ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bi Serokê Giştî yê TESK’ê Bendevî Palandokan re hevdîtin kir.
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û şandeya pê re, çûn serdana Navenda Giştî ya Konfederasyona Esnaf û Zinaetkaran a Tirkiyeyê (TESK). Hevberdevkê Komîsyona Aboriyê yê DEM Partiyê Saruhan Oluç û Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Ozturk Turkdogan jî di şandeyê de cih girtin. Şande, ji hêla Serokê Giştî yê TESK’ê Bendevî Palandokan û rêveberên TESK’ê ve hate pêwşazîkirin.
Di hevdîtinê de li ser geşedanên siyasî yên li Tirkiyeyê hate axaftin û hevdîtin ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin û nêzî saetekê domiya.