Xelkê Amedê: Werin em biçin ser sindoqan û vê tirsê têk bibin

  • rojane
  • 11:16 23 Gulan 2023
  • |
img
AMED - Welatiyên Amedê bal kişandin ser girîngiya hilbijartina serokkomariyê û wiha gotin: “Li cihekî rejîma yekzilamî lê tu carî aramî çênabe û aborî û pergal baş nabe. Werin em biçin ser sindoqê û vê tirsê têk bibin.” 
 
Di hilbijartina serokkomariyê ya di 14’ê Gulanê de tu namzet bi ser neketin û hilbijartin ji bo tûra duyemîn ma. Welatiyên ku dê ji bo tûra duyemîn di 28’ê gulanê de biçin ser sindoqê, guherînê dixwazin. Em bi xelkê Amedê re axivîn û welatiyan ji bo çûna ser sindoqan bang kirin. 
 
‘DIVÊ PIRSGIRÊKA KURD Û DEMOKRASIYÊ BÊ ÇARESERKIRIN’ 
 
Welatiyê bi navê Mecît Turgay got ku tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê şenseke û ev tişt anî ziman: “Hilbijêrên HDP’ê dengê xwe ji bo guherînê dan lê yên Partiya Îyî deng nedan. Divê di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd û demokrasiyê de jidil bin. Heke tu wiha tirsonekî nêz bibî dê winda bikî. Kî bixwaze bibe hêzeke mezin, divê li ser bingeheke rast nêzî kurdan bibe. Ji ber ku komar, ev sedsal e birîndar e. Lingênê wê yên kurd û demokrasiyê kêm in. Heke daxwaza me ya komareke demokratîk hebe, divê pirsgirêkên kurd û demokrasiyê bên çareserkirin. Divê ne bi hişmendiya ‘ez pênc salan xelas bikim’ nêz nebin. Em dixwazin şer bê sekinandin, tecrîd were rakirin, bi birêz Ocalan re yekser muzakere bên destpêkirin, zarok û jin neyên kuştin û pêşerojeke azad û demokratîk dixwazin.” 
 
‘NIFTEYA DEMOKRASIYÊ DI DESTÊ OCALAN DE YE’
 
Turgay, bi domdarî wiha got: “Ez dixwazin birêz Abdullah Ocalan û gelê kurd azad bibe. Heke maseyek were avakirin, heke li ser wê maseyê birêz Ocalan hebe, dê heta dawiyê baweriya min bi wê maseyê bê. Ji sala 2015’an ve îktîdar teslîmî MHP’ê hatiye kirin. Li welaetkê MHP’ê lê heye kurd nikarin li benda azadiyê bin. Tu bendewariyeke kurdan a demokrasiyê ji MHP’ê nîne. Divê ev welat ji ewil ji MHP’ê rizgar bibe. Divê siyasetmedar jidil bin. Nifteya çareseriyê jî di destê birêz Ocalan de ye. Ocalan, rawestgeha çareseriyê ye.” 
 
‘CIHÊ KU YEKZILAM LÊ PEGAL NABE’
 
Ji welatiyan Heybet Îçten jî bi lêv kir ku Erdogan 20 sal in îktîdar e û wiha pê de çû: “Divê êdî teqawid bibe. Heke mirovekî peywira xwe kiribe, divê êdî dewrî yên din bike. Bêguman heke kêmasî û xeletiyên wî nebin. Ev kes siyasetmedar nîne, dengên wî jî ji sedî 49 nînin. Ez ji vê bawer nakim. Lê dîsa jî dê biçim ser sindoqê û dengê xwe bidim Kiliçdaroglû. Cihê ku yekzilam lê heyî tu carî aramî nabe, aborî baş nabe û pergalek dê nebe. Lewma dê winda bike. Ez tevî şerev û rûmeta xwe diçim ser sindoqê. Bi taybet jî ji bo hilbijêrên kurd dibêjim, dengê xwe bidin nasnameya xwe.” 
 
‘TIRSÊ LI SER SINDOQÊ TÊK BIBIN’
 
Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Gunay Ceylan jî got ku guman li ser encamên hilbijartinê hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lewma baweriya min pê nayê. Hinek tişt hatin manîpûlekirin. Lê tevî vê yekê jî ez CHP’ê serkeftî dibînim. Ji bo ku di hilbijartinê de dengê xwe bidim dê biçim Edîrneyê. Dê kurê xwe û dayika xwe jî bi xwe re bibim. Dayika min 95 salî ye. Em ne siyasetmedar, gelê jirêzê ne. Divê muxalefet ji bo parastina dengan çareseriyekê peyda bike. Weke gel divê em jî hişyar bin û xwedî li dengên xwe derkevin. Banga min ji bo hemû rewşenbîr, şoreşger û hwd. ew e ku biçin ser sindoqê û em vê tirsê li ser sindoqê têk bibin.” 
 
