AMED - ÎHD û OHD'ê li gel Baroya Amedê ji bo parastina hestiyên li navçeya Licê ku tê texmînkirin aydî mirovan in û ji bo tespîtkirina bê ka aîdî kê ne serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dan.
Di 10’ê Gulanê de hestiyên ku tê texmînkirin aîdî mirovan e, di bin du kevirên ku 300 metre dûrî çemê li gundikê Işiktanê ya gundê Dêrqam ê girêdayî navçeya Licê ya Amedê, 4 metre dûrî hev hatine dîtin.
Welatiyan dema sewalên xwe diçêrandin rastî hestiyan hatin û têkildarî mijarê serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasan ji bo Azadiyê (OHD) dan. Piştî ku serdanê ji aliyê ÎHD, OHD û Baroya Amedê ji bo herêmê lêkolînan bike heyetek hat avakirin. Ji aliyê heyete dîmenên hestî û seriyên ku hatine dîtin hatin kêşandin.
ÎHD, OHD û Baroya Amedê têkildarî hestiyên ku hatine dîtin serî li Serdozgeriya Komarê ya Licê dan. Di serlêdanê de wiha hat gotin: “Cihê ku tê texmînkirin hestiyên aydî mirovan hatine dîtin, dûrî ti goristan an jî cihên ku wek goristan tên bikaranîn e; ji aliyê me ve hatiye nirxandin ku ev hestî dibe ku mirov bin. Pêwîst e daîreya we bi ewlekirina herêmê û bi lêkolînên edlî û cezayî yên pêwîst delîlan kom bike."
DAXWAZA KEŞFÊ
Di serlêdanê de hat xwestin ku cihê bûyerê û hestî di bin çavdêriya pisporên edlî û cezade bên lêkolînkirin û nasnameya DNA'yê bê kirin. Her wiha hat xwestin ku Şaxên ÎHD û OHD’ê yên Amedê û her wiha Baroya Amedê tevlî pêvajoya berhevkirina delîl û keşfan bibin. Di serlêdanê de wiha hat gotin: "(...) Di lêkolînê de derket holê ku hestiyên mijara gotinê ger hestiyên mirovan bin; ev yek, bi mecbûrîyeta dewletê ya parastina mafê jiyanê ya xala 2’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve girêdayî ye ku Tirkiye jî aliyekî wê ye. Hem qanûna dozê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, hem jî hiqûqa neteweyî divê di rewşên bi vî rengî de lêpirsîneke bi bandor, serbixwe û berfireh bê meşandin."
'DIVÊ CIHÊ BÛYERÊ BÊ EWLEKIRIN'
Di serlêdanê de bal hat kişandin ku li gorî xala 160’emîn a Qanûna Mûhakemeyên Ceza (CMK) dozgerê komarê wezîfe heye ku li ser navê gel bi daxwaza lêpirsînê bike û bêyî destûr ji guhertina delîlan re bê dayîn divê cihê sûc bi lezgînî were ewlekirin. Hat gotin ku di vê çarçoveyê de ji bo ronîkirina bûyerê, tespîtkirina berpirsyaran û derxistina pêşberî dadgeriyê divê tavilê çalakiyên pêwîst werin destpêkirin. Ji bo tespîtkirina nasnameyan divê hestiyên hatine dîtin ji Saziya Tipa Edlî re bên şandin, hevdana DNA'yê bi wergirtina mînakan ji xizmên windayan ên li herêmê re bê kirin, ji bo pêşî li texrîbata delîlan bê girtin, hemû partiyên berpirsyar ên di nav de wezîfedarên cemaweriyê jî hene bên tespîtkirin û li hemberî wan pêvajoyên pêwîst ên hiqûqî werin destpêkirin.”
MA / Bêrîvan Altan