Jinên Dersîmî bernameya 8'ê Adarê aşkere kirin
- jin
- 14:52 02/3/2019
Platforma Jinan a Dersîmê, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bernameya 8'ê Adarê aşkere kirin.
Platforma Jinan a Dersîmê, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bernameya 8'ê Adarê aşkere kirin.
Endama Meclîsa HDP’ê Asiye Kolçak, di şaiya 8’ê Adarê de axivî û got: “Di şexsê Ocalan de aştiyê tecrîd dikin. Em banga berxwedanê di serî de li jinan û hemû kesna dikin.”
Platforma Jina ya 8'ê Adarê, ji bo mîtînga ku dê di 3'yê Adarê de li Qada Bazarê ya Bakirkoya Stenbolê bê lidarxistin û ji bo xwedîderketina li çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê da destpêkirin bang li hemû jinan kir.
A.Ç., bi rîşa zayendî ya xwarziyê parlementerê AKP'î re rû bi rû me. Li ser vê A.Ç., serî li CÎMER'ê da. Lê belê CÎMER'ê j re got: "Dev jê berdin. Ne hewce ye mirov mezin bike." A. Ç., xwest rêxistinên jinan alîkariya wê bikin.
Di çarçoveya şahiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Colemêrgê ji jinên girtî re kart hat şandin. Li Wanê jî TJA'yê bernameya 8'ê Adarê eşkere kir.
Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Mêrdînê di çarçoveya 8’ê Adarê de li ber girtîgehê starta 8’ê Adarê da. Parlemnetera HDP’ê Ebru Gunay axivî û anî ziman ku jin li her derê dê ji bo azadiyê bang bikin.
Di salekê de hejmara jinên li Bazara Kedê ya Jinê dezgehên xwe vedikirin ji 20 kesan daket 4 kesan. Jinên nanê tenûrê, rîçal, tirşî, kincan li malê çêdikin û difiroşin, gotin ger krîz dewam bike wê bazar bê girtin.
Jin bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, wê di 3'yê Adarê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê mîtîngekê pêk bînin. Jin, ji niha ve amadekariyên mîtîngê dikin. Parlementera HDP'ê Zuleyha Gulum, bang li jinan kir û got: "Bila tecrîd rabe, aştî çêbibe; em li vira ne, em ê kuçe û qadan neterikînin."
Li Êlihê bernameya çalakiyên jinan ên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê diyar bû. Parlementera HDP’ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku di rojeva jinên beşdarî çalakiyên 8’ê Adarê bibin de, dê rakirina tecrîdê hebe.
Meclîsa Jinan a HDP’ê bernameya xwe ya 8’ê Adarê eşkere kir û got: “Li Îdirê, hemû jin dê bi rengên xwe li qadan bin û beşdarî çalakiyên 8’ê Adarê bibin.”
Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Colemêrgê Şîpan Turan û Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Colemêrgê Nurcan Aktaş jinên Colemêrgê vexwendin şahî û çalakiyên 8'ê Adarê.
Pêkhateyên DAKAP'ê, wê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê wê mîtîngekê û gelek çalakiyan li dar bixin. Wê DAKAP, pêşî serdana jinên bazarvan bike.
Platforma Jinan a 8'ê Adarê ya Stenbolê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi slogana "Ji bo azadiya xwe em di berxwedanê de ne; li dijî krîz, şer û şidetê em li qada ne" dê li qada bin.
Platforma Jinan a Enqerê, bi şîara “Em bi piştevaniyê li dijî krîz, şer, tundî û newekheviyê bihêzin û jînê bi rêxistin dikin” dê di 8’ê Adarê de dakevin qadan. Endama Platformê Yûrdagul Çabat, got; “Emê li dijî êrîşên li ser mafên me yên hatine qezenckirin, ji bo maf û jiyana xwe bên gelhev.”
Jinan, bilêv kir ku îktîdar bi bilêvkirina xwe ya mîlîtarîst cihêkarî û nefretê zêde dike û tekane rêya li dijî van polîtîkayan jî bi çalakiyan xurtkirina têkoşînê ye.