Rûniştina F: Girtiyê nexweşê giran Devrîm Ayik berdin

  • rojane
  • 15:21 27 Gulan 2023
  • |
img
STENBOL - Şaxa ÎHD’a Stenbolê di çalakiya “Rûniştina F” de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê giran Devrîm Ayik û bang kir ku were berdan. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê 583’yemîn çalakiya xwe ya “Rûniştina F” ku bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş her hefte li dar dixin, li ber avahiya komeleya xwe pêk anî. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê giran Devrîm Ayik ê li Girtîgeha Tîpa H ya Eskîşehîrê tê ragirtin. Di çalakiya ku parazvanên mafên mirovan û xizmên girtiyên nexweş tev li bûn de pankartên “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” û “Bila girtiyê nexweş Devrîm Ayik bê berdan” hatin hilgirtin û dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tedawî maf e nikare bê astengkirin” hatin berzkirin. 
 
Daxuyaniya vê hefteyê endama Komîsyonê Meryem Bars da. 
 
DI 3 MEHAN DE 13 MIRIN
 
Bars, diyar kir ku li gorî Rapora Binpêkirinên Mafan ên Girtîgehên Marmarayê ku wan amadekiribû di nava 3 mehên ewil ên salê de 13 girtiyan jiyana xwe ji dest daye û bal kişand ku serlêdanên wan ên ji bo mirinên li girtîgehan bên rawestandin li Wezareta Dadê dane jî bê encam mane. Bars, anî ziman ku ji ber vê yekê mirinên li girtîgehan her ku diçe zêde dibin û wiha got: “Nexweşê penceşêra mîdeyî Behçet Kaplan ê 31 salî ku 9 sal bûn girtî bû, tevî ku nexweşiya wî her ku diçû giran dibû û di çar salên dawî de nekarî tiştekê bixwe jî nehate berdan û di 16’ê gulanê de li Girtîgeha Tîpa T a Exlatê jiyana xwe ji dest da. Kamîl Tûranlioglû yê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Xarpêtê dihate ragirtin jî ji ber krîza dil di 16’ê gulanê de, girtiyê nexweşê giran Abdulhalîm Kirtay ê 75 salî ku li ber mirinê bû piştî 30 salan hate berdan, piştî 51 rojan di 12’ê gulanê de jiyana xwe ji dest dan. 
 
 REWŞA AYIK GIRAN DIBE
 
Bars, bi bîr xist ku Ayik bi nexweşiya Crohn ku cureyekî nexweşiyeke rûviyan e ketiye û ji ber çavên wî baş nabînin ji sedî 76 rapora wî ya astengdariyê heye û destnîşan kir ku Ayik tevî hemû nexweşiyên xwe jî nayê berdan. Bars, diyar kir ku rewşa Ayik di şertên girtîgehê de her ku diçe giran dibe û qala rewşa wî ya li girtîgehê kir. 
 
DAYIKA AYIK: DERZIYÊN WÎ NAYÊN DANÎN
 
Bars, anî ziman ku dayika Ayik, Hulya Ayikê ya serî li komîsyona wan daye, aniye ziman ku lawê wê bi awayekî neheq û bêhiqûqî hatiye girtin û serlêdana wê wiha ragihand: “Devrîm demekî dirêje bi awayekî neheq li girtîgehê tê ragirtin. Dosyaya wî bi tena serê xwe bi nakokiyan tejî ye. Sûcên ku wî pê sûcdar dikin sûcên ku dema Devrîm di girtîgehê de bû hatine kirine. Bûyerên di sala 2016’an de qewimîne avêtine ser Devrîm. Lê kurê min ji sala 2015’an ve girtî ye. Kurê min niha pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî dijî. Tevî ku nêzî mehek û nîv 2 meh in derziyên wî xelasbûne jî ji ber lêgerîna nava devî nabin şandeyê. Rêveberiya girtîgehê gotinên ‘heke tu bixwazî biçî dê biçî, dê van pêkanînan qebûl bikî û biçî. Heke tu neçî jî tu dizanî dê bê derman bimînî’ lê ferz dike û ji ber vê yekê nayê dermankirin.”
 
Bars, bang kir ku ji ber nexweşiyên wî yên giran divê Ayik demildest bê berdan û rayedar vexwendin peywîrê. 
 