‘DENG HATINE DIZÎN’
 
Ji welatiyan Umît Polat jî anî ziman ku di hilbijartina ewil de li Îzmîrê bû lewma dengê xwe nedabû û wiha axivî: “Em ê vê carê dengê xwe bidin Kemal Kiliçdaroglû. Tevahiya dengan hatine dizîn. Ev 21 sal in Berat Albayrak didize, yên din didizin. Aboriya Tirkiyeyê têk çûye. Ciwanek nikare bizewice. Ez ji bo xebatê diçim Îzmîrê û 3-4 mehan nikarim vegerim mala xwe.” Huseyîn Algun jî destnîşan kir ku îktîdara AKP’ê kedxwariyê dike û wiha got: “Ji sedî 80-90’î civaka Tirkiyeyê birçî ye. Xelk nikare kirêyên xwe bide. Welat şêlandin û talan kirin lê piştre dibêjin ‘AKP baş e.’ Divê AKP tavilê bê têkbirin. Ciwan nikarin kar peyda bikin. Heke tu AKP’î bî te digirin kar. Niha jî hewl didin pergala qraltiyê ava bikin. Heke ev kes dîsa were hilbijartin dê dawiya me nebaş be. Em ê dengê xwe bidin Kiliçdaroglû.” 
 
‘HILBIJARTINA DAWÎ YE’
 
Omer Beksek jî daxuyand ku hilbijartina serokkomariyê pir girîng e û ev tişt anî ziman: “Niha hemû hêz di destê yekkesî de ne. Ji bo pêşeroja me êdî tu rêyeke din dê nebe. Piştî vê hilbijartinê êdî dê tu hilbijartinên din nebin. Banga min ji bo ciwan, kal û her kesî ye; destê xwe deynin ser wijdana xwe û herin ser sindoqan. Qeyûm tayînî şaredariyên me kirin. Heke qeyûm tayînî şaredariya partiyeke bi milyonan dengan digire bikin, dê sibe li hemû şaredariyan tayîn bikin. Heta mirov dikare bibêje êdî dê tu hilbijartinên din çênebin. Ji ber ku rejîma yekzilamî roj bi roj xurttir dibe û dê zirareke mezin bide civakê. Parastina wê sindoqê, parastina rûmet û pêşerojê ye. Divê gel xwedî li sindoqan derkeve.”
 
‘JIN DI EWLEHIYÊ DE NÎNIN’
 
Dîlek Takmaz jî bertek nîşanî polîtîkayên AKP’ê yên li dijî jinan da û wiha got: “Heke xelk ji rewşa xwe memnûn be bila bidome. Heke nebin jî bila berteka xwe nîşan bide. Ez rewşa welêt pir biewle nabînim. Dev ji ewlehiya hilbijartinê berde, ez bawer nakim ku jin li kolanan jî biewle bimeşin. Ez niha xwe di rewşeke biewle de nabînim. Divê her kes biçe ser sindoqan. Tiştekî girîng nîne bê ka em ji ku derê ne. Divê kesek netirse û peywirdar jî heta kêliya dawî sindoqan neterikînin.” 
 
‘AMEDÊ PEYWIRA XWE BI CIH ANÎ’
 
Derheqê mijarê de Tekavût Şevket jî got ku xelkê Amedê peywira diket ser milê xwe bi cih aniye û wiha axivî: “Dê ji vir û şûnde jî bi cih bîne. Me parlamenterek winda kir û ev tiştekî asayî ye. Nifûsên polîs û leşkeran anîn Amedê. Her wiha Amed êdî bajarekî kozmopolît e. Ji bo ku em ji vê rejîmê xelas bibin divê em biçin ser sindoqan. Divê gelê me jî biçe ser sindoqan û peywira xwe pêk bîne. Partiya me çi bixwaze bila pêk bînin.”
 
‘DIVÊ EM VÎ WELATÎ SERERAST BIKIN’
 
Ji welatiyan Guzel Poaçar jî têkildarî hilbijartina serokkomariyê nêrîna xwe wiha parve kir: “Guherîn şert e û divê ev biçin. Nîviya welêt hate firotin. Bi hezaran komkujî kirin. Ev gel çima van rastiyan nabîne? Jin bi girêka baraz girêdan û kuştin, ma me ev ji bîr kirine? Dibe ku emrê me êdî çûbe lê heke wiha bidome ciwanên me dê nekarin li vî welatî bijîn. Bila her kes pêşeroja zarok û neviyên xwe bifikire. Heke her kes wiha bifikire dê welat baş bibe. Em dixwazin êdî bes e bila ev biçin. Li tu welatan tu kes 20 salan nabe îktîdar. Welatekî wiha nabe. Em ji demokrasiyê derketine. Li ser olê xelkê dixapînin. Ol, ola min e ma çi ji te? Her kes ji ola xwe berpirsyar e.” 
 

