Kurdî ji bo kurdan qedexe ye lê ji bo AKP’ê serbeste!

  • rojane
  • 10:02 23 Gulan 2023
  • |
img
AMED - AKP’ê di 21 salên îktîdara xwe de saziyên zimanê kurdî û televîzyon, ajans, rojname û radyoyên weşanên xwe bi kurdî dikirin girt, bi destê qeyûman tabelayên kurdî rakir lê niha li Kurdistanê ji bo tûra duyemîn a hilbijartinê propagandayê bi zimanê kurdî dike. 
 
AKP’ê di 21 salên îktîdara xwe de mafê perwerdeya bi zimanê kurdî neda, bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) re saziyên zimanê kurdî, televîzyon, ajans, rojname û radyoyên weşanên xwe bi kurdî dikirin girt û bi destê qeyûman tabelayên kurdî rakirin. Di tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê de AKP niha li Kurdistanê dest bi xebata propagandaya kurdî kir. 
 
Wêneyên namzetê serokkomariyê yê AKP’î Tayyîp Erdogan ên bi nivîsa “A rastî Erdoğan”, li gelek cade, pir û bîlbordên Amedê hatine daliqandin. Di heman demê de ji bo Erdogan bi kurdî stranek jî hatiye amadekirin. 
 
Di serdema îktîdara AKP’ê de êrişên li dijî zimanê kurdî derketin lûtkeyê. Çend qedexeyên di nava 4 salan de AKP’ê ji bo kurdî kirin wiha ne: 
 
* Rêxistina HDP’a Edeneyê xwest di navbera 10-13’ê sibata 2019’an de Rojên Şanoya Kurdî li dar bixe lê Walîtiya Edeneyê bi hinceta “Gefê li ewlehiya cemaweriyê dixwe” qedexe kir. 
 
* Lîstika şanoyê ya bi kurdî “Zargotin Zêrgotin” dê di 23’yê îlona 2019’an de li Navenda Çandê ya Yaşar Kemal a navçeya Seyhan a Edeneyê bihata lîstin lê Walîtiya Edeneyê qedexe kir. 
 
* Llîstika şanoya kurdî dê di 10’ê Cotmeha 2020’an de li Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bihata pêşandan lê ji bo lîstikê demekî kin mabû ku qeymeqamtiyê qedexe kir. 
 
* Meclisa Ciwanan a HDP’a Stenbolê dê di 14’ê gulana 2021’an de stand-up a bi navê “Dawiya Dawiya” li dar bixista lê bêyî ku hincetek were nîşandan ji hêla Qeymeqamtiya Fatîhê ve hate astengkirin. 
 
* Lîstika şanoyê ya “Tartufe” dê di 5’ê kanûna 2021’an de li Mêrdînê bihata pêşkeşkirin lê walîtiyê bi hinceta pandemiyê qedexe kir. 
 
* Lîstika “Bêrû” di bernameya Şanoyên Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de cih digirt û dê di 13’ê mijdara 2020’an de bihata lîstin. Lê belê lîstik bi biryara walîtiyê hate qedexekirin. Heman lîstik di 14’ê mijdara 2020’an de ji hêla Walîtiya Rihayê ve jî li seranserî bajar û bêdem hate qedexekirin. 
 
* Di 8’ê kanûna 2021’an de dema Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu li meclisê bi kurdî diaxiviya, mîkrofon hate girtin. 
 
* 9 endamên Kongreya Îslama Demokratîk û DÎAY-DER’ê bi hinceta ku xutbeyên xwe bi kurdî dane û li pêşiya cemaetê nimêj kirine, di 10’ê tîrmeha 2021’an de hatin girtin. 
 
* Wezareta Karên Hundir di 8’ê adara 2021’an de ragihand ku jinên rastî tundiyê tên dikarin bi zimanên tirkî, farisî, erebî, ingilîzî, rusî û fransî serî li sepana KADES’ê bidin. Li Tirkiyeyê piştî tirkî herî zêde bi zimanê kurdî tê axaftin lê kurdî di KADES’ê de cih negirt. 
 
* Parlamenterê HDP’ê Siddik Taş di 7’ê nîsana 2021’an de ji Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçûk pirsî bê ka têkildarî perwerdeya bi zimanê dayikê xebatekî wî heye yan na. Wezîr Selçûk jî wiha bersiv da: “Ji bilî zimanê tirkî tu zimanên din weke zimanê dayikê hînî hemwelatiyên tirk nayên kirin û pê perwerde nabin.” 
 
* Wezareta Veguhestin û Binesaziyê di 21’ê nîsana 2021’an de bersiv da pirsa Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş û wiha got: “Ji ber ku zimanê fermî tirkî ye, di balafiran de bang bi kurdî nayê kirin.” 
 
* Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê di 5’ê nîsana 2021’an de navê Cadeya Sîpanê guherand û kir Cadeya Abdulkadîr Aksu. Di 8’ê gulana 2022’yan de jî navê Cadeya Şengalê weke Cadeya Molla Guranî guherand. 
 
* Di nava du salên dawî de konserên gelek hunermendên kurd ji hêla walîtî û qeymeqamtiyan ve hatin qedexekirin. Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu têkildarî qedexekirina konseran pêşnûmepirsek da meclisê û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu di bersiva xwe de îdia kir ku biryarên van qedexeyan ji bo “parastina şêweyê jiyanê û ewlehiyê” didin. 
 
MA / Cengîz Ozbasar
 

Sernavên din

26/05/2023
19:55 Partiya Çepên Kesk hevdîtin bi rûspiyên Amedê re kir
19:34 14 Dayikên/Mirovên Şemiyê beraet kirin
19:25 Siyasetmedar Dorak piştî 17 salan ji girtîgehê derket
18:10 Di Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê de ji bo hemû bersûcan biryara beraetê
18:01 10 sal cezayê girtîgehê li Rojbîn Çetînê hat birîn
17:00 Binçavkiriyên li Îzmîr, Manîsa, Antalya û Mêrsînê hatin berdan
16:53 Derheqê xwediyê îmtiyazê yê ajansa me Çelîk de lêpirsîn hate destpêkirin
16:52 4 kesên di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin
16:52 Qeyûm li xebatkaran ferz dike ku tev li bernameya ‘fethê’ bibin
15:39 2 kesên li Dêrsimê winda bûbûn hatin dîtin
15:36 Bûldan û Aydenîz gel vexwendin ku dengê xwe bidin | HATE NÛKIRIN
14:38 Amedî: Ji bo ku em yek zilamî têk bibin em ê biçin ser sindoqan
14:17 Li Dîlokê ciwanek hat girtin
13:24 Li Şaredarê Amedê yê berê Çelîk 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn
13:23 Çar ciwanên ji Mêrdînê di encama jehrîbûnê de mirin
12:57 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:14 Bûldan: Ji bo guhertinê em biçin dengdayînê
Turk: Divê em neyên lîstokan, em biçin dengdayînê
12:13 Perîhan Koca: Mohra hilbijartinê di destê me de ye
12:02 18 hezar lîre cezayê li polîsên tundî kirin hatibû birîn kirin 20 teqsîd
11:39 Çalagan: Em ji bo rawestandina faşîzmê diçin ser sindoqan
11:39 Aborînas Erdem: Ji bo avakirina demokrasiyê hewcehî bi polîtîkayên gelparêz heye
11:10 ‘Em ê di tûra duyemîn de bloka faşîst têk bibin’
11:09 Tedawiya girtiyê nexweş Adiguzel tê astengkirin
10:57 Li Dêrsimê ji 2 welatiyên ku çûne berhevkirina karokan agahî nayê girtin
10:50 Li Dutaxê û Kanîreşê gelek kes hatin binçavkirin
10:47 Masiyên Gola Wanê di bin metirsiya HES’ê de ne
10:39 Operasyonên hilbijartinê yên AKP’ê: Herî kêm 177 kes hatin binçavkirin
10:04 Mexdûrên mulakatê li bendê ne ku vegerin karên xwe
10:00 AKP’a ku li Agiriyê encameke li gorî dilê xwe negirt, firmaya tekstîlê girt
09:36 Karkerên dîlokî: Divê teqez guherîn çêbibe
09:26 Lêgerîna madenê ya Çiyayê Bezarê xwezayê talan dike û rê li ber nexweşiyan vedike
09:22 Piştî 30 salan hate berdan, heman rojê cardin hate girtin: Moral û motîvasyon sûc e
09:16 Girtiyê ku çavên wî ji sedî 90 nabînin nikare bi tena serê xwe bijî
09:15 Mele Hecî Kadah: Herin ser sindoqan û li dijî zilmê rabin
09:06 Krîza aborî bandorê li pincarê jî kir
09:04 Dê belgefîlma 4 jinên berxwedêr di hezîranê de bê nîşandan
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2023'YAN
25/05/2023
22:25 Tora Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ya Amedê:Em ê rejîma yekzilamî têk bibin!
21:16 Li Colemêrgê 3 kes hatin girtin
19:38 'Encam çi be jî dê têkoşîna gelê me bi ser bikeve'
19:14 Kurê girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan hat berdan
16:47 Aydenîz: Mifteya hilbijartinê di destê kurdan de ye
