ya bi guman li wekîlê AKP’ê hat dîtin çi kiriye gelo?