‘Ji bo ku bibin dengê Leyla em dakevin qadan’
- jin
- 12:49 07/3/2019
Namzetên HDP’ê yên Hevşaredarên navçe û Bajarê Mezin a Wanê, ji bo ku bibin dengê Leyla Guven, hemû jin dawetî mîtînga sibe ya li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter bê lidarxistin, kirin.
Namzetên HDP’ê yên Hevşaredarên navçe û Bajarê Mezin a Wanê, ji bo ku bibin dengê Leyla Guven, hemû jin dawetî mîtînga sibe ya li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter bê lidarxistin, kirin.
Jinên Kedkar, ji bo Leyla Guven gotin: "Leyla Guven, jineke ji çîna me ye, hevrêya me ye. Divê bijî."
Remziye Karagoz ku li Taxa Mûradiye ya navçeya Rezanê, navê xwe li ber keyatiyê danî, diyar kir ku tevî hemû gefan jî wê navê xwe daniye û got: "Naxwazim jin bên eciqandin. Ez ê bi ser bikevim."
Komîteya Jineolojiyê, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, yekemîn Navnda Jinelojî li ser asta herêma Firatê li bajarê Kobanê bi merasîmek girseyî vekirin.
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, li gelek navendan çalakî hatin lidarxistin. Jinên HDP’î yên kincên xwe yên rengîn li xwe kiribûn, qûrnefîl ji jinan belav kirin û name ji jinên girtî yên di greva birçîbûnê dene re şandin.
Jin Bi Hevre Bi Hêz in, bi armanca deng bidin Grevên Jinan a Navneteweyî ku di 8'ê Adarê de pêk bînin, bi hişyariya “Ger jin rawestin jiyan radiweste" banga "Haydê tu jî were deng bide greva jinan" kirin.
Namzetên Yekîtiya Hêzên Şoreşger a Dersîmê buroya hilbijartinê ya jinan vekirin.
Namzetên HDP'ê yên hevşardariyan ên jin ku li ber Girtîgeha Mêrdînê starta 8'ê Adarê dan gotin: "Em ê bi biryardariya Leylayê têkoşîna xwe bilind bikin."
Sekretera Jin a KESK'ê Gulîstan Atasoy, diyar kir ku li dijî êrîşên li hemberî jinan, dirûşmeya wan a 8'ê Adar îsal 'têkoşîna hevpar' e. Atasoy, destnîşan kir ku divê hemûn bi vê armancê bibin dengê Leyla Guvenê.
Wê di 8'ê adarê de bi dirûşmeya "Ev serhildaneke feminîst e" Meşa Şevê ya Femînîst a 17'an bê lidarxistin. Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Çîlem Kuçukkkeleş, ji bo meşê bang li jinan kir û got: "Çawa ku Leyla Guven bû Xizira vî welatî, em jî hemû jinan vedixwînin ku di 8'ê Adarê de bibin Xizir."
Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Dîlokê, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bernameyek pêk anîn. Jinan di bernameyê de diyar kirin ku wisa hatiye û wisa naçe. Li Şirnex û navçeyên wê, jinan ji girtiyên jin re kart şandin. Li Dersimê jî jinan bang li hemû jiyan kirin ku tev li şahiyan bibin.
Dayika Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç ê li Strasboûrgê di greva birçîbûnê de ye, Mîhrîban Koç a 88 salî, diyar kir ku 30 sal in kurê xwe nedîtiye û got: "Ger tecrîd rabe, wê hesreta min a 30 salan jî bi dawî bibe."
Tevgera Jinên Azad (TJA) ji ber binçavkirina berxwedêrên ku roja Yekşemê dest bi greva birçîbûnê kirin, nerazîbûn nîşan da û got: "Berxwedana li dijî tecrîdê bi zextan dê yên bêdeng kirin.
Endama MYK'ê ya SKM'ê Nadiye Gurbuz diyar kir ku jin li Tirkiyeyê tên tecrîdkirin û di 8'ê Adarê de rojeva wan sereke tecrîd e, wê xwedî li çalakiya Leyla Guven derkevin û deng bidin grevên birçîbûnê.
Ayşe Yaman a di şertên giran de karê berhevkirina kartonan dike diyar kir ku ew rojê 12 saet dixebite û ew ê 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi xebitandinê pêşwazî bike.