Sernavên din

26/05/2023
19:55 Partiya Çepên Kesk hevdîtin bi rûspiyên Amedê re kir
19:34 14 Dayikên/Mirovên Şemiyê beraet kirin
19:25 Siyasetmedar Dorak piştî 17 salan ji girtîgehê derket
18:10 Di Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê de ji bo hemû bersûcan biryara beraetê
18:01 10 sal cezayê girtîgehê li Rojbîn Çetînê hat birîn
17:00 Binçavkiriyên li Îzmîr, Manîsa, Antalya û Mêrsînê hatin berdan
16:53 Derheqê xwediyê îmtiyazê yê ajansa me Çelîk de lêpirsîn hate destpêkirin
16:52 4 kesên di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin
16:52 Qeyûm li xebatkaran ferz dike ku tev li bernameya ‘fethê’ bibin
15:39 2 kesên li Dêrsimê winda bûbûn hatin dîtin
15:36 Bûldan û Aydenîz gel vexwendin ku dengê xwe bidin | HATE NÛKIRIN
14:38 Amedî: Ji bo ku em yek zilamî têk bibin em ê biçin ser sindoqan
14:17 Li Dîlokê ciwanek hat girtin
13:24 Li Şaredarê Amedê yê berê Çelîk 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn
13:23 Çar ciwanên ji Mêrdînê di encama jehrîbûnê de mirin
12:57 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:14 Bûldan: Ji bo guhertinê em biçin dengdayînê
Turk: Divê em neyên lîstokan, em biçin dengdayînê
12:13 Perîhan Koca: Mohra hilbijartinê di destê me de ye
12:02 18 hezar lîre cezayê li polîsên tundî kirin hatibû birîn kirin 20 teqsîd
11:39 Çalagan: Em ji bo rawestandina faşîzmê diçin ser sindoqan
11:39 Aborînas Erdem: Ji bo avakirina demokrasiyê hewcehî bi polîtîkayên gelparêz heye
11:10 ‘Em ê di tûra duyemîn de bloka faşîst têk bibin’
11:09 Tedawiya girtiyê nexweş Adiguzel tê astengkirin
10:57 Li Dêrsimê ji 2 welatiyên ku çûne berhevkirina karokan agahî nayê girtin
10:50 Li Dutaxê û Kanîreşê gelek kes hatin binçavkirin
10:47 Masiyên Gola Wanê di bin metirsiya HES’ê de ne
10:39 Operasyonên hilbijartinê yên AKP’ê: Herî kêm 177 kes hatin binçavkirin
10:04 Mexdûrên mulakatê li bendê ne ku vegerin karên xwe
10:00 AKP’a ku li Agiriyê encameke li gorî dilê xwe negirt, firmaya tekstîlê girt
09:36 Karkerên dîlokî: Divê teqez guherîn çêbibe
09:26 Lêgerîna madenê ya Çiyayê Bezarê xwezayê talan dike û rê li ber nexweşiyan vedike
09:22 Piştî 30 salan hate berdan, heman rojê cardin hate girtin: Moral û motîvasyon sûc e
09:16 Girtiyê ku çavên wî ji sedî 90 nabînin nikare bi tena serê xwe bijî
09:15 Mele Hecî Kadah: Herin ser sindoqan û li dijî zilmê rabin
09:06 Krîza aborî bandorê li pincarê jî kir
09:04 Dê belgefîlma 4 jinên berxwedêr di hezîranê de bê nîşandan
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2023'YAN
25/05/2023
22:25 Tora Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ya Amedê:Em ê rejîma yekzilamî têk bibin!
21:16 Li Colemêrgê 3 kes hatin girtin
19:38 'Encam çi be jî dê têkoşîna gelê me bi ser bikeve'
19:14 Kurê girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan hat berdan
16:47 Aydenîz: Mifteya hilbijartinê di destê kurdan de ye
16:25 Li Êlihê 3 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:11 19 kesên ji ber pîrozbahiya Newrozê hatin binçavkirin hatin berdan
16:04 Kesên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn
15:54 Rezervên MB’ê piştî 21 salan cara ewil ketin bin sifrê
15:43 Dayikên Aştiyê: Bes e êdî zilmê li xelkê Mexmûrê nekin