 

Sernavên din

28/05/2023
21:33 Li Efrînê pîrozbahiya ji bo Erdogan: Zarokek hat qetilkirin
21:28 Li Girtîgeha Amedê encamên hilbijartinê
21:23 Li Wanê cerdevanekî mala rêveberê DBP'ê guleberan kir
20:25 YSK’ê daneyên dawî eşkere kir
19:47 YSK: Ji sedî 54,60’ê dengan hatin hejmartin
19:33 Kiliçdaroglû li Roboskiyê bi rêjeyek zêde deng girt
19:00 YSK: Heta niha ji sedî 25’ê daneyan hatine ber destê me
18:37 AA’yê dîsa xwe şaş nekir: Erdogan li pêş nîşan da
18:36 Li Girtîgehên Şirnex û Mêrdînê ji Kiliçdaroglû re dengekî zêde derket
18:35 Li Sîsê ji bo Erdogan deng tune ne!
18:15 Qedexeya weşanê hat rakirin
18:07 Cemaeta Îsmaîlaga ji bo AKP’ê deng xwest û gef li jinan xwarin: Hûn ê hînî me bibin
17:56 AKP’iyan rojnamevan derb kir polîsan temaşe kir
17:33 Grûbek AKP’ê li şûna hilbijêrên neçûne dengdayînê bi komî deng bikar anîn
17:29 Ji Serokê YSK’ê daxuyaniya ewil: Tu rewşên neyînî çênebûn
17:24 Di tevahiya rojê de li Rihayê binpêkirin hatin kirin
17:18 Parêzvanên şaredarê AKP’yî êrişî muşahîdan kirin
17:00 Dengdayîna tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê bi dawî bû
16:41 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
16:40 Êrişî şandeya ku Ferît Şenyaşar jî di nav de kirin
16:23 Şaredariya AKP’î qedexeyên hilbijartinê binpêkirin
16:14 Polîsan li Cizîrê êrişî welatiyên li baxçeyê dibistanê bûn kir
16:11 HDP û Çepên Kesk bang kir: Teqez herin dengê xwe bidin
16:09 Li Herêma Egeyê pûsûlayên ji bo Erdogan hatine mohrkirin didin hilbijêran
15:59 Kujerê Vezîre Erturk hat girtin
15:42 Binpêkirin didomin: Serokê MHP’yî xwest dubare deng bide lê hat zeftkirin
15:32 Polîsan bêyî ku belgeya 142’yan teslîm bikin dengê xwe dan
15:28 Di Endeksa Hejariyê de Tirkiye di rêza 10’emîn de ye
15:26 Îdiaya ku li gundê ser sînor deng bi komî hatine dayîn: Êrişî parêzeran û wekîl kirin
15:15 ‘Tirkiye îxrackirina petrola herêmê li dijî Bexdayê weke amûra zextê bi kar tîne’
15:08 Li Hezexê qeza çêbû
14:59 Li Amedê pûsûlayên dengan ên sexte
14:46 Li Hewlêrê êrişa çekdarî: Kesek hat kuştin
14:43 Li Seyhanê polîsan kirariya dengdayînê da sekinandin
14:42 CHP’ê li dijî bêrêbaziyan serî li desteya hilbijartinê da
14:24 Di zerfê de pûsûleya bi mohra Erdogan hate tespîtkirin
14:10 AKP’iyan erişî şaredarê CHP’î kirin
14:02 Li Hatayê muşahid hatin derbkirin
14:00 Leşker ji muşahîd re got, ‘Ev der cihê Ak Partiyê ye, nikarim mudaxile bikim’
13:55 Li Stenbolê dê 28 hezar û 96 kes nekarin dengê xwe bidin
13:53 Li Sêrt, Mûş û Edeneyê binpêkirina dengdayînê
13:35 Piştî gotina ‘me pêvajoya xist sarincê’ cara ewil çû ser sindoqê
13:23 AKP’iyan ji keya û cerdevanan re got: Wêneyên dengên xwe bikişînin û bişînin
13:22 Cerdevan û AKP’iyan êrişî peywîrdarên sindoqan kirin
13:09 Serokê YSK’ê: Hilbijartin wê zû encam bigire
12:58 Posterên Erdogan di roja hilbijartinê de jî nehatin rakirin
12:52 Erdogan dengê xwe da: Dê pir lez biencam bibe
12:49 Komkujiya Roboskê di meha 137’emîn de ye
12:48 Kiliçdaroglû: Ji bo demokrasiyê em biçin ser sindoqan
12:42 Onder: Hindik ma, eks jî miradek e
12:37 Parlamenterê Partiya Çep a Almanya li Amedê ye: Ji bo mafê mirovan divê her kes biçe dengdayînê
12:26 Îmamoglû: Gelek tiştên em li hev helal bikin hene
