• img

    ' Tolhildana ji bedenên mirî, ji bilî aciziyê ne tiştekî din e’

    • jin
    • 14:10 03/2/2018

    Endama Jinên Kedkar (EKA) Nurten Karahanci bertek nîşanî îşkenceya li bedena endama YPJ’ê Barîn Kobanê hat kirin da û got: “Dixwazin tola xwe ji bedenên mirî derbixin. Tolhildana ji bedenên mirî, ji bilî aciziyê ne tiştekî din e.”

  • img

    TOKAMER dijberî taciz û tundiyê hişyar dike

    • jin
    • 09:03 03/2/2018

    TOKAMER ku ji bo di warê taciza zayendî û şidetê ya li dijî jinan hayjêxwebûnê li jinan peyda bike hat avakirin, gelek xebatên gîrîng kirin. Gerînendeya TOKAMER'ê Zeynep banû Dalaman diyar kir ku ew perwerdehiya di warê taciz û êrîşên zayendî de didin û di vî warî de ji xwendekaran re diyar dikin ka mafên wan çi ne.

  • img

    Jinên girtî ji kongreyê re peyam şandin

    • jin
    • 13:23 02/2/2018

    Siyasetmedarên jin ên li Kandirayê girtî ne ji Konferansa Jinan a HDP'ê re peyamek hevpeş şandin, aşkera kirin ku êrîşa li dijî Efrînê li dijî hemû kurdan e.

  • img

    Jina rastî êrîşên zayendî ya polîs hat: Ez her kêlî têm şopandin

    • jin
    • 09:34 02/2/2018

    M.B. li Mêrsînê rastî êrîşa zayendî ya polîsekî tîmê taybet hat. Aktîvîsta VAKAD'ê Songul Ozînver xwe gihand M.B. û diyar kir ku M.B. hêj di bin tehdîtê de ye û got: “M.B. got ‘Her gava min tê şopandin. Gefan li min dixwin.' Em bang li hemû rêxistinên jinan dikin ku hestiyar tev bigerin."

  • img

    Jinên DBP’î dê dest bi seferberiya rêxistinbûyînê bikin

    • jin
    • 16:06 31/1/2018

    Encamnameya Konferansa Jinan a Rêveberiyên Heremî ya DBP’ê aşkere bû. Êrîşên li dijî Efrînê mohra xwe li konferansê da. Jinan rexnedayîna xwe da. Jinan biryara seferberiya rêxistinkirina li dijî desthilatdariya faşîzan û xespgir da.

  • img

    KESK: Bi KHK'yan hepsa zayendiya civakî dan jinan

    • jin
    • 09:21 31/1/2018

    Meclîsa Jinan a KESK'ê ya Stenbolê ku kampanyaya "Jin hînî Rewşa Awarte nabin" îmze kir, diyar kir ku bi KHK'yan cezayê hepsa mal, malbat û zayendiya civakî didin jinan û ji bo piştevaniyê bang li hemû jinan kir.

  • img

    'Jin jiyan e, em bi wêrekî jiyanê diparêzin'

    • jin
    • 11:06 30/1/2018

    Meclisa Jinan a HDP'ê berî 3'yemîn Kongreya Asayî ya 11'ê Sibatê, dê bi şiyara "Jin jiyan e, em bi wêrekî jiyanê diparêzin" konferansê pêk bîne.

  • img

    Ji înternetê hîn bû, jê re bû pîşe

    • jin
    • 09:35 30/1/2018

    Ceylan Aynur Koroglu boyaxkirina textikan ji înternetê wekî hobî hîn bû, kir pîşeyê xwe. Koroglu da zanîn ku ruxmê zehmetiyan jî ji vî karî kêfê digire û wiha got: "Ev karê min ê yekemîn e. Divê hemû jin li ser piyên xwe bisekinin."

  • img

    Rojnamevanên jin: Çapemeniya şer bi serketinên sanalî gel dixapîne

    • jin
    • 09:32 30/1/2018

    Rojnamevanên jin destnîşan kirin ku ew ê li hemberî qajqajokiya şerî û propagandaya şerî tim û tim aştî û heqîqetê binivîsînin. Rojnamevan got çapemeniya şer bi serketinên sanalî gel dixapîne.

  • img

    'Derdê serbijîşk veşartina rastiya îstismarê ye'

    • jin
    • 09:26 30/1/2018

    Hevserokê Şaxa SES'ê ya Bakirkoyê Mursel Firat, bi Serbijîşkê Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Kanûnî Sûltan Suleymanê ku ducaniya 115 zarokên bi îstismarê nixumand re hevdîtin kir. Firat, anî ziman ku tenê derdê serbijîşk ew e ku rastiya îstîsmara li nexweşxaneyê veşêre.

  • img

    Dê jin di konferansa sibê de xebatên xwe binirxînin

    • jin
    • 09:29 29/1/2018

    Jin dê di 30-31'ê Çileyê de, bi şîara "Li dijî faşîzmê pergala hevserokatiyê" Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya DBP'ê lidar bixin. Endama Meclisa Partiyê Zuhal Tekîner, diyar kir ku rexneyên ku ji gel girtine dê ji bo plansaziya wan bibe ronahî.

  • img

    'Êrîşa li dijî Efrînê li dijî azadiya jinê ye'

    • jin
    • 11:53 26/1/2018

    Endama Konseya Jinan a Navenda Şoreşgeran Gul Nuhjîn Dînler, diyar kir ku êrîşa li dijî Efrînê li dijî azadiya jinê ye û wiha got: "Jinên Efrînê dê bersiva pêwîst bidin AKP'ê. Divê hemû jin xwedî Efînê derbikevin."

  • img

    Hejmara 8'an a Kovara Jîneolojiyê derket

    • jin
    • 09:24 26/1/2018

    Kovara Jîneolojiyê di hejmara xwe ya 8'an de "Jiyana wekhev a azad" nîqaş dike.

  • img

    ‘Divê destûr neyê dayîn zarok cardin travma derbas bikin’

    • jin
    • 09:11 25/1/2018

    Piştî bertekên li dijî îstîsmara zayîndî ya 115 zarokên keç, di çarçoveya lêpirsîna dozgeriyê de, dest bi îfade wergirtina zarokan hat kirin. Alîkara Seroka Komeleya Psîkiyatriyê ya Tirkiyê Prof . Dr. Yildiz Akvardar, diyar kir ku dema îfadeya zarokan bê girtin, divê destûr neyê dayîn cardin travma derbas bikin.

  • img

    ‘Em ê yekîtiya azadiya jinên li Afrînê şîn bûyî biparêzin’

    • jin
    • 13:01 24/1/2018

    Meclîsa Jinan a HDP’ê, diyar kirin ku dê yekîtiya azadiya jinê, wekhevî û demokrasiya gelan a li Efrînê şîn bûyî biparêzin.

LÊGERÎN