Temellî, Ozturk û Koçyîgît çûn Lîcê
- polîtîka
- 13:15 12/10/2018
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevberdevka HDK'e Gulîstan Kiliç Koçyîgît û parlamenterên HDP'ê çûn Lîcê ku gunde wê hefteyekî hatibûn qedexekirin.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevberdevka HDK'e Gulîstan Kiliç Koçyîgît û parlamenterên HDP'ê çûn Lîcê ku gunde wê hefteyekî hatibûn qedexekirin.
Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrikulu, bertek nîşanî operasyonên siyasi yên li Amedê pêk hat dan û diyar kir ku kurd dê di sindoqê de bersîvê bide van operasyonên dijhiqûqî. Endamê Meclîsa CHP'ê Erdal Aksunger jî anî ziman ku ji niha de polîtîkayên rizandinê yên li hemberî hilbijartina rêveberiyên herêmî pêş dixin.
Li Egeyê, di operasyonên 10 mehên dawî ên li hemberî rêveber û endamên HDP'ê de 802 kes hatin binçavkirin. Hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Semra Ûzûnok, diyar kir ku partiya wan li ser piyaye û got: "Her ku îktîdara heyî li dara HDP'ê dixe dibê qey ê tov biweşin, lê xwe dixapîne. Her ku lêdide tov şîn dibin."
Nûnerên partiyên siyasî bertek nîşanî operasona li 9 bajaran hat lidarxistin dan û gotin: “Bi van operasyonan mafê siyaseta HDP’ê asteng dikin. Divê li dijî operasyonan em rêxistina muxalefeta civakî ava bikin.”
Parlamenterên HDP, CHP û Partiya Saadetê yên bi KHK'ê hatin îxrackirin li meclîsê daxuyaniya hevpar dan û xwestin meclîs pirsgirêkê çareser bike.
Hevserokên rêxistinên HDP û DBP’ê yên Wêranşarê bersiv dan daxuyaniya “Em ê dîsa qeyûm tayîn bikin” a Erdogan û got: “Em ne ew partî ne serê xwe li ber gefan bitewînin. Em dizanin em ê çawa şaredariyan ji wan bistînin.”
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, binçavkirina siyasetmedar û rojnamegeran şermezar kir û diyar kir ku ji ber nikarin Sûrên bajarên herêmê yên ku mirovan bi dil, beden û hêviyên xwe parastine, derbas bikin dîn û har dibin.
Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk destnîşan kir ku AKP Tirkiyeyê bi rêbazên "çetewarî" bi rê ve dibe û got: "Bêyî muzakereyê çareserkirina pirsgirêka kurd ne mimkun e. Wê israra me ya di siyaseta demokratîk de heta dawiyê dewam bike."
Hevberdevkê HDK’ê Onur Hamzaoglu bertek nîşanî operasyona navenda wê Amed a li 9 bajaran li dijî rojnameger û siyasetmedaran pêk hat da û got: “Ji bo saetekê bi tenê be jî, divê me ji 102 şaredariyan zêdetir şaredariyan qezenc bikin.”
Di operasyona li hemberî HDP'ê de 140 HDP'î hatin binçavkirin. Parlementerê HDP'ê Dr. Necdet Îpekyuz vê yekê nirxand û got: "Îktîdar nizane çi dike, nizane dê çi çawa bibêje, tenê li hêrsê siwar bûye." Îpekyuz, got tiştên kirin gel natepisîne, bereksê wê gel hêrstir dike.
Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen, bertek nîşanî gotina Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan a piştî hilbijartinan dê dîsa qeyûm tayîn bikin da û wiha got: “Gotinên Erdogan ên duh nenaskirina YSK û AYM'ê ye. Bi vê daxuyaniya Erdogan êdî AYM û YKS êdî bê wate bûne. Dixwazin bi rêbazên dijdemokratîk û dij hiqûqî serdestiya sindoqan bikin. Bi vê yekê hilbijartin, siyaset û demokrasî bê wate û qîmet dibe.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, di Konferansa Meclîsa Ciwanên Marmarayê de axivî û wiha got: “Meşa Kurdan a li Rojhilata Navîn tenê bi daxwazên wan re ne sînordar e. Di cûntaya 12’e Îlonê de herî zêde dixwestin ciwanan ji siyasetê dûr bixin. Ji ber vê hemû rê û rêz pêk anîn.”
Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 9 mehin li Girtîgeha Tîpa E a Amedê tê girtin, diyar kir ku dema berdana Parlameterê CHP’ê Enîz Berberoglu watedare û got: “Tu heviyên me ji AKP û daraza wê tuneye.”
Berdevkê HDP’ê Saruhan Oluç li dijî biryara der barê hevserokan wan a giştî Pervîn Buldan de hat dayîn nerazîbûn nîşan da û got: “Ev biryarek li dijî qanûn û makeqanûnê ye.”
Serokatiya Meclîsê pêşniyazpirsa Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca ya der barê pirsgirêka êzidiyên li kampan de qebûl nekir.