• img

    'Tecrîd êdî xizmeta desthilatdaran nake, divê tecrîd bi dawî bibe'

    Siyasetmedar Dr. Faîk Gulpî der barê yekitiya neteweya kurd diyar kir ku hin hizbên kurdan ji ber ku berjewendiyên xwe di ser berjewendiyên gelê kurd re dibîne ji yekîtiyê dûr dikevin û bêtir di xizmeta dewletên desthilatdar dikin. Dr. Gulpî bal kişand tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û got hêzên desthilatdar ên naxwazin fikrên Ocalan belav bibin di tecrîdê de israr dikin, lê êdî fikrên Ocalan belav bûne û tecrîd ne çareserî ye.

  • img

    ‘Nûrî Aydin ji ber hevalê wezîr bû we ew kir rektor?’

    Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, mijara hevalê wezîrê xezîne û darayiyê û profesorê salekê Nûrî Aydin ku beriya çend rojan wek rektorê Zanîngeja Stenbolê hat peywirdarkirin, bir meclisê.

  • img

    Temellî: Em ê muxalefetê bi parlamentoyê sînordar nekin

    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temllî, diyar kir HDP dê hemû mûxalifeta xwe nexe parlamentoyê û got: "Berevajî, emê li tevahiya Tirkiyeyê mafê xwe biparêzin, têkoşîna xwe ya aştî û demokrasiyê mezin bikin û em ê muxalifetê li hemû qadan bihûn in."

  • img

    ‘Çareserî bi nasîna statuya malên cemê nikare bê sînordarkirin’

    Kemal Bulbul diyar kir ku çareserkirina pirsgirêka elewiyan nikare bi nasîna statuya malen cemên bê sînordarkirin û wiha got: “Ji bo çarseriyê ji makeqanûnê heta perwerdeyê pêwîstî bi guhertine zihniyete heye. Em ê jî ji meclisê heta kuçeyê li her qadê têkoşîna vê yekê bidin.”

  • img

    Bûldan: Em ê li cem malbatên xwe bin

    Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li Wanê axivî û got: “Nexşerê ji bo gelê me û siberoja Tirkiyeyê xwedî wate û girîngiyê ye. Em ê li dijî Rewşa Awarte ya mayînde têkoşînê xurt bikin. Em ê li cem malbatên xwe yê zarokên wan jiyana xwe ji dest didin bin.”

  • img

    Berdevkê HDP’ê Oluç: Dixwazin OHAL'ê mayînde bikin

    Berdevkê HDP’ê Sarûhan Oluç der barê pêşnûme qanûna ku AKP’ê piştî rakirina Rewşa Awarte dixwaze bixe meriyetê axivî û got AKP’ê dixwaze pekanînên Rewşa Awarte di pêşnûme qanûnê de bi cih bike û bi vî rengî Rewşa Awarte mayînde bike.

  • img

    HDP’ê li Wanê ket kampê: Em ê xeta têkoşîna xwe diyar bikin

    Parlamenterên HDP’ê li Wanê ketin kapma 3 rojan. Di roja ewil a kampê de jin li hev kom bûn. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di kampê de axivî û got: “Em ê di kampê de xeta têkoşînê diyar bikin. Em ê li dijî rejîma yekperest têkoşînek xurt a jinan bidin destpêkirin.”

  • img

    Bîlgen: Dirêjkirina 3 mehî diqede ya 3 salî destpê dike

    Wekîlê Serokên Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen li Meclîsê daxuyaniyeke çapemeniyê da û got: "Dirêjkirinên 3 mehî diqedin lê vê carê dirêjkirinên 3 salî têne destpêkirin."

  • img

    Serokê OSP'ê Çîftyurek: Qendîl çiyayê hemû kurdan e

    Serokê OSP'ê Sînan Çiftyurek, daxuyaniya Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistan a Federe Neçirvan Barzanî a der barê Qendîlê de rexne kir û got: 'Divê kurdên Başûr û kurdên li Tirkiye li dijî vê yekê helwesta xwe nişan bidin. Çawa ku Efrîn û Şengal ya hemû kurdan e, Qendîl jî çiyayê hemû kurdan e."

  • img

    Sererastkirina OHAL’ê pêşkêşî Meclîsê kirin

    26 xalên sererastkirina piştî ji bo OHAL’ê hatin amadekirin têkildarî van xalan daxwaz pêşkêşî Serokatiya Meclîsê kirin.

  • img

    HDK: Di serdema nû de dê kolan esas bê girtin

    HDK’ê encamnameya civîna Meclîsa xwe ya Giştî aşkere kir û got: “Di serdema nû de li şûna parlamentoyê divê kolan bêtir esas bê girtin. Ji dema berê cudatir rêxistinbûyîna kolana lazim e.”

  • img

    CHP’ê ji bo kongreya awarte îmze komkirin

    Partiya Gel a Komarê (CHP) ji bo kongreya awarte pêk bîne dest bi komkirina îmzeyan kir.

  • img

    Gergerlîoglu yê HDP’î: Hêj serdemek wisa nejiyaye

    Parlamenterê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu, ku her dem li dijî OHAL'ê dengê xwe bilind kir, bal kişand ser pêvajoya OHAL'ê û diyar kir ku Tirkiye tu carî serdemek wisa nejiya ye û wiha got: "Îktîdarê hewldana darbeyê ji bo xwe kir firsend. Em dikevin pêvajoyek ku parastina wê tune ye."

  • img

    Koçyîgît: Em ji tenduristî û ewlehiya Ocalan agahî nastînin

    Hevberdevka HDK'ê û Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê 19 salin tê girtin û got: "Ji 5'ê Nîsana 2015'an heta niha em tu agahî ji tenduristî û ewlehiya Ocalan nastînin. Tenê di 11'ê Îlona 2016'an de Mehmet Ocalan carekê hevdîtin kir û wekî din em tu agahî nastînin. "

  • img

    Kemalbay a HDP'î: Bi biryara Soma edalet bin ax kirin

    Parlamentera HDP'ê ya Îzmirê Serpil Kemalbay, bal kişand ser biryara der barê doza Somayê û wiha got: "Biryara hatiye dayîn girêdayî kabîneya nû ye. Bi vê biryarê komkujî rewa û asayî kirine. Bi vê biryarê hikûmet li pişt sermayedaran sekiniye. Bi vê biryarê edalet bin ax kirin."

LÊGERÎN