STENBOL - Duyemîn danişîna doza parêzvana mafê mirovan Nîmet Tanrikûlû ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, ji ber kêmasiyên di dosyayê de hate taloqkirin.
Danişîna duyemîn a doza parêzvana mafên mirovan Nîmet Tanrikûlû ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, li 24’emîn Dadgeha Cezayên Giran a li Stenbolê hate lidarxistin. Nîmet Tanrikûlû û parêzerên xwe beşdarî danişînê bûn. Nûnerên Navenda Bîrê, Weqfa Mafê Miroan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) beşdarî danişînê bûn.
Di danişînêde Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn axivî û xwest tevdîra edlî ya li ser Nîmet Tanrikûlû bê rakirin. Dadgehê, biryara domandina tevdîra edlî da û ji bo temamkirina kêmasiyên di dosyayê de danişîn taloqî 7’ê Cotmehê kir.