DEM Partî dê sibe têkildarî gava dîrokî daxuyaniyê bide
- polîtîka
- 11:38 26/10
DEM Partî dê di 27’ê Cotmehê de li Hotêla Hîltonê ya Enqereyê têkildarî gava dîrokî ya Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd, daxuyaniyê bide.
DEM Partî dê di 27’ê Cotmehê de li Hotêla Hîltonê ya Enqereyê têkildarî gava dîrokî ya Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd, daxuyaniyê bide.
Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê ku 2 rojan dewam kir, bi dawî bû. Di civînê de li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û geşedanên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navînê û gelek mijarên di rojeve de hatin nîqaşkirin.
Parlamentera DEM Partiyê Saliha Aydenîz di kongreya DBP’ê ya Qoserê de axivî û got: “Ger dewlet bixwaze vê pirsgirêkê çareser bike divê azadiya rêzdar Ocalan mîsoger bike.”
Tê payin ku hedîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan di 28’ê Cotmehê de were kirin. Têkildarî saet û cih tu agahî nehatin parvekirin.
MYK’a DEM Partiyê bi rojeva Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û geşedanên di rojevê de civiya.
Tulay Hatîmogûllari bang li komîsyonê kir û got: “Sererastkirinên yasayî yên beriya ku budçeya sala 2026’an tên Meclisê dê hem baweriyê xurt bike hem jî ji bo serketina pêvajoyê rê veke.”
Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya, diyar kir ku pêvajoya heyî ne tenê projeyeke ewlehiyê ye û got: “Hedefeke pêşketinê ye. Tê wateya misogerkirina mafê jiyanê, aramî û ewlehiyê ye.”
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî tezkereya Iraq û Sûriyeyê ku tê payin hefteya pêş were Meclisê axivî û got: “Pêdiviya gelên Sûriyeyê ne bi tezkereyê, bi avakirina Sûriyeyeke yekbûyî û demokratîk heye.”
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan çûn serdana Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş.
Cezayên girtîgehê yên ku endamên meclisa şaredariyê jî di nav de li 16 kesan hat birin, li Agiriyê hat şermezarkirin.Hevserokê DEM Partiyê yê Agiriyê Mehmet ÛmÛt Dogrûer got: "Bi vî rengî cezakirina siyasetmedaran, ne biryareke hiqûqî, biryareke siyasî ye."
Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş ê kıu di çarçoveya pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd de hat Amedê got: “Vê carê em ê bi serkevin. Vê carê aştî, xweşk-biratî û aramiyê bi serkeve.”
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, got: “Komîsyon mecbûr e ku rêyekê bibîne ku Abdullah Ocalan bikare nêrînên xwe bi komîsyonê re parve bike.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û şandeya pê re dê beşdarî kongreya Partiya Sosyalîstên Ewropayê ya li Amsterdamê bibin.
Ahmet Turk ku got "Em ne ji demokrasiyê û ne jî feraseta xwe ya siyasî tawiz didin" bersiva rexneyên li ser pêvajoyê da, anî ziman ku divê dewlet li hemberî van fikaran gav biavêje. Turk got: "Azadiya Kurdan dê gelê Tirk jî azad bike."
Di Lijneya Gitşî ya Meclîsê de Turhan Çomez yê ÎYÎ Partiyî der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de heqeret kiribû. Pervîn Buldan bi tundî bertek nîşan da û got: “Tu mafê kesî tuneye, qethiyen ez bêrêzdariyeke wisa qebûl nakim.”