Derhênerên jin: Em bi fîlman hebûna jinê nîşan didin
- jin
- 09:27 14/3/2018
Derhênerên îranî, tûnûsî û kanadayî diyar kirin ku çêkirina fîlman a jinan çalakiyeke polîtîk e û gotin: “Em bi fîlmên ku dikişînin hebûna jinan nîşan didin.”
Derhênerên îranî, tûnûsî û kanadayî diyar kirin ku çêkirina fîlman a jinan çalakiyeke polîtîk e û gotin: “Em bi fîlmên ku dikişînin hebûna jinan nîşan didin.”
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, ji girtîgehê peyam şand û got: “Êrîşên li ser Efrînê bêhêz xistina vîna jina azad e. Ger em jin xwedî li vîna azad derbikevin , em ê karibin vî şerî rawestîn in.”
Kayuş Çalikman Gavrîlof, bal kişand ser girîngiya berxwedana jinan a li dijî êrîşên li ser Efrînê û got: “Îro jinên Kurd, ereb, suryan û ermenî li Efrînê mil bi mil şer dikin. Ev yek Tirkiye dîn û har kir.”
N.Y.A., ya rastî îstîsmara zayendî ya B.A. hat, diyar kir ku ji ber B.A., serbest hat berdan ewlehiya wê tune û jiyana wê di talûkeyê de ye. N.Y.A., diyar kir ku ew naxwaze wekî Helin Palandoken bê kuştin û wiha got: "Dema ez bêm kuştin jî dê bêjin bi riza wê bû.
Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, beşdarî panela 8'ê Adarê ya li Cizîrê pêk hat bû û wiha got: "Bi riya darazê îstîsmara zayendî û tundî rewa dikin." Hevseroka Giştî SES'ê Gonul Erden jî diyar kir ku ew dê bi rûhê 8'ê Adarê tev li Newrozê bibin u wiha got: "Cizîr dîroka raperînê ya li dijî zilmê ye."
Fermandara YJA Starê Hulya Eroglu (Delal Amed) ku hêj 5 salî bû çû dibistana seretayî û berî her kesî fêrî xwendin û nivîsandinê bû, di hemû qada jiyana xwe de pêşengî kir. Delal Amed, 3 sal berê peyama 8'ê Adarê di 8'ê Adara 2015'an de dabû û gotibû "Em di her qadê de bihara jinê dijîn."
Jinan li Atînayê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê meş û bernameyek hunerî li dar xistin. Siyasetmedara kurd Ruken Demîr axivî û diyar kir ku ew civakîbûna bi pêşengiya jinê li Çiyayê Kurdistanê pêş dikeve silav dikin û dê sedsala 21’an veguherînin serdema azadiya jinê.
Mîhrîcana Fîlmên Jinan a Fîlmmorê di 10'ê Adarê de bi atolyeya fîlmên kurt dest pê bike. Kordinatora Filmmor Melek Ozmen, diyar kir ku di atolyeyê de jinên ku reng û rûyên sinemayê biguherîne cih digirin.
Mîtînga 8'ê Adarê ya li Amedê bi tevlêbûna hezaran jin pêk hat bi Efrînê dest pê kir û bi Efrînê bi dawî bû. Parlamentera HDP'ê Feleknaz Uca, ji hemû girtiyan û Ocalan re slavên xwe şand û wiha got: "Em qadan terk nakin û em dê her dem govenda azadiyê geş bikin. Ji mere dibêjin qala Efrînê nekin. Em şerê li ser Efrînê şermezar dikin û em her em li dijî şer in."
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme Konca di mitînga 8’ê Adarê ya li Wanê de axivî û got: “Me çawa li Rojava DAIŞ’ê têk bir, elbet em ê li vir OHAL’ê jî têk bibin.”
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di mîtînga 8'ê Adarê de axivî û got: "Em dê jinane têbikoşin. Em bang li hemû jinan dikin ku di refên pêş ên tekoşînê de cih bigirin." Di mîtîngê de peyama jinên girtî jî hatin xwendin.
Televîzyona Jinan JIN TV, bi dirûşmeya “Dengê jinê, ruyê jiyanê" dest bi weşanê kir.
Li Dîlokê jin daketin kolanê û dirûşmeya “Em hebûn, em hene û em ê hebin” berz kirin. Li Rihayê jî jinan banga jiyanê rawestandinê kir.
Bi hezaran jin li Dîlok, Riha, Wan, Amed, Enqere, Mêrdîn, Şirnex û Dersimê daketin kolanê û dirûşmeya “Em hebûn, em hene û em ê hebin” berz kirin. Jinan berxwedana Efrînê silav kirin û diyar kirin ku li pişt gelê Efrînê ne.
Bi hezaran jinên di mîtînga 8'ê Adarê ya Roja Jinan a Cîhanê li Parka Newrozê kom bûn, bi dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî berxwedana Efrinê" bersîv dan êrîşên bombeyan ên Tirkiye.