16:25 Li Êlihê 3 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:11 19 kesên ji ber pîrozbahiya Newrozê hatin binçavkirin hatin berdan
16:04 Kesên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn
15:54 Rezervên MB’ê piştî 21 salan cara ewil ketin bin sifrê
15:43 Dayikên Aştiyê: Bes e êdî zilmê li xelkê Mexmûrê nekin
15:09 Gel ji Partiya Çepên Kesk û HDP’ê re got: Serî netewînin, em li cem we ne
14:38 Li Îranê 8 kes hatin bidarvekirin
14:21 Midurê Perwerdehiyê yê Nisêbînê gotinên zayendperest gotin
14:02 Li Amedê 4 parêzer hatin berdan
14:01 Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk: Dê gelê me di 28’ê Gulanê de tişta pêwîst bike
13:33 Partiya Çepên Kesk û HDP: Em ê bêkêmanî biçin ser sindoqan û rejîma yek zilamî biguherînin
13:07 Fermandara YPJ'ê li Barcelonayê serdana nûnerên Katalan kir
12:54 Li Xelfetiyê 2 kes hatin binçavkirin
12:25 Danişîna doza rojnamevan Babat û Arslan hat taloqkirin
12:11 Ji Mexmûrê bang: Divê kurd û dostên xwe rabin ser pêya
12:08 Mele Abdurrahman Alkan: Nedayîna cenazeyan zilm e
11:52 Throssell: Divê Tirkiye demildest hemû rojnamevanan berde
11:51 Yenî Yaşam 5 salî ye
11:33 Tevî bertekan jî 'incommunicado' di meha 27'an de didome
10:51 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdanek nû kirin
10:32 Li Colemêrgê serdegirtinên malan: Bi dehan kes hatin binçavkirin
10:22 Li dijî Mexmûrê êrişeke nû hate destpêkirin
10:22 Beştaş: Em bi motîvasyona xwe vê îktidara ku dijmintiya jinan dike têk bibin
10:21 Şahînoz: Aboriya Tirkiyeyê dişibe tekera teqiyayî
09:56 Dilxwaza EŞÎK’ê Koçak: Parlamentoya herî neteweperest ava bû
09:55 AKP sewalkarî û cotkariyê qedand
09:34 Ji bo tûra duyemîn bang li hilbijêran kirin: Werin em faşîzmê hilweşînin
09:23 Li derveyî welat çend hilbijêran dengê xwe daye?
09:19 'Îşkence veguherî awayê rêveberiyê'
09:03 Ji Dosso Dossî re serbest e ji NÇM'ê re qedexe ye
09:02 Li Hatayê banga ji bo 'çûna ser sindoqan'
09:01 Cotkar nikarin tiştekî bikirin: Heke ew biçin dê her tişt baş bibe
09:00 Di 17 saliya xwe de kurdî hîn bû û da pey dengbêjiyê
09:00 Ji bo hilbijartinê hê neçûne zozanan: Divê her kes dengê xwe bide
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2023'YAN
24/05/2023
22:54 Li Solothûrnê ji bo Mexmûrê bang li NY'yê kirin
20:27 Ji MED-DER’ê şahiya belgedayînê
20:08 Ahmet Turk: Divê em dersekê bidin hikûmetê
19:33 Partiya Çepên Kesk û HDP dê helwesta xwe sibê eşkere bikin
18:57 Ji Dayikên Aştiyê banga ji bo xwedîderketina li Mexmûrê
18:41 Xwediyê Îmtiyazê yê MA'yê Çelîk hat berdan
17:55 Koordînastorê MA Musîcê Kanîwar hat berdan
17:30 'Em ê bi hev re vê desthilatê bişînin'
16:57 Seroka Giştî ya Egîtîm Sen’ê Kûrûl li peywîra xwe hate vegerandin
16:39 Li Şirnexê gund bi gund xebatên hilbijartinê
15:58 Derbarê rojnamevan Batihan de lêpirsîna erdhejê hate destpêkirin
15:43 Serokê Baroya Amedê Eren: Axaftinên Soylû sûc in
15:42 Buldan ji bo 28’ê Gulanê bang kir: Em ê bi faşîzmê bidin windakirin | HATE NÛKIRIN
15:38 Bi girseyî serdana şîna Yalçinkaya hat kirin
15:18 Îdamên li Îranê li pêşiya avahiya darazê tên protestokirin
15:16 ÎHD’ê nerazîbûn nîşanî tecawiz û tacîza li dijî zarokan da
15:13 Li Îzmîr û Manîsayê 5 kes hatin berdan
15:02 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd: Em ê piştgiriyê bidin Kiliçdaroglû
14:50 Ji rewşenbîr, nivîskar, hunermend û siyasetmedaran bang: Ray bide bila biçe û ev rewşa tarî biqede
14:49 Sancar çû serdana Emîne Şenyaşar
14:34 Ciwanên HDP’î hatin berdan
14:33 Ciwanê ku lê dan: Di mûayeneyê de polîs digot, bijîşk dinivîsand
14:33 MYK’a Partiya Çepên Kesk û HDP’ê dicivin