Jinan Leyla Guven silav kir: Jinek bi meşaleya xwe bi ser tariyê ve diçe
- jin
- 15:46 08/3/2019
Li Qada Îstasyonê ya Amedê bi hezaran jin li hev kom bûn û berxwedana Leyla Guven silav kirin. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Taşdemîr jî bal kişand ser çalakiya Guven û got: “Zilm û zext kengê pêk tê jinek bi meşaleya xwe tarîtiyê ronî dike.”