Girtiyên jin ên siyasetmedar: Em xwedî li berxwedana Guven derdikevin
- jin
- 12:43 23/11/2018
Girtiyên jin ên li Girtîgeha Kandirayê piştgirî dan berxwedana Leyla Guven û gotin: "Divê tecrîdkirina Birêz Ocalan demildest bi dawî bibe"
Girtiyên jin ên li Girtîgeha Kandirayê piştgirî dan berxwedana Leyla Guven û gotin: "Divê tecrîdkirina Birêz Ocalan demildest bi dawî bibe"
Parêzer Sena Yazibagli Gul bal kişand ser kêmasî û çewtiya qanûnên heyî yên der barê şideta li hemberî jinê û got: "Divê hikûmet ji bo jinan hem di warê civakî hem jî di warê aborî de hin sererastkirinan çêbike."
Hevşaredara Îdirê Şaziye Onder a qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, anî ziman ku jin ji bo jiyanê veguherînin têdikoşin, lê belê tim bi astengiyan re rû bi rû dimînin. Onder got: "Ji bo em di civakê de, li mal û di siyasetê de bibin xwedîgotin têdikoşin. Em dixwazin gotina xwe bibêjin û li gorî ruhê jinê bijîn."
Jinên li Mêrsînê bi dirûşmeya "Li hember şideta zilam em ê bêdeng nebin, em dev ji mafên xwe bernadin" ji bo 25'ê Mijdarê bang li hemû jinan kirin ku dakevin qadan û bibin yek.
Platforma Jinan a Dicle ya Amedê (DAKP), li PTT ya Ofîsê ya Amedê bi minasebeta 25'ê Mijdarê ji jinên girtî re kart şandin.
Platforma Jinan a Axtamarayê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de bernameya xwe aşkere kir û bi şîara “Em li dijî şideta we ya mêrantî bêdeng nabin. Em di têkoşîna rêxistinkirî de tên ba hev” hemû jinan vexwendin qadan.
Xwişka Pinar Gamsiz a li malê bi guleya polîsan hat kuştin, Asiye Kaya, diyar kir ku her jinek tê kuştin ew dîsa êşa xwişka xwe hîs dike û wiha got: "Divê her kes li dijî jinên tên kuştin di 25'ê Mijdarê de dakevin qadan."
Li Manîsayê jinên ji bo keyatiyê bûn bernamzet, diyar kirin ku ew ê di 25'ê Mijdarê de ber bi Qada Kolanê ve bimeşin û gotin: "Em ê li dijî krîza aborî, şidet û xizaniyê bi hev re tev bigerin û têbikoşin."
Aktîvîsta jin Masih Alînejad li Îranê bi porê vekirî wêne kişand û tevgera #MyStealthyFreedom da destpêkirin. Alinejad, diyar kir ku li Îranê jinbûn tê wateya ku rojane li dijî zagonan be û wiha got: “Li gorî Rejîma Îrane ez sucdarek har im. Ji ber ku ez bêtir jin im. "
Jinên Kurd ên kedkarên çapemeniyê yên li derveyî welat, li Belçîkayê konferansek li dar xistin û Yekîtiya Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê (ROJIN) ava kirin.
Platforma Jinê ya Dersimê daxuyand ku ew ê di 25'ê Mijdarê de li hemberî şidet û çewisandinê dakevin qadan.
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd bi peyamekê piştevaniya avakirina Platforma Zimanê Kurdî kir û ragihand ji bo xebatên ziman çi peywîr bikeve ser milê wan ew amade ne.
Aysel Gezgîncî ya rastî êrîşa devkî ya DAIŞ'iyan tê, diyar kir ku tu eleqeya cil û bergan û tundiya li dijî jinê bi hev tune ye û wiha got. "Îro çawa ku jinek servekî li kolanê bigere ewlehiya wê tune ye, jinek sergirtî jî ewlehiya wê tune ye. Ji ber ku ez ebayê li xwe dikim rastî tundiya DAIŞ'ê têm. Ez dê di 25'ê mijdarê de ji bo daxwazên xwe ligel jinan di nava têkoşînê de cih bigirim.
Derûnînas Zekîye Şenol, bal kiyand ser tundiyali dijî jinê û diyar kir ku di nava tundiya li ser jinê de cihê tuniya zayendî pir zêde ye û wiha got: "Ruxmê li Tirkiye cihê tundiya zayendî zêde ye jî ev yek li ber çavan nayê girtin. Çavkaniya herî mezin a tundiya zayendî lêgerîna îktîdarê ye. Ji ber vê yekê jinên rastî tundiya zayendî tên divê wêrek tev bigerin.
Berdevka Piştevaniya Mor Cemîle Baklaci, diyar kir ku ji destpêka Mijdarê heta niha bi jinan de di çalakî û bernameyên cur be cur de kom dibin û li ser tundiya li dijî jinê niqaşan dikin. Baklaci, anî ziman ku kolan bi kolan digerin û bang li jinan dikin ku tev li çalakiya 25'ê mijdarê bibin.