‘Emê ji bo ked û nasnema xwe di 1’ê Gulanê de li qadin bin’
- jin
- 09:28 16/4/2018
Jinên sendîkayî yên têkoşîna kedê bi rêve dibin, diyar kirin ku dê di 1’ê Gulan de ji bo keda xwe, nasnameya xwe û bedena xwe li qadan bin.
Jinên sendîkayî yên têkoşîna kedê bi rêve dibin, diyar kirin ku dê di 1’ê Gulan de ji bo keda xwe, nasnameya xwe û bedena xwe li qadan bin.
Jinên Dersimî bi hatina biharê re dest bi komkirina gîha û pincarên li çiyayê Dersimê şîn dibe, kirin. Jinên Pulûrê ku diçin pincarê kom dikin diyar kirin ku ev pincar hem şîfa ye û hem ji debar e.
Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiye TKDF), li dijî pêşnûneya zagona îstîsmara zarokan û xesandina kimyewî ku têkeve TCK'ê nameyek vekirî ji parlamenteran re xşandin û ji parlamenteran xwestin ku çav û guhrê xwe vekin.
Aktîvîsta Querr Femînîst Burçîn Tetîk, bertek nîşanî îtîraza TDK’ê ya li dijî doza derbarê peyvên zayendperest ên mîna “Guncav, biboyax, li rê û berketî’ hat vekirin, da û got: “TDK dijminantiya jinê ava dike.” Zimanzan Necmiye Alpay jî, got ku agahiya TDK’ê ji vê serdemê tuneye.
Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Wanê, cezayê muebetê yê li Halît Çançînê ku hevjîna xwe Kader Ozdemîrê kuşt daxist 25 salan. Dadgehê ji bo vê yekê jî ev hincet berpêş kirin: "Mara wî ya fermî tune ye", "Sersaxiya ji bo malbatê" û "Poşmanî". Dê parêzera malbata Ozdemîr serî li Dadgeha Îstinafê bide.
Dêrsîmî eleqeyeke zêde nîşanî nanê şikeva yê tenik ên ku Gulgen û Neşe Ataşê çêdikin didin. Nanê tê çêkirina heta derveyî welat diçe û piştevaniya van jinan ji bo gelek jinan dibe mînak.
Li Mêrsînê komek jin li hemberî şideta zayendî, îstismarkirin û cinayetên jinan meclîs ava kirin. Jinan got: “Heta ku hemû bûyerên îstismarkirinê neyên ronîkirin em ê bitêkoşin.”
Fatma Şenel a ji dayîka xwe hînî terzîtiyê bû, piştî li Wanê bi cih bû, li dijî modeya yektîpî dest bi dirûtina cilên herêmkî kir. Şenel bêyî ku pişta xwe bide kesekê, bi çêkirina berên xwe kêfxweş dibe û hewl dide keda xwe xuyangtir bike.
Komeleya BizBizze, bi armanca piştgiriyê bidin, peyaner, jin û dildarên jiyana civakî û aborî, lez dan xebatên xwe. Seroka Komeleyê Ozden Anik Tekîr, diyar kir ku jinên dixwazin karekî saz bikin dê bi dildarî û kêfxeşî bibin alîkar.
Berdevka Platforma Jinan a Axtamar a Wanê Seher Kadiroglu Ateş, der barê zagona "Xesandina Kîmyewî" ku duh pêşkêşî meclîsê kirin, diyar kir ku her îktîdar ji bo aboreyê xwe (Sapik) biparêze li gorî xwe zagonan seredast dike û ev yek ne çareserî ye.
Lêkolîner Ayten Şîmşîr, destnîşan kir ku piştî demekê navê mêran li gelek ziyaretên li Dersimê hatiye kirin, lê belê ev ziyaret di asasê xwe de yên jinên evliya ne. Şîmşîr ji bo 4 jinên evliya yên hatin tespîtkirin jî got: “Tê diyarkirin ku ev ziyaret ji çanda xwedavendan mane.”
Jinên ji bo Mîhrîcana Gîha ya Alaçatî diçin serê çiyan û zinaran gîha kom dikin, tînin mîhrîcanê difiroşin. Jin bi vî awayî li aliyekê çanda herêmên xwe û li aliyê din jî keda destê jinan dîtbar dikin.
Endama Meclîsa Partiyê ya DBP’ Zûhal Tekîner, diyar kir ku di serdema AKP’ê de istismara zayendî zêde bûye û sedema vê yekê jî, îktîdar dixwaze bi tundiya li ser jinê rêveberî û îktîdarê di kontrola xwe de bihêle. Tekîner bi lêv kir ku bi kimyaya civakê tê lîstin û rolên gerdîşî wekî pîvanên îslamê bin tên rewakirin.
MKGP’ê operasyona duyemîn a binçavkirina xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ku ji aliyê TMSF’ê hat desteserkirin şermezar kir û banga têkoşîna hevpar li rojnamegeran kir.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, diyar kir ku dema çûn Îmraliyê rojek berî wê li Amedê jinek ji ahiyê hevserê xwe ve hatibû kuştin û wiha got: "Roja me bi Ocalan re hevdîtin kir rojeva Birêz Ocalan a sereke kuştina wê jinê bû û got 'Li welatekî ku ew qas jin lê tên kuştin, ez bi fikar im bibim endamê welatekî wisa.'"