ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2025'AN
- rojane
- 09:00 24/10
Polîsan di serê sibehê de bi ser kanala TELE1’ê de girtin. Gerînendeyê Giştî yê Weşanê Merdan Yanardag hate binçavkirin û lêgerîna li kanalê didome.
Şina endama YJA Starê Sûltan Ete ku li navçeya Bismilê ya Amedê hatibû danîn, bi girseyî hat ziyaretkirin.
Di salvegara 14’emîn a erheja Wanê de kesên jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn. Endamê Lijneyan a Koordînasyona TMMOB’ê ya Wanê Engîn Işik, diyar kir ku avahiyên piştî erhejê hartine çêkirin ne li gorî daneyên zanistê û disiplînên endezyariyê ne.
Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol ku piştî xwîn çû ser mejiyê wî hatibû entubekirin a li beşa çavdêriya awarte didome. Hêj jî xetere li ser jiyana Aykol heye.
Danişîna doza Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedalê ji ber axaftina li dijî tayînkrina qeyûm tê darizandin, hat taloqkirin.
Di danişîna doza rojnameger Ercument Akdenîz de biryara tehliyeyê hat dayin.
Di danişîna jinûvedarizandina cerdevan Îzettîn Yardim de ku ku li navçeya Dihê bi awayekî sîstematîk Z.Ç. tecawiz kiribû, mexdûr Z.Ç. û parêzerên wê xwestin faîl were girtin lê ev daxwaz hate redkirin.
Hevpeyvîna rojnameger Fatîh Altayli 28 sal berê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re piştî 28 salan cara ewil hate weşandin. Abdullah Ocalan, ji bo çareseriyê dibêje “Bes bila guftûgo hebe, em dikarin sibe jî çekan bidin bêdengkirin.”
Di danişîna doza Ahmet Turk de ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” tê darizandin û weke hinceta tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû nîşandan de beraet kir.
HPG - NRÇ'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Tirk li li Bakurê Kurdistanê li qadên Çewlig, Amed, Herekol û Bestayê opeasyona leşkerî kir û ev hişyarî kir: “Heke pevçûnek derkeve, berpirsyarên wê ew kes in ên ferman dane.”
Endamê DÎK’ê Loknan Ozdemîr diyar kir ku di demên dawî de li Şemzînanê xebatên terîqetên xwedî zîhniyeta tundraw zêde bûne û got: “Ev terîqet xwedî zîhniyeta DAIŞ’ê ne û dewlet piştgiriyê dide wan. Divê gel rê nede ku ev zîhniyeta DAIŞ’ê bikare xwe birêxistin bike.”
Xwîn çûbû ser mejiyê rojnamevan Huseyîn Aykol û niha di beşa çavdêriya awarte de tê tedawîkirin. Ji girtîgehan ku Aykol bi salan e dengê wan radigand, peyam jê re tên şandin.
Li Kerboranê komeke ciwanan dema ji pêşiya sehaya futbolê re derbas dibûn, bi hinceta ku gotine “Ên dilîzin cendirme ne”, ji hêla polîsan ve hatin derbkirin. Dîmenên kêliya ciwan dihatin derbkirin derket holê.
Endamên Şandeya Îmraliyê çûn serdana siyasetmedarên girtî Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Semra Guzel û Selçûk Mizrakli.