Dewleta tirk bi êrişên xwe zêdetirî 40 hezar kes bêav hişt
- rojane
- 09:45 23/2
Dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter li Eyn Îsayê şebekeyên ceyranê û stasyonên avê hedef girtin. Ji ber êrişan, zêdetirî 40 hezar welatî bêav man.
Dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter li Eyn Îsayê şebekeyên ceyranê û stasyonên avê hedef girtin. Ji ber êrişan, zêdetirî 40 hezar welatî bêav man.
Heman lêpirsînên ku li djî KCD'ê hatine kirin û ji hêla dadgehên bilind ve hatine xetimîn jî li dijî HDK'ê têne kirin. Cengîz Çîçek bertek nîşanî girtin û binçavkirinan da û got ku dixwazin bingeha siyasî ku Abdullah Ocalan dixwaze ava bike xirab bikin.
Rojnameger Cengîz Altun 33 sal berê li Êlihê hate qetilkirin. Dayika Altun, Turkan Altun diyar kir ku êrişên ser rojnamegeran hêj bi dawî nebûne û got: “Cengîz netirsiya û peyrewên wî jî netirsiyan.”
Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç têkildarî daxuyaniya bi vîdeo ya ku tê payîn Abdullah Ocalan bide got ku di mevzûatê de nîn e. Lê mevzûatên ku behsa wan tê kirin bi salan e li Girtîgeha Îmraliyê di meriyetê de nîn in.
Li Mêrdînê du malbatên ku di navbera wan de dijminatî hebû bi şer çûn. Di şer de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 jê giran 10 kes jî birîndar bûn.
Bi pêşengiya Komeleya Mafên Mirovan li Colemêrgê di hefteya 163’yan, li Amedê di hefteya 837’wan û li Êlihê jî di hefteya 673’yan de li aqûbeta windayan hat pirsîn.
Saziyên ziman û partiyên siyasî ji bo 21ê Sibatê meş li dar xistin û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan tevî ku di bin şert û mercên dijwar de ye jî ji bo azadî û aştiya hemû netewe û zimanan têkoşîna xwe didomîne û got: “Tecrîdkirina Abdullah Ocalan di heman demê de tecrîda li ser zimanê Kurdî û hemû zimanên din ên bêstatu û bêperwerde ne.”
Dayikên Şemiyê, di çalakiya 1039’emîn de li aqûbeta Murat Yildiz pirsîn û banga pêkanîna edaletê û darizandina kiryaran kirin.
DEM Partiyê bertek nîşanî operasyona li dijî HDK’ê da ku 30 kes hatin girtin û got: “Dest ji dozên bi dek û dolaban berdin. Hevalên me yên ku hûn bi awayekî derhiqûqî di girtîgehan de rehîn digirin serbest berdin.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan der barê gotinên Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç ên "Peyama vîdyoyê ne li gorî qanûnê ye" got: "Ji bo pirsgirêka sedsalê wê bangeke bi qîmet bê kirin. Dema ku bang bê kirin hûn qanûnê bibîrtînin? Ez bang wezîr dikim ku cidî be."
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî ya têkildarî êrişên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê eşkere kir û ragihand ku êrişên li ser Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê zêde bûne.
Berdevkê YNK’ê ragihand ku her du şandeyên danustandinê yên YNK û PDK’ê wê li Silêmaniyê têkildarî guftugokirina li ser pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêmê kom bibin.
Akademîsyen û rojnameger Abdurrahîm Kiliç (55) ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da.
Tehliyeya girtî Mehmet Saît Yildirim ê 30 sal in girtiye bi hinceta "bi tena serê xwe jî bimîne helwesta xwe ya rêxistinî neguherandiye" û "poşman nebûye" 9 mehan hat taloqkirin.