15:09 Gel ji Partiya Çepên Kesk û HDP’ê re got: Serî netewînin, em li cem we ne
14:38 Li Îranê 8 kes hatin bidarvekirin
14:21 Midurê Perwerdehiyê yê Nisêbînê gotinên zayendperest gotin
14:02 Li Amedê 4 parêzer hatin berdan
14:01 Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk: Dê gelê me di 28’ê Gulanê de tişta pêwîst bike
13:33 Partiya Çepên Kesk û HDP: Em ê bêkêmanî biçin ser sindoqan û rejîma yek zilamî biguherînin
13:07 Fermandara YPJ'ê li Barcelonayê serdana nûnerên Katalan kir
12:54 Li Xelfetiyê 2 kes hatin binçavkirin
12:25 Danişîna doza rojnamevan Babat û Arslan hat taloqkirin
12:11 Ji Mexmûrê bang: Divê kurd û dostên xwe rabin ser pêya
12:08 Mele Abdurrahman Alkan: Nedayîna cenazeyan zilm e
11:52 Throssell: Divê Tirkiye demildest hemû rojnamevanan berde
11:51 Yenî Yaşam 5 salî ye
11:33 Tevî bertekan jî 'incommunicado' di meha 27'an de didome
10:51 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdanek nû kirin
10:32 Li Colemêrgê serdegirtinên malan: Bi dehan kes hatin binçavkirin
10:22 Li dijî Mexmûrê êrişeke nû hate destpêkirin
10:22 Beştaş: Em bi motîvasyona xwe vê îktidara ku dijmintiya jinan dike têk bibin
10:21 Şahînoz: Aboriya Tirkiyeyê dişibe tekera teqiyayî
09:56 Dilxwaza EŞÎK’ê Koçak: Parlamentoya herî neteweperest ava bû
09:55 AKP sewalkarî û cotkariyê qedand
09:34 Ji bo tûra duyemîn bang li hilbijêran kirin: Werin em faşîzmê hilweşînin
09:23 Li derveyî welat çend hilbijêran dengê xwe daye?
09:19 'Îşkence veguherî awayê rêveberiyê'
09:03 Ji Dosso Dossî re serbest e ji NÇM'ê re qedexe ye
09:02 Li Hatayê banga ji bo 'çûna ser sindoqan'
09:01 Cotkar nikarin tiştekî bikirin: Heke ew biçin dê her tişt baş bibe
09:00 Di 17 saliya xwe de kurdî hîn bû û da pey dengbêjiyê
09:00 Ji bo hilbijartinê hê neçûne zozanan: Divê her kes dengê xwe bide
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2023'YAN
24/05/2023
22:54 Li Solothûrnê ji bo Mexmûrê bang li NY'yê kirin
20:27 Ji MED-DER’ê şahiya belgedayînê
20:08 Ahmet Turk: Divê em dersekê bidin hikûmetê
19:33 Partiya Çepên Kesk û HDP dê helwesta xwe sibê eşkere bikin
18:57 Ji Dayikên Aştiyê banga ji bo xwedîderketina li Mexmûrê
18:41 Xwediyê Îmtiyazê yê MA'yê Çelîk hat berdan
17:55 Koordînastorê MA Musîcê Kanîwar hat berdan
17:30 'Em ê bi hev re vê desthilatê bişînin'
16:57 Seroka Giştî ya Egîtîm Sen’ê Kûrûl li peywîra xwe hate vegerandin
16:39 Li Şirnexê gund bi gund xebatên hilbijartinê
15:58 Derbarê rojnamevan Batihan de lêpirsîna erdhejê hate destpêkirin
15:43 Serokê Baroya Amedê Eren: Axaftinên Soylû sûc in
15:42 Buldan ji bo 28’ê Gulanê bang kir: Em ê bi faşîzmê bidin windakirin | HATE NÛKIRIN
15:38 Bi girseyî serdana şîna Yalçinkaya hat kirin
15:18 Îdamên li Îranê li pêşiya avahiya darazê tên protestokirin
15:16 ÎHD’ê nerazîbûn nîşanî tecawiz û tacîza li dijî zarokan da
15:13 Li Îzmîr û Manîsayê 5 kes hatin berdan
15:02 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd: Em ê piştgiriyê bidin Kiliçdaroglû
14:50 Ji rewşenbîr, nivîskar, hunermend û siyasetmedaran bang: Ray bide bila biçe û ev rewşa tarî biqede
14:49 Sancar çû serdana Emîne Şenyaşar
14:34 Ciwanên HDP’î hatin berdan
14:33 Ciwanê ku lê dan: Di mûayeneyê de polîs digot, bijîşk dinivîsand
14:33 MYK’a Partiya Çepên Kesk û HDP’ê dicivin