Jinan bersiva Erdogan da: Em zêde dibin û tên
- jin
- 09:54 14/3/2019
Di 8'ê Adarê di dema Meşa Şevê ya Feminîst de polîsan êrîşî jinan kiribû. Jinan bertek nîşanî vê mudaxileyê kirin û gotin: "Em zêde dibin û tên."
Di 8'ê Adarê di dema Meşa Şevê ya Feminîst de polîsan êrîşî jinan kiribû. Jinan bertek nîşanî vê mudaxileyê kirin û gotin: "Em zêde dibin û tên."
Aktîvîsta TJA’yê ya di çarçoveyek lêpirsîna navenda wê Amed bû hat girtin û bi hêceta “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin di danişîna ewil de hat berdan.
Jinên Îdirê diyar kirin ku tecrîda li Îmraliyê li her deverê welat bi şiklek giran tê hîskirin û gotin: “Ev berxwedan ji bo me hemûyan e.”
Li taxa Akşemsettin ya Navçeya Eyûbiye ya Rihayê namzeta muxtariyê Yildiz Yildiz ya 45 kalî li dijî 11 namzetên mêr yên muxtariyê têdikoşe. Yildiz, diyar kir ku hem ji bo çareseriya pirsgirêkên malê û hem jî ji bo çareseriya pirsgirêkên taxê têdikoşe û ji ber vê yekê ji aliyê gele Taxê ve hatiye pêşniyarkirin û wiha got: "Ez dixwazim bibim mînaka jinek serkeftî."
Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê 12 jin ev 12 rojin di greva birçîbûnê dene.
Hilbijartina Meclîsa Jinan a DTSO dê di 11’ê Nîsanê de pêk bê. Dinava 48 kesên ji bo Meclîsa Jinan bên hilbijartin de, dê serok û desteya rêveber bên hilbijartin.
Bi hezaran jinên li ser banga Platforma Jinan a Îzmirê û Jin Bi Hev Re Bi Hêz in, li Qada Gundogdu kom bûn mîtîng pêk anîn. Jinan bi pankart, dowîz û dirûşmeyên xwe qad xemiland û diyar kirin ku destûr nadin xezpê. Jinan diyar kirin ku dê ji bo jiyanek wekhev, azad û li dijî tundiyî bi hevre têbikoşin.
Li Stenbolê, Komcivîna Jinan a Karkeran hat lidarxistin û ji gelek bajarên Tirkiyeyê jin beşdar bûn. Ji jinên kedkar Nûrten Karahanci, di komcivînê de axivî û got: “Na be ku rizgariya jinê ji rizgariya civakê cuda bê dest girtin.”
Jinan li Aydin û Manisayê bi minasebeta 8'ê Adarê şahiyek pêk anîn û 8'ê Adarê pîroz kirin. Jinan di şahiyê de Leyla Guven ku li dijî tecrîdê 122 rojin di grevê de ye silav kirin.
Duh bi şev li Taksîmê, “17’emîn Meşa Şevê ya Femînîst” hat astengkirin û polîsan êrîşî jinan kirin. Ji jinên bertek nîşanî êrîşê dan Zelîha Bal, diyar kir ku yên tên qetilkirin ewin û yên tên qedexekirin jî ewin. Hulya Karaosmanoglu jî, da zanîn ku ji ber jin li ber xwe didin, rastî êrîşan tên.
Li Taksimê ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi hezaran jin ji bo “17’emîn Meşa Şev a Femînîst” li hev civiyan, polîsan bi bombeyên gazê êrîşî jinan kir.
Li Reqa, Dêrazorê û Tebqayê, jinan bi dirûşmeya "Bi berxwedana jinan teror têk diçe û jiyan geş dibe" 8'ê Adarê pîroz kir.
Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, dê îro êvarî Meşa Şevê ya Femînîst a 17'an bê lidarxistin, lê belê beriya meşê têketin û derketina Kolana Îstiklalê hat girtin.
Li gelek navendan jin bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, bi hezaran jin daketin qadan û li dijî tundî û desthiladdariya mêr, dengê xwe bilind kirin. Jin li Mûş, Bedlis, Agirî, Îdir, Osmaniye û Edene daketin qadan û 8'ê Adarê pîroz kirin. Jinan diyar kirin ku ev axa wan e û ji vir naçin tu deran. Jinan destnîşan kirin ku dê li dijî zilmê piştevaniye xurt bikin û bi berxwedanê aştiyê pêş bixin.
Îro bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi sed hezaran jin daketin qadan û li dijî tundî û binpêkirina mafan û desthiladdariya mêr dengê xwe bilind kirin. Jinan li qadan gotin: "Em bêdeng nabin, natirsin û em serî natewînin." Jinên ku wêneyên Leyla Guven bilind krin peyamên piştevaniya Leyla anîn ziman.