12:23 Sancar: Bila herkes biçe ser sindoqan
12:22 HUDA PAR’ê zarokek kir muşahîd
12:15 Li Stenbolê cedwelên bi îmzeya YSK'ê yên tên malaştin hatin tespîtkirin
12:07 Li baxçeyê dibistaneke Cizîrê wesayîta bêplaka hate dîtin!
11:38 Wekîlê ku li dijî dayîna dengan a li şûna jinan derketî rastî êrişê hat
11:32 Prz. Ekîncî: Biryara Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê siyasî ye
11:23 Li Mêrdînê polîs ji bo AKP’ê muşahîdan kom dikin: Bi komî ray tên bikaranîn
11:14 Buldan: Dengek gelek tiştan diguherîne
11:03 Demîrtaş bang kir: Ji kerema xwe mafê xwe yê dengdayînê bi kar bînin
10:56 Emîne Şenyaşar dengê xwe da: Dê guherîn çêbibe
10:56 Li Yalovayê gelek zerf ji derve anîn dibistanê
10:40 Tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê: Bi binpêkirinan dest pê kir, bi binpêkirinan bi dawî bû
10:05 Hevberdevkên partiya Çepên Kesk dengê xwe dan: Em xwedî li sindoqan derkevin
09:49 Mexdûrên erdhejê di konteyniran de dest bi dengdayînê kirin
09:25 Gelaliyê YNK'î: PDK dixwaze Mexmûrê vala bike
09:02 ‘Heya tecrîda li Îmraliyê bidome dê aborî baş nebe'
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2023'YAN
08:00 Dengdayîna ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê dest pê kir
27/05/2023
21:25 Bi hezaran kes li Xabûrê hatine sekinandin
20:05 Li Wanê Şukru Koçak jinekê qetil kir
18:32 18 kesên ku li Qada Galatasarayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:54 Temellî: Niha dema guhertinê ye
16:39 Li Edeneyê protestoya binçavkirin û girtinan: Em ê neqedin
16:38 Malbata Şenyaşar: Dewran wê her tim li aliyê zaliman nebe!
16:28 Bakirhan: Ji bo hilweşandina pergala yek zilamî em biçin ser sindoqan
16:27 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji lêgerîna edaletê bernedin
15:35 Hat xwestin ku girtiyên nexweş Esmer û Karaguzel bên berdan
15:21 Rûniştina F: Girtiyê nexweşê giran Devrîm Ayik berdin
15:05 Kesê ku hewl da îstîsmara zayendî li dijî zarokekê pêk bîne hat girtin
14:55 Ji YSK’ê statîstîkên hilbijartinan
14:38 Li Mêrsînê bertek nîşanî girtinan dan: Em ê di sindoqê de bersivê bidin
14:05 Faîlên Orhanan ev 29 sal in nehatine darizandin
13:42 Qedexeyên hilbijartinê yên tûra duyemîn dest pê kirin
13:26 Hevserokên Giştî yên HDP’ê û Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk encama hilbijartinê dê li Enqereyê bişopînin
12:52 Dayikên Şemiyê di salvegera 28’emîn de hatin binçavkirin
12:24 Demîrtaş: Xwişk û birayên min vî destî bigirin
10:35 Buldan: Em dengê xwe bidin û xwedî li sindoqan derkevin
10:28 Wesyeta Dayika Gulê ya dawî bû têkoşîn
10:02 Parêzer Yilmaz: Divê muxalefet ji bo girtiyên nexweş bi wêrekî tevbigere
09:59 Dadgehê ne pêşeroja zarokên kurd lê ya polîsên ew derb kirin fikirî
09:42 Ji Stenbolê bang: Em bi rayên xwe Erdogan mehkûm bikin
09:33 Siyasetzan Guney: Divê em bi îradeyeke xurt biçin ser sindoqan
09:05 Ji waniyan banga ji bo dengdanê: Em vê pergala sosret biguherînin
09:01 4 sal in daxwaza wî ya ji bo sewqkirinê nehatiye bersivandin
09:01 'Li dijî desthilata yekperest biçin ser sindoqan'
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2023'YAN
26/05/2023
22:24 Dorpêçkirina Mexmûrê li Aaraûyê hat şermezarkirin
20:36 21 HDK'î hatin girtin