Ceferî: Em destûr nadin artêşa tirk di axa Iraqê de bimîne
- polîtîka
- 11:54 03/10/2018
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceferî, nerazîbûn nîşana hebûna artêşa Tirk a nava axa Iraqê da û diyar kir ku ew qebûl nakin artêşa Tirk di nava Iraqê de bimîne. Ceferî got: "Em destûr nadin Enqere mûdexeleya karên navxweyî yên Iraqê bike. Em qebûl nakin ku artêşa Tirk di nava axa Iraqê de bimîne."