Xizmên windayan daxwaza edaletê kirin
- rojane
- 15:17 25/10
Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li Amed, Êlih û Colemêrgê di çalakiyên xwe yên heftane de daxwaza xwe ya ji bo edaletê dubare kirin.
Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li Amed, Êlih û Colemêrgê di çalakiyên xwe yên heftane de daxwaza xwe ya ji bo edaletê dubare kirin.
Li navçeya Cizîr a Şirnexê li dijî betalkirina cezayê Burak Ercan ê ji ber sûcê tacîza zayendî ya li dijî zarokan dihat darizandin, “Nobeda Edaletê” di hefeta duyemîn de didome.
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Yusuf Nergiz ê ku 28 sal berê di binçavan de hat windakirin pirsîn û gotin ku hemû serlêdanên ku malbatê heta niha kirine bêencam mane.
Hat ragihandin ku gerîla dê sibê di çarçoveya banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gaveke dîrokî bavêje.
Dr. Emcet Saîdogluyê Filistînê destnîşan kir ku “Plana Aştiyê” ya Trump dê aştiyê neyine Xezeyê û got: “Trump bi vê planê ve ewlehiya Îsraîlê armanc dike.”
Hasret Kahramanê diyar kir ku li Girtîgeha Tekîrdagê pirtûkên girtî İskender Kahraman ku wî nivîsandine, nadin wî û got: "Em qedexekirina pirtûkan qebûl nakin."
Hevseroka Giştî ya DAD'ê Kadriye Doganê diyar kir ku bêyî misogerkirina azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan, çareserkirina vê pirsgirêkê li Tirkiyeyê ne ne pêkan e û got: "Divê 'mafê hêviyê' yê birêz Ocalan bê naskirin."
Li Amedê ciwanên ku Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ew hedef nîşan dabûn hatin girtin.
Şaxa ÎHD’a Dêrsimê îşaret bi binpêkirinên li bendên kontrolê yên polîs û leşkeran kir û xwest ev rewş were bidawîkirin.
Serokê Amedsporê Nahît Eren got: “Hedefa me ya îsal derketina Super Lîgê ye.”
Li Bodrumê keştiya penaberan noqî avê bû. Ji penaberên ketin behrê 2 jê hatin rizgarkirin û 14’an jî jiyana xwe ji dest dan. Xebatên lêgerînê yên ji bo 2 penaberan jî didomin.
Di beşa duyemîn a hevpeyvîna bi rojnameger Fatîh Altayli de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje: “Lihevkirineke demokratîk a berfireh dikare pir mezin bide qezenckirin.”
Ji ber parvekrina nûçeyek têkildarî mirina biguman a Rojîn Kabaîşê derheqê rojnamevan Oznur Degerê de lêpirsîn hat vekirin.
Derket holê ku girtiyê bi navê Cîhan Talak ê li Girtîgeha Tîpa M a Wanê dihat ragirtin, hefteyek berê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